“Em şirîkên rast yên Koalisyona Navdewletî ne, ji bo şerê li dijî terorê. Û rewş wek ku hatiye plan kirin, baş e. Lê bi awayekî giştî, em li bendê ne ku ev şirîkatî ji eskerî veguhêze siyasî.”
Qonaxa Tinekirina Terorê ya Pêngava Bagera Firatê dewam dike. Berdevka QSD´ê ji bo Pêngava Bagera Cizîrî, Lîlwa Abdullah derbarê rewşa vê qonaxa pêngavê de bersiv da pirsên me. Abdullah got, ji ber destwerdan û êrişên Tirkiyeyê, DAIŞ´ê karî kozik û mewziyên sererd û binerd çêke û niha wan li dijî wan bi kar tîne. Wê da zanîn ku ew û Koalîsyona Navneteweyî şirîkên hev in di şerê li dijî terorê de û xwest ku hevkarî dewam bike heta ku sîstema rêveberiya herêmî û zihniyeta demokrasiya nenavendî û pirreng karibe bê parastin.
Pêngava rizgarkirina Hecînê pêngava herî dirêj a QSD´ê ye, hin caran jî qut bû. Hûn dikarin ji me re vebêjin ka hêzên tevlî vê pêngavê bûn kî ne?
Ev rast e, ev pêngava herî dirêj e ya ku hêzên me pê radibin, ev pêngav beşê dawî yê Bagera Cizîrê ye ku bêhtirî salekê di ser re derbas bûye û hîn jî dewam dike, planên eskerî hatin guhertin li gorî bajar û bajarokên diviya bên rizgarkirin. Wekî din êrişên dewleta Tirk yên li dijî heremên me, astengî li pêşiya pêngavên rizgarkirinê yên hêzê me çêkir. Êrişa dagirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Efrînê pirr zelal ji bo destekdayîna terorê û dirêj kirina temenê wê bû, wê hêzên me neçar kir ku pêngavê bi mehan rawestînin û berê xwe bidin Efrînê û parastina wê bikin.
Hemû hêz û tabûrên di qonaxa dawî ya pêngavê de bi awayekî fermî cihê xwe di nava QSD´ê de digrin, û QSD sîwana eskerî ya giştî ya wan hêzan e. Hêzên ku bi awayekî rasterast tevlî pêngavê bûne ev in: Meclisa Eskerî ya Dêra Zorê, YPG/YPJ, û di demên dawî de hinek yekîne ji Meclisa Eskerî ya Minbicê û Artêşa Şoreşgeran tevlî nava pêngavê bûn û şerê terorê dikin.
Qonaxên vê pêngavê, çiqasî gihîştin armanca xwe û serketî bûn?
Herema Cizîrê girîngtirîn mewziya terorîstên DAIŞ´ê bû. Heremeke pirr fireh e û bi cografiya xwe pirr guhertî ye, hinek cih çiya ne, hinek cih jî çol in, û li kêleka wan jî dola Firatê heye. Di nav xwe de ev cografiya fireh bi dehan bajar û bajarok û bi sedan gund hene.
Bi giştî, hêzên me teqez kirin ku asta wan a şerî bilind e, û em dikarin teqez bikin ku em di parastina sivîlan û rizgarkirina gelek bajarên asê mîna Dişîşa, Bisêra, Behra, Geranîc, û gelek bajarên din de bi ser ketin.
Êrişên Tirkiyeyê çawa tesîr kir li motîvasyona şervanên we? Van êrişan bandoreke çawa li ser rewşa pêngavê bi giştî û têkiliyên we bi Hevpaymaniya Navneteweyî kir?
Ji destpêka ragihandina şerê me li hemberî rêxistinên terorîst ragihand dewleta Tirk hewl dide ku bi hemû rêbazan pêngavên me yên li dijî terorê asteng bike, di pêngava Bagera Cizîrê de ev bi taybetî derket pêş. Tirkiyeyê bi awayekî rasterast dest werda û destek da terorîstan. Wê terorîstên li Tirkiyeyê belav, kom kirin û êrişî Efrînê kir, dagir kir û qirrkirina nijadî li dijî gelê Kurd pêk tîne.
Tirkiyeyê kir şerê li dijî terorê asteng kir
Ev êrişa ne merdane ya Tirkiyeyê mîna şûrekî bû di pişta hêzên me de yên ku şerê DAIŞ´ê dikin. Wê êrişê bandoreke neerênî li şerê me yê li hemberî terorê kir. Fermandariya me rast dît ku divê em pêngavê rawestînin û hêzên xwe li gorî bûyeran bi rêxistin bikin. Mixabin destê Rûsya di vê êrişê de hebû, wê çiraya kesk ji êrişa Tirkiyeyê re pêxist.
Mijûlbûna hêzên me bi parastina Efrînê re firsendek da DAIŞ´ê ku mewziyên binerd û sererd li Hecînê çêke, û niha wan li hemberî me bi kar tîne û dixwaze temenê xwe û dema şer dirêj bike.
Koalisyona Navdewletî bi xwe şirîkê me ye di şerê li dijî terorê de û desteka ezmanî dide me, navendên DAIŞ´ê dike armanc. Lê belê ev têrê nake. Teror ne tenê komek ji mirovên bi rîh in ku serê xelkê jêdikin, lê belê zihniyetek û şêwazekî fikirandinê ye ku kesên cuda tine dike û rengên cuda napejerîne. Mîna zihniyeta li ser tek ziman, tek al, tek miletî.
Ji bo wilo, divê Koalisyona Navdewletî dewam bike di destekdayîna me ta sîstema rêveberên heremî bên avakirin û parastina pirrengîniya siyasî, etnîk were parastin. Wekî din divê projeyên geşkirin xwendinê, û bicihkirina zihniyeta demokrasiya nenavendî a li ser esasê yekîtiya di pirrengiyê de bên cihbicihkirin.
Gelo dirêjbûna pêngavê ji ber êrişên artêşa Tirk tenê ye? Hûn dikarin pozîsyona DAIŞ´ê, stratejiya wê û bandora wan ya li vê herêmê rave bikin?
Bê guman rola Tirkiyê di dirêjkirina temenê terorê de bi awayekî giştî sereke ye, ew çi li Dêra Zorê dibe yan jî li Idlib, Cerablus û Efrînê. Lê nabe ku em paşguh nekin ku ew rêxistinên radîkal ên Îslamî ji berhemên tevgera Ixwan el-Mislimîn in, rêxistina Al-Qaîde jî yek ji wan rêxistinan bû. Hemû tecrûbeyên wan rêxistinan komî ser hev bûn û ji Efxanistan, Pakistan, Qefqasiya û her weha ji Ewrûpa hatin Sûriyê. Wan tecrûbeyên şer anîn, ji Qeter pere wergirtin û pê re bûn alîkar ku xwe bi rêxistin bikin. Rola sîstemên îstixbaratî yên heremî di bikaranîna terorê de eşkere bû. Wan dixwest gelên ku li azadiya xwe digerin têxin nava du bijareyan; yan wê sîstemên dîktator ku li ser zihniyeta tek ziman, tek al, tek milet bineqînin, an jî xetera teror komkujiyan. Em dikarin bêjin, kombûyîna tecrubeyan û dayîna pereyan li kêleka piştgirtiya Tirkiyeyê bûn mîna goşt û neynokê, ji hev qut nabin û timî hev temam dikin.
Hûn di nav şerekî çawa de ne? Erdnigarî, nifûs, şêweya bicîhbûna gel û tişta ku DAIŞ´ê motîve dike çi ye?
Em niha şer dikin di pêngava dawî ya pêngava xezeba Cizîrê de. Xwezaya heremê ku li kêleka çemê Firatê ye du alî ye, ji aliyekî ve erdeke rast e û daristan û zeviyên wê pirr in, ev dibe alîkar bi DAIŞ´ê re ku xwe di nav de veşêre û xwe ji balefirên bê mirov biparêze, her weha xwezaya xaka wê ya sist dibe alîkar ku bi hêsanî were kolandin û mewziyên bin erd werin çêkirin.
Li kêleka vê heremê, heremeke berfireh a çol û tim toz heye. Her weha, gelek newalên kûr lê hene û ji aliyên terorîstan ve tên bikaranîn û roleke wê ya sereke heye di taktîkên veşartinê de.
Ev herêm wekî din li Sûriyê bi pirr nişteciyên xwe tê nas kirin, DAIŞ´a terorîst jî xwe di cih û taxên ku gelek sivîl lê ne, vedişêre. Û ji bo ku xwe ji bombebarana belafiran û şer biparêze, wan sivîlan weke mertalên zindî bi kar tîne. Ji bilî wê xwe dispêre şerê ji nişkê ve, û erebeyên bombebarkirî, û çandina mayînan li ser rêk û di malan de.
Di rojên dawî de careke din korîdor tên vekirin û sîvîl tên rizgarkirin. Beriya niha, çeteyan ji kampan de ji nav sîvîlên rizgarkirî êriş kir. Di vî warî de we rêbazên nû bi pêş xistin?
Ji roja destpêkê ya pêngavê ji beriya salekê, yek ji karê me yê sereke vekirina korîdorê rizgarkirina sivîlan bû, ji bo vî karî me yekîneyên pêşketî ku alîkariya sivîlan bikin û wan ji nava heremên şer xelas bikin, veqetandin. Û em tim beşekî ji bajaran vekirî dihêlin ji bo derketina sivîlan.
Bi giştî, xebata me ya ji bo rizgarkirina sivîlan serketî bû, lê di şerê Hecînê de kampa koçberan nêzîkî herema şer bû û hejmarek ji terorîstan xwe di nava sivîlan de bi cih kiribû. Hêzên asayişê bi peydakirina pêwîstiyên sivîlan mijûl dibûn, li kêleka dijwariya wê heremê û bahoza tozê kir ku DAIŞ wan derfetan bi kar bîne û êriş bike.
Vê carê, yekîneyên me ên eskerî yê taybet bi alîkariya asayişê û Meclisa Sivîl a Dêra Zorê sivîlan xelas dike û vediguhêzin parêzgeha Hesekê, ew herêm ji şer dûr e û DAIŞ a terorîst nikare êrişî wê derê bike. Lê divê careke din were teqez kirin ku divê terorîstên DAIŞ´ê xwe di nava sivîlan de bi cih neke û ev jî karê hêzên asayişê ye.
Di rewşa heyî de hevkariya we ya bi Hevpeymeniya Navdewletî di çi astê de ye?
Em şirîkên rast yên Koalisyona navdewletî ne, ji bo şerê li dijî terorê. Koalisyona desteka ezmanî û çekên giran dide me. Û rewş wek ku hatiye plan kirin baş e. Lê bi awayekî giştî, em li bendê ne ku ev şirîkatî ji eskerî veguhêze siyasî. Ji ber ku wek ku me berê jî got, tinekirina terorê, ne tenê şerekî eskerî ye, ew tekoşîneke siyasî ye û pêwîstiya wê heye bi rêveberiyên xweser û nenavendî yên siyasî ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN