Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Şirnexê 19’ê Nîsanê tenê di çalakiyeke sabotajê ya li hember tîmên taybet ên ketine avahiyeke 8 qatî de 30 tîmên taybet hatine kuştin. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di çalakiyên cuda yên 19’ê Nîsanê de bi giştî 45 tîmên taybet hatine kuştin.

YPS’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên di şerên li Şirnex û Geverê de jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku li dijî êrîşên qirkirin û îmhayê ciwan bi lehengî li ber xwe didin.

YPS’ê der heqê çalakiyên li Şirnexê de agahî dan, da xuyakirin ku bi rengê çalakiyên 15-16’ê Nîsanê, di 19’ê Nîsanê de jî çalakî hatine kirin. Li gor vê jî 30 tîmên taybet ên di bin xirbeyên avahiya 8 qatî de mayî, mirine, 10 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya YPS’ê de hat ragihandin ku di encama derbxwarinê de dewleta Tirk bombekirinê zêde dike, bi dehan mal şewitandine û mizgeftek jî xira kirine.


19’ê Nîsanê 45 tîmên taybet hatin kuştin

YPS’ê têkîldarî berxwedana li Şirnexê ev agahî parve kirin:

ŞIRNEX: 18’ê Nîsanê wesayîteke zirxî ya kobra li ser cadeya mezin a li Taxa Bahçelîevlerê ji aliyê yekîneyên me ve hate îmhakirin.

19’ê Nîsanê ber bi sibehê ve saet 03.20’an komek ji 40 kesî yên Tîmên Taybet ên Polîsan (POH) li aliyê mala polîsan a li Taxa Bahçelîevlerê ketin apartmaneke 8 qatî. Piştî ketina nava apartmanê di demeke kurt de yekîneyên me çalakiya sabotajê li dar xistin, di encamê de 30 POH mirin, 10 POH jî birîndar bûn. Piştî teqînê dema komek ji bo mudaxeleyê hat jî ji aliyê yekîneyên me ve ji 3 baskan bi çekên giran û ferdî çalakî hate lidarxistin û di encam de 11 POH’ên din hatin kuştin. Piştre wesayîta zirxî ya Kobra ku hewl da dest werde jî bû hedefa yekîneyên me û wesayîta zirxî hate îmhakirin, her wiha 3 POH’ên tê de jî hatin kuştin. Dîsa dema hewl dan bi wesayîta zirxî ya Akrepê mudaxele bikin jî bûn hedefa çekên giran ên yekîneyên me, li vir ajokarê wesayîtê hate kuştin. Çeteyên Qesrê piştî çalakiyê 5 saetan cenazeyên xwe yên di bin xirbeyan de bi zor û zehmetiyekê derxistin. Piştî şerên giran ên li taxên di bin kontrola me de bombekirinên bi tank, obus û hewanan pêk hatine. Piştî van bombekirinan nêzî 10 malan şewitîn, her wiha mizgeftek jî ji aliyê çeteyan hat hilweşandin. Li taxên Cûmhûriyet, Yenî û Îsmetpaşa bombekirin didome.

NISÊBÎN: 19’ê Nîsanê danê nîvro saet 11.00-12.00’an yekîneyek me li taxa Koçera pêgerek keşfê ya Drone xist xwarê. Me di daxuyaniya xwe ya berê de jî gotibû, dîsa hate dîtin ku çekek wek guleya roketavêjan davêje û li qadek 50 metreyî glovera agir pêk tîne careke din hatiye bikaranîn.


Li Geverê 3 tîmên taybet hatin kuştin

Li gundê Mexsûdava yê Geverê, ku berî hefteyekê bi zorê hat valakirin û piştre hat bombekirin, şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerî de 3 tîmên taybet hatin kuştin. Cenazeyên her sê tîmên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê ku veguheriye biryargeha tîmên taybet. Kuştina 3 tîmên taybet ji aliyê çavkaniyên nexweşxaneyê ve hat piştrastkirin.

Li gund, di şerê doh tevahiya rojê de 7 tîmên taybet jî birîndar bûn û ew anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Ji van tîmên taybet ên birîndar bûne, yên rewşa wan giran bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyên leşkerî yên li bajarên derdorê.


Nasnameya 2 şervanan 

hate ragihandin

Nasnameya endamê me yê YPS’ê yê 18’ê Nîsanê li Şirnexê şehîd ketiye wiha ye:

Nasnav: Êrîş Şîrvan, 

Nav: Îzzettîn Kûtûm

Dayik: Kûdret

Bav: Mehmet

Cihê Jidayikbûnê: Şîrwan-Sêrt


Nasnameya endamê me yê YPS’ê yê li Geverê beriya dorpêça dijmin di encama qezayekê de şehîd ketiye wiha ye:

Nasnav: Denîz Devran

Nav: Ûmût Esîn

Dayik: Zennûre

Bav: M.Nûrî

Cihê Jidayikbûnê: Amed 





HPG’ê YPS pîroz kir


Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê mesajek ji Kordînasyona Giştî ya YPS’ê re şand û berxwedana wan a li dijî rejîma AKP’ê pîroz kir.

Di peyamê de çalakiyên 15-16’ê Nîsanê yên YPS’ê li Şirnexê pêk anî weke ‘hunereke bilind a taktîkî û cesareteke mezin’ hat pênasekirin û milîtanên YPS’ê hatin pîrozkirin. Peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ya ji bo Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi vî rengî ye:

“Em berxwedana we ya pîroz a bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê li dijî êrîşên rejîma AKP’ê li Kurdistanê dimeşînin, silav dikin. Mîna li Nisêbînê, ji ber ku we herî dawî li Şirnexê di 15-16’ê Nîsanê de bi hunereke xurt a taktîkî û cesareteke mezin derbeke mezin li hêzên mêtinger-talanker xistin, em Kordînasyona we, Fermandariya we ya Şirnexê û hemû milîtanên YPS’ê yên giranbuha û hêja, ku ev çalakiya watedar pêk anîne, pîroz dikin. Em dixwazin hûn zanibin, ku di têkoşîna parastina xweseriya demokratîk de hûn bi tenê nînin; em weke HPG û tevahiya gelê Kurdistanê, wê timî li pişt vê berxwedana dîrokî bin ya ku destanên lehengiyê dinivîsîne. Têkoşîna hûn li dijî zilma mêtinger-faşîst dimeşînin, ne tenê têkoşîna parastina mafê xweser ê gelê Kurd e, di heman demê de têkoşîneke demokrasî, azadî û mirovahiyê ye ku îlhamê dide hemû hêzên demokratîk û azadîparêz.

Weke şopdarên berxwedêrên Sûr û Cizîrê, ev berxwedana we ya li Nisêbîn, Şirnex û gelek deverên din, li dijî qirkirinê li ser navê mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e û nirxan diafirîne. Em bawer dikin, ku di vê meşa xwe ya berxwedana pîroz de hûnê mora xwe deynin binê serketinên hîn mezintir. Li ser vê bingehê em hemû şervanên YPS’ê bi teqdîr silav dikin û ji dil ji we re serketinê dixwazin.” 


 ANF/BEHDÎNAN