Çi elaqeya Entab û Kobanê heye? Min bi xwe dît: li Entabê gornebaşan çar, na va ye îro hejmar bû pênc, erê pênc mirov kuştin bi hovî, ha wilo weke DAIŞ´ê.
Paşê berê xwe da Derya Reş, camêrê necamêr ji merasîman betal namîne, li wan deran çi got: çi elaqeya Kobanê û Diyarbekirê, çi elaqeya Kobanê û Colemêrgê heye? Min jî ji xwe pirsî çi elaqeya wî û serokkomariyî heye? Ez bi bersiva pirsên wî dizanim, lê ew bi bersiva pirsên min nizane, ya rastî, naxwaze zanibe. Bila be…
Navê wî ne bixêr Rece(p)b e, Tay(y)ib e û li paş wan jî Erdogan e. Dibe ku her tişt be lê camêr ne camêr e û ne jî “teyib” e. Çima? Ya rastî vê dinyayê gelek siyasetvan û gelek desthilatdarî dîtine, Tirkiyeyê jî û Kurdistanê jî. Lê belê dijminê herî har jî evqasî ne camêr nebû. Di şerê herî qirêj de jî evqasî bêedeb nebûn. Di dijminatiya herî xayînane de jî evqasî bêşerm nebûn… Ne nermên wan û ne hişkên wan, evên ku dîn û fikra xwedê ji bo desthilatdariya xwe dikin darik, maşik û sîleh timî wisa di bin re ne; di rûyê mirovî de bikenin jî mirov dizane mirov nikare pişta xwe bide wan. Evqas fen û fût di serê necis de jî nînin: di mêjiyê xwe de tevnek danîne û bê erz û bê şerm merşekê çêdikin. Merşa bêariya wan.
Çi elaqeya Kobanê û Colemîrgê heye: Herdu jî Kurdistan in: hate bîra te camêrê necamêr li Diyarbekirê di hizûra serokê Herêma Başûrê Kurdistanê de te ve nav hildabû? Ha di navbera Diyarbekir û Kobanê de û ha di navbera Mêrdîn û Şengalê de û ha di navbera Sine û Kobanê de û ha di navbera Wan û Şengalê de ew elaqe heye: ew bajarên Kurdistanê ne, tew ji xwe serxetî û binxetî nas, xizm, pismam û dotmamên hev in.
Vê carê ka tu bibêje: çi elaqeya te û serokkomariyê heye? Na na, ez li vê pirsê bihurîm, ka tu bibêeje çi elaqeya te û insanetiyê heye?

LUQMAN GULDIVE