Hem Sûriye, hem rojavayê Kurdistanê di Rojhilata Navîn de roleke girîng dilîze. Elbet şêwazê rizgarkirina bajêrên Rojava ji destê rejîmê, şêwazeke pir modern û demokratîk bû. Hem di navbera Kurd û ereban de pevçûn derneket, hem jî gel vîna xwe parast. Piştî guhertinên li Sûriyê, gelê Kurd rêxistinên xwe xurt kir. Berê jî li Rojava rêxistinbûna gel hebû. Têkoşîneke 30 salan li wir hatibû dayîn. Guhertinên li wir ji bo hemû Kurdistanê girîng in. Di Rojava de hêza herî mezin Meclisa Gel e. Ev ji bo yekîtiya netewî gaveke dîrokî ye. Berê jî ji bo parçekirina gelê Kurd hewldanên dewleta Tirk hebûn. Lê belê bi bihêzbûna gelê Kurd, tevger û planên dewleta Tirk vala derket. Beriya niha hin rêxistinên di nav Desteya Bilind de cih digirtin, hatin lîstoka dewleta Tirk û bê agahiya Desteya Bilind hin hevdîtin dane çêkirin. Lê belê bi hewldana Meclisa Gel pêşiya komployê hate girtin. Di dema dawî de serokê yek ji van partiyan bi navê Beşar Hekîm xwe ji Desteya Bilind paşve kişand. Ev nêzikbûn tenê dewletên serdest kêyfxweş dike. Pirsgirêk çi dibe bila bibe, dibe ku cudabûnên bîrdozî jî hebin, lê belê ji bo berjewendiyên netewî divê Kurd yekîtiya xwe biparêzin. Ew partiyên di nav Desteya Bilind de cih digrin hemû jî li pêş çavên gel soza yekîtiyê dane. Kesên wek Mistafa Cuma di nav siyaseta Kurdan de roleke pir negaîf dileyîzin. Bi taybetî jî rêxistina çekdarî ya bi navê Yekîneya Selahedîn hatiye avakirin, gelek texrîbat li ser gelê Kurd da çêkirin. Her kes dizane bi destên hêzên derve ve koma çekdar hatiye sazkirin.
Di dema dawî de bûyerên ku li Heleb, Efrîn û Kobanî ku li ser hevserokê PYD’ê birêz Salih Muslim êrîş hate kirin û herî dawî jî li Serêkaniyê rû da, rastiya van rêxistinan diyar kir. Kîjan hêz ger pişta xwe bide hêzeke derve û dagirker, tu caran nabin nûnerên gel. Pêwîst dike ku hêzên bi vî rengî di demeke kin de bi vîna gel, werin dadgeh kirin. Bêguman destketiyên li Rojavayê welat li başûrê Kurdistanê jî bandor dike. Dema Desteya Bilind hate avakirin, gelê başûrê Kurdistanê moraleke pir mezin girt. Ji bo alîkariya gelê Rojava li başûrê Kurdistanê alîkariyeke pir mezin hate komkirin. Ji bo siyaseta dewletan ya birçî hiştin û teslîm girtinê vala derkeve, gelê Bakur pir ked jî da. Pêwîste em gelê Kurd vê helwesta xwe li hemberî parçabûnê jî nîşan bidin, bi taybetî jî partiyên ku piştgirî jî dewleta Tirk digrin, şermezar bikin. PDK divê helwesta xwe li hemberî tevgerên wek Yekîneya Selahedîn eşkere bide der. Nexwe, wê demê gelê Başûr jî wê bêje ku PDK wek partiya desthilatdar a başûrê Kurdistanê, alîkarî dide partiyên provakatîf, cudaxwaz û hêzên Tirkiyê. YNK jî divê li hemberî êrîşên li ser Rojava têne çêkirin, helwesta xwe zelal bike.
Gelê Başûr di nav tevgerê de ye. Hin kes ketin greva birçîbûnê. Em bawerin di vê pêvajoyê de çalekiyên dijwartir wê werin Pêşxistin û helwestên zelal û radikaltir wê werin nîşandan. Encax, em bi vî rengî dikarin pêşiya komloyên parçekirina gelê Kurd bigrin, deskeftiyên ku gelê Kurd qezec kiriye, biparêzin.
NECÎBE OMER
Şîrove: Komployên li Ser Rojava, wê bi yekîtiyê têk biçe