Ji axaftinan û sloganan, dilsoziya gelê Kurd ya bi azadî û yekîtiyê re derket holê. Gelê Rojava bi van meşan biryardariya xwe ya ji bo parastina destketî û nirxên xwe nîşanî her kesî da.
Bê goman xwepêşandanên bi heybet, ne tenê gelê Kurd, her weha bala cîhan û dewletên herêmê jî kişand ser rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê çende ye ku dezgehên çapemeniyê yên cîhan û herêmê beriya meş werin lidarxistin, cihekî berfereh dan şîroveyên derbarê rojavayê Kurdistanê de.
Her çendî hin derdorên herêmê îdîa dikin ku tevgera Kurdan wê rê li ber zêdebûna aloziyan veke jî, xwepêşandanên li rojavayê Kurdistanê ku bi temamî di bin kontrola Kurdan de û bi awayekî aştiyane pêk hatin, îdîayên van derdoran pûç kirin. Xwepêşandanên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel ve hatin parastin serkeftî bi encam bûn.Ya girîng ew e ku encamên xwepêşandanan û peyamên gelê rojavayê Kurdistanê dayî, bi awayekî rast werin nirxandin. Ev yek bi qasî gelê Kurdistanê, ji bo hêzên navneteweyî û yên herêmî jî xwedî girîngî ye. Axaftinên di xwepêşandanan de û sloganên hatin gotin, vê rastiyê li ser her kesî ferz dike.
Mirov dikare peyamên ji aliyê Kurdan ve hatin dayî weha rêz bike:
Ya yekemîn; Desteya Bilind a Kurd ku ji aliyê hemû rêxistin û tevgerên rojavayê Kurdistanê ve hatiye qebûlkirin, xwepêşandan birêve birin. Bi vî awayî desteya bi awayekî fermî hatiye ragihandinç yekemîn gava pratîkî ya di warê yekîtiyê de avêt. Xwedîderketina bi coş ya gelê Kurd li desteya bilind, ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistan, her weha ji bo parçeyên din jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ev xwepêşandan, rastiyeke weha jî raxist ber çavan; parastina destketiyên rojavayê Kurdistanê encax bi pêkanîna yekîtiyê û têkoşîna hevpar werin parastin. Ev xwepêşandan, nîşana pêkanîna yekîtiya hêzên rojavayê Kurdistanê bûn. Bi vî awayî astengiya herî mezin ya li pêşiya azadiya gelê Kurd, êdî ji holê hat rakirin.Helwesta gelê Rojava nîşan da, bersiva herî pêwîst da hêzên dagirker û desthilatdar.
Peyama dûyemîn jî ev bû; Di rewşa heyî de, li rojavayê Kurdistanê çareseriya herî maqûl û di cih de, avakirina rêveberiya xweser e. Êdî gel tevî meclîsên xwe biryaran dide, destketiyan bi hêza xwe ya cewherî diparêze, saziyên perwerdeya bi zimanê dayîkê pêş dixe, navendên tendurustiyê vedike, hêza xwe ya dadgerî û adaletê birêxistin dike. Bi gotineke giştî, êdî gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike. Ev yek jî ji bo rojavayê Kurdistanê tê wateya bidestxistina statuyê.
Bê goman ku ev destketî û pêşketinên li rojavayê Kurdistanê ji xwe ve pêk nehatin. Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê ji bo bibe xwediyê van destketiyan sebreke mezin nîşan da û berdêlên giran dan. Ev destketî encamên keda birêz Ocalan û berhemên têkoşîna azadiyê ya bi dehê salan e. Di xwepêşandanên
dawî de, xwedîderketina gel li Ocalan û dilsoziya pê re  ev rastî raxiste ber çavan. Gelê Rojava her weha destnîşan kir ku ew ê bi parastina destketiyên heyî hemû mafên xwe yên rewa bidest bixe.
Peyama sêyemîn jî ev bû; Kurdên Rojava bi xwepêşandanên xwe, helwest û vîna xwe ya azad nîşan dan ji hêzên herêmî û navneteweyî xwestin û vê rastiyê di cîh de binirxînin. Ji van hêzaran gotin, êdî Kurd ne yên dema sedsala 20'an e. Êdî Kurd xwedî rêbertî, rêxistin û hêza bidestxistina azadiya xwe ne. Peyam dan ku êdî Kurd di sedsala 21'an de wê rê nedin siyasetên înkar û tinekirinê. Nîşan dan ku êdî jiyana bindestî, qirkirin û asîmîlasyonê wê bi ti awayî ji aliyê gelê Kurd ve neyên qebûlkirin.Helbet divê baş were zanîn ku xwepêşandanên li rojavayê Kurdistanê, bû yek ji xelekên bîngehîn yên serhildanên gel û wê cihê xwe jî weha di nava rûpelên dîrokê û têkoşîna azadiyê de bigrin. Di aslê xwe de, peyama herî girîn ya ku gel xwest di xwepêşandanan de bide jî, ev bi xwe bû.Xwepêşandanên li rojavayê Kurdistanê ku bi coş û rihê serhildanê pêk hatin, biryardariya gelê Kurd ya ji bo azadî û demokrasiyê raxist ber çavan. Bi hêviya ku ku her kes vê biryardariya gelê rojavayê Kurdistanê û peyamên dayî rast binirxîne û bibîne...

DIYAR CIWAN