Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di kongreya xwe ya sêyemîn de sîstema xwe ya kar guhert û bernameya xwe ya kar a dema nû eşkere kir.
TEV-DEM‘ê di kongreya xwe ya sêyemîn de ku li navçeya Rimêlan li dar xistibû, rêzikname û pergala xwe ya rêxistinî guhert ku giraniya xebata xwe dide perwerdekirin û bipêşxistina civakî. Her wiha biryarên girîng di aliyê civakî û siyasî û parastinê de derxistin. Di vê çarçoveyê de erkên birêxistinkirina kom û meclisan radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin kirin.
Meclîsa TEV-DEM’ê ava bû
TEV-DEM di kongreya xwe ya sêyemîn de meclisa xwe ku ji hevserok û 64 endamên ji heremên Bakurê Sûriyeyê pêk dihat, ava kir. Tevger bi avakirinê meclisê, dê dest bi xebatên xwe yên rêxistinkirina civakê bike. Her wiha xebatên rêxistinkirina karûbarên saziyan didomîne û xwe dighîne beşê parêzer, pîşesaz, rojnamevan, jin, dermanfiroş û hwd.
Mekanîzmeya nû ya karê meclis, komîn
Ji destpêka damezirandina TEV-DEM‘ê ve, meclis û komîn erka tevgerê bûn, ku tevger li ser avakirin û birêxistinkirina komîn û meclisan disekinî, tevgerê di kongreya xwe ya sêyemîn de biryar da ku xebatên meclis û komînan radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike, rêveberî dê pêwîstiyên wan pêk bîne. Dîsan jî, tevger dê di bipêşxistina komîn û meclisan de di warê perwerdeyê de cihê xwe bigire.
Têkildarî saziyê ku radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine kirin, dê di nava desteyan de xebatê bikin, mîna Meclisa Malbatên Şehîdan dê di girêdayî Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan be.
Rewşa partiyên siyasî
Ji herêmên Bakurê Sûriyeyê, 5 partiyên siyasî di nava TEV-DEM‘ê de cih digirin. Partî ev in; Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Aştiya Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê (Partî) li gorî biryarên konferansa sêyemîn a TEV-DEM‘ê, ev partî ji tevgerê cuda dibin û serbixwe karê xwe li gorî bingehê Netewa Demokratîk dê pêk bînin.
HPC êdî girêdayî TEV-DEM´ê ye
Hêzên Parastina Civakî (HPC), ji aliyê şêniyên tax û bajaran ve hatin avakirin, ev hêz bi dildarî li gel Hêzên Asayîşê, parastinê dike û rizgarkirina gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê de bi roleke mezin rabû. Di konferansa dawîn a TEV-DEM‘ê de biryar hate dayîn ku HPC di bin sîwana TEV-DEM‘ê de karê xwe dewam bike.
QAMIŞLO