Nivîskar Şêrzad Hesen bi rêya romanên xwe yên bi navê “Hesar û Segên Bavê Min” û “Taxa Daholan” ve din av Kurdên Başûr de  tê naskirin. “Hesar û Segên Bavê Min” mirov serwextî nasnameya malbat û civaka ku dike. Malbat û civakeke heta dawî bavsalar û bêrehm. 

Nivîskar Şêrzad di “Hesar û Segên Bavê Min” de, du tiştan ji xwînerên xwe re dibêje: Yekem, straktûr yan pêkhateya civaka Kurdî pêkhateyeke mêrane û zalim e. Duyem, dijberên wê pêkhateyê “kurên bavê romanê” di dawî de ji aliyê bav tên kedîkirin û ji nû ve xeleka bavsalariyê vedijînin. 

Şêrzad di wênekirina van her du xalan de hewl dide hewcedarî rehabêjiya nedastanî nebe û karakterên xwe ji cîhana real ya Kurdî li bêjinga kesayetiyên dastanî bide. Zimanê romanê petî, kartêker û çîrokvanî ye. 


Vegotina Kurdî bihêz kir

“Hesar û Segên Bavê Min” xaleke werçerxînê ya berçav e di dîroka çîroknivîsiya Kurdî de ku piştî xala werçerxîna yekem, yanî “Pêkenîna Geda” ya Hesenê Qizilcî, binemaya vegotina Kurdî bihêz kir.

Di “Taxa Daholan” de, Şêrzad Hesen bi realîzmeke zêdetir kok û bingehên mirovê civaka Kurdî lêkolîn dike. “Taxa Daholan” ji aliyekî ve di çarçoveya diyarkirina rewşa jiyana mirovê Kurd, xema wî mirovî wesf û wêne dike û ji aliyekî din ve jî wan rewş û kesan rexne dike ku mirovê Kurd hem li ser asta civakî û hem jî li ser asta mirovî xemok, xemsar û çarereş dihêlin. Zimanê “Taxa Daholan” îronîk û tal e ku bi hûrbîntirîn şêwe rewşa trajîk ya mirovê Kurd berçav dike. 


Deşta Şêrzad

Di romana “Deşta Karmamizên Kuştî” de, Şêrzad Hesen zimanê janreke wêjeyî nola “heyran” ku bi rastî janreke girêdayî edebiyata devkî ya Kurdî ye, bo afirandina romaneke modern bi kar tîne. 

Herçiqasî ew zimanê çir û himbiz ê “Hesar” li vir ne amade ye jî lê Şêrzad bi hûrbînî asta xewn û rastiyê vedixepêre, anku gelo serpêhatiya Hemîn û Bayiz, her du qehremanên romanê, di rastiyê de yan di xeyala Bayiz de qewimiye? Şêrzad xewn û rastiyê tevlîhev dike û xwînerên xwe tûşî cefilîna estetîk dike. Şêrzad Hesen di vê romanê de asta ciwankariya teknîkî û ciwaniya ziman, herçiqasî kêm zêde dirêjdariştî be, tevlîhev dike û rê nade romana wî bibe meydana lîstika formbazî yan zimanbaziya reha. 


Pênûseke netebitî ye

Bi giştî pênûsa Şêrzad Hesen pênûseke netebitî, bêhedan û rexnegir e. Şêrzad di cîhana çîrok û romanên xwe de, ne tenê bi rewşa heyî qayîl nabe; lê li hemberî vê rewşê bihêrs Wek mînak, çarenûsa jin û keçên Kurd di civaka Kurdî de ku berhema vîna mêrsalar ya mêr û jinên Kurd bixwe ye, li ba Şêrzad ne siruştî û neasayî ye. Lewra xewna berhemên wî dawîanîn e li wê rewşa ku jin tê de dibin qurbaniyên vîna veşartî û aşkera ya sîstema desthilatdariya mêrsalarî. 


Rewşa Kurdan

Di cîhana dastanî ya Şêrzad de, ger mêrê kurd xemok û kurdûnde û qels be û eger jina kurd bindest û heweskuştî û belengaz be, sedemê vê yekê ew e ku mirovê kurd “jin û mêr” ji rewşa jiyaneke hêja hatine veqetandin û bêparhîştin. 

Pênûsa Şêrzad Hesen pênûseke hişyarker û di heman demê de piştrastker e. Pênûsa Şêrzad çavên me li hember wan pêkhate û pêwendiyên ku me dixapînin û diperçiqînin vedike, wek desthilata olî, bavsalarî, sermayedarî û nasyonalîst. 

Herwiha, tim Şêrzad di berhemên xwe de peyama serketina bedewiyê bi ser kirêtiyê de radigihîne. Pênûsa Şêrzad ji nijada bahozê ye. Bahoza ku neçar e hilweşîne daku careke din hêviya rabûn û vejînê di dil û derûna kesên çewisandî û malwêranbûyî de geş û şîn bibe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN