Babat liser rêvebirina van dibistanan axivî û bal kîşand ser awayê sistema rêvebirinê, babat wiha got: “Rêvebirina van dibistanan û diyarkirina endamên mamostan li gorî dibistanan, di konferansa dû salan carek çêdibe de bi hilbijartinek demokratik ya koordînasyonên dibistanan û li gorî pêwîstiyên bi cihkirina mamosteyan ji aliyê vê koordînasyonê ve tê çêkirin”. Babat liser têgihiştina zanistê jî wiha got; “ Sîstema perwerdê, fêrkirina zimanê Kurdî û li rex vê di her beşê zanistê de zanabûn û têgihiştinê bi zarok û ciwanên Wargehê re çêkirin û avakirina kesayetên Kurdperwer û di bandoriya Rêber Apo de têgihişti diyar dike. 

Mûfredata perwerdê û ferqa sîstemên din

Babat wiha baldikişîne li ser ferqiyeyeta perwerdeya wargehê ji sîstemên dinê “Weke mûfredata perwerdeya zarok û ciwanan di dibistanên me de hemû beşên zanistê tê fêrkirin. Xwendin û pêşvebirina zimanê dayikê bingeh tê girtin. Lê li rex vê fêrbûna zimanê Îngîlizî û Tirkî tê dîtin. Beşên zanistê yên weke, Bîrkarî, fizîk, kîmya, Biyolojî, felsefe, Erdnîgarî, Dîrok û Sosyolojî tê dayîn. Ev beşên zanistê di hemû sîstemên cihanê de hene. Lê cudahiyek diyar ya ku sîstema me ya perwerdê, ji sîstemên din cuda dike, di sîstema me de diyarkirin û avakirina kesên ku xebatên zanistê diyarî kirin, li rex vê avakirina kesayetên xwedî zanist, avakirina kesayetên xwedî exlaq civakê, welatparêz û hertim bi nirxên xwe ve girêdayî ye.  
Babat diyar kir ku, parêzvanekê baş yê Ekosîstemê û wekheviya zayendan diparêze, lewma jî waneyên ku di mûfredatan de neyên dayîn, me di mûfredata xwe de bi cih kiriye.

Waneyên girîn û jiyanî
Babat mînakên wê jî wiha vedibêje: “Waneyên weke, Jînolojî, Ekolojî, Çand û Exlaq waneyên ku di rasteka avakirina kesayetên xwedî exlaqê civakê, wekheviya zayendê diparêze û xwezaya xwe diparêze di waneyên girîng dide zarok û ciwanên Wargehê.
Babat di berdewama axaftina xwe de bal kîşand ku Xwendekarên Wargehê li gorî beşan, mirov dikare bêje liser her beşan belav bûne. Lê belê bi zêdehî beşên zanistê yên weke, Birkarî, fizîk û kîmya li Xwendekaran zehmet tê. Ji aliyê bijartinê de mirov dikare bêje hevsengiyek ya waneyan heye.
Li wargeha penaberan a mexmûrê ku dibistan ketibûn betlaneya havînê de, wê perwerdeya sala nû di 20’ê mehê îlonê de dest bi perwerdeya xwe ya sala 2011-2012’ an bike. Xwendekarên Wargehê wê bi cil û bergê xwe yê fermî bi merasimekê girseyî dest bi perwerdê bikin.


BÊRÎTAN KARA - DÎHA-MEXMÛR