
Parlementerê Başûrê Kurdistanê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanî (YNK) Salar Mehmûd der barê rewşa dawî ya bajarê Kerkûkê de, got, ″Li Başûrê Kurdistanê li aliyekî xeterên cidî, li aliyê din jî derfetên dîrokî hene. Ji ber vê divê em pirsgirkên hundir ên aborî, siyasî û hiqûqî çareser bikin û li hember rêgezên destûrê rêzdar bin. Ev pirsgirêk ji ber desthildariya PDK′ê rû didin.″
Parlemen divê bê aktîfkirin
Salar anî ziman ku pêwîstî pê heye ku sîstema rêvebirina herêma Başûrê Kurdistanê ji binî ve were guhertin û wiha domand: ″Divê têkîliyên di navbera partiyên siyasî de di ber çav re bêne derbaskirin, parlemen were aktîfkirin û li hember saziyên dewletê rêzdarî hebe, da armancên neteweyî û demokratîk pêk werin. YNK destekê dide sîstema demokratîk da ku doza gelê Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk li her çar parçeyên Kurdistanê were çareserkirin. ″
Salar xweseriya Başûrê Kurdistanê jî wiha nirxand: ″Serxwebûna di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de, mafê her gelî ye. Gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bi salan e tê dikoşe. Li Bakurê Kurdistanê bi serkêşiya Şex Seîd şoreşa serxwebûnê dest pê kir, armanca vê şoreşê avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe bû û bi têkoşîna li ser vê riyê, Şêx Seîd û bi hezaran têkoşer şehîd bûn.″
Salar bûyerên li Kerkûkê rû dayî bi gotinên ″Rakirina ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê, ji bo gelê Kurd û YNK´ê, serketineke dîrokî ye" nirxand û wiha dewam kir: "Bi nerîna min rakirina ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê biryareke di cih de ye û li gorî destûra Iraqê ye. ″
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN