Ji birêveberên Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî ji bo sîstema perwerdeyî ya Swêdê got, li Swêdê gelek zimanên fermî hene, dinya êdî ber bi pirrzimanîbûnê ve diçe.

Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê sala 1996´an hat damezradnin. Înstîtuyê xebatên, zanistî, rewşenbîrî, çandî û hunerî ji xwe re kire armanc. Semîner, perwerde û çalakiyên li ser zimanê Kurdî, çanda Kurdan jî di nava çalakiyên Înstîtuyê de yên herî derdikevin pêş in. Halê hazir dersên zimanê Kurdî, dersên alîkariyê ji bo serketina dibistanê ji bo zarokên zehmetiyan dibînin, dersa felsefê jî ji wan kursan in ku li Înstîtuyê dewam dikin. Înstîtuyê bi navê Avaşîn (13 hejmar weşiyane) kovarek weşand û bi navê “Weşanên Rewşen jî 68 pitûkên çap kirin. Niha navê weşanên Înstîtûyê, “Weşanên Înstîtuya Kurdî” ye û heta niha 22 pirtûk çap kirine. Ji birîveberên Înstîtuyê Kamran Simo Hedilî ku bi xwe li ser wêje û helbestê lêkolîn kirine û di vî warî de çalak e,bi girîngî îşaret pê dike ku ew weke Înstîtuya Kurdî salê du caran semîneran li dar dixin ji bo dêûbavan da ku bikaranîna Kurdî teşwîq bikin. Înstîtu bi pirtûkxaneya xwe jî xizmeta Kurdan û xelkê elaqedarî Kurdan dike û li pirtûkxaneyê qederê 6 hezar pirtûkî hene; derfetên pirtûkxaneyê ji xwendevan û lêkolîneran re jî vekirî ye.


Şeş zimanên fermî bêhtirî 100 zimanên malê
Kamran Simo Hedilî di biwara pergala perwerdeyî ya Swêdê de agahî dan. Li Swêdê tevî zimanê Swêdî şeş zimanên fermî hene. Li gorî pergalê perwerdehiya bi van zimanan li deverên wan pêk tê û ev ziman li deverên xwe di heman demê de zimanên fermî ne jî. Ev ziman Swêdî, du şêwezarên Fînladî (Fînlandiya Swêdê û ya Fînlandaeyê), Romanî, Yîdîşî (zimanê Cihûyên Ewrûpayê) û zimanê Samiyên xwecihê bakurê Swêdê ne. Bi van zimanan perwede tê kirin û ev ziman dikarin li her deverî werin fêrkirin û li deverên xwe jî bi hemû fonksiyonên zimenekî fermî radibin.
Ji bilî van zimanên fermî, zêdeyî sed zimanên koçberên ji deverên din ên dinyayê hatî Swêdê hene. Komunên (miqabilê şaredariyan in) Swêdê jî bi van zimanan dersan organîze û fînanse dikin. Ji van dersan re “dersên zimanê malê”  tê gotin. Hin Komun hefteyê saetekê û hin jê jî hefteyê du saetan ji van dersan re vediqetînin. Jixwe herçî perwerdeya destpêkê û navîn e bi destê komunan tê organîzekirin û ev erka wan e. Herçî Kurdî ye di nava van zimanan de li Swêdê bi şêwezarên Soranî û Kurmancî (Kurdiya Jorîn û Kurdiya Jorîn navên fermî ne li Swêdê) li Komunan tên fêr kirin. Şêwezarên din ji ber nebûna xwendekaran di sîstema perwerdeyê de cihê xwe nagirin.  

Zarokên diçin dersên Kurdî Li dibistanê serketîtir in

Kamran Simo Hedilî dibêje, hebûna van dersan baş e; lê belê ev têrê nake. Li gorî Hedilî, zarok bi kîjan zimanê bilîze, ango zimanê lîstikê kîjan be, ew ziman bi zarokê şîrîntir e. Hedilî weha peyivî: “dema ku ji bilî dersekê, ders hemû bi Swêdî bin, lîstika zarokê, spora wê bi Swêdî bin, her tişta wê, xewna wê bi Swêdî be, hingê saetek dersa zimanê malê têra ti tiştî nake; lê belê ji nebûnê çêtir e ji bo xerîban. Ya ku mirov dikare ji bo welatê me lê bifikire ne ev e, lê belê hebûna 6 zimanên fermî ye li Swêdê. Herçî ev dersên zimanê malê ne, dema ku li dibistanekê 3 zarok doza dersên bi zimanê xwe bikin, hingê komun neçar e mamosteyekê/î terxan bike da ku dersên vî zimanî bide.
Hedilî ji bo helwêsta zarokan jî dibêje, zarok gelekî dixwazin biçin vê dersê, lê belê zarok ne ku ji bo bi pêş bixe û bi zimanê xwe bijî diçin dersê, bêhtir ji bo fêrî Kurdî bibe diçe dersê. Di biwara mijarê de Kamran Simo Hedilî weha dipeyive, “ji tecrûbeyên mamosteyên Kurdî ku li vir li Înstîtuyê em gelek caran bi wan re semîneran jî organîze dikin, zarokên dersên Kurdî li dibsitanê dixwînin, ji dibistana navîn û pê ve bêhtir xwe didin  dersan û paşê jî di dibistanên bilind û zanîngehan de jî serketî ne. Ev nifş hem xwedî Kurdiyeke fesîh e, dikare pê bixwîne û binivîse, û hem jî di warê akademîk de serketîtir e û mejiyê wî li dinyayê vekirîtir û firehtir dibe. Lê diyar e heta ku di dibistana destpêkê de ne ev ders ji wan re giran e û weke barekî ye.”

Civaka Kurd li Swêdê ji destpêkê ve kurdîaxêv bû

Ji bo civaka Kurd a li Swêdê jî Hedilî dibêje, “aliyekî taybet ê Swêdê jî civaka wê ya Kurd e. Dema ku ev civak hatiye û li Swêdê bi cih bûye, jiyana wê bi Kurdî ye. Dema ku jiyana civakê ya navxwe bi Kurdî ye, vê yekê tesîra xwe li zarokên wê jî kiriye. Lewma jî zarokên Kurdan li vir hem bi Kurdî dipeyivin û hem jî diçin bi Kurdî dixwînin. Herçî welatên din ên Ewrûpayê ne, dema mirov li ber hev bigire, zimanê Kurdî hem di nava nifşên nû de û hem jî di nava nifşên kevin de i Swêdê pêşketîtir bû. Du zarokên Kurd li Swêdê dema bên ba hev mimkin e bi hev re peyivîna wan bi Swêdî be, lê wê ne bi zimanekî wan dewletên dagirker li Kurdistanê be. Yan na zimanê wan Kurdî ye, carinan jî Kurdî û Swêdî têkelhev dikin. Ya ku min li Elmanyayê dîtî bi xwe ew e ku ziman para bêhtir ne Kurdî bû, nexasim di nava ciwanan de. Nebûna dersên Kurdî li Elmanyayê yan jî belavnebûna wan diyar bû. Herçî Swêd e, ev bêhtirî 25 salan e ku dersên Kurdî tên dayîn. Dinya ber bi pirrzimaniyê ve diçe û vegera ji vê sîstemê li Swêdê mimkin xuya nake.”



LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT