Li bajarê Silêmaniyê, di 20’emîn Festîvala Rewşenbîrî ya Gelawêj de ku îsal li ser nave Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî li dar dikeve, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qûbad Talebanî peyamek pêşkêş kir û di peyamê de got; “Pêwîst e beriya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de werin çareser kirin.”
Qûbat Talebanî bi vî rengî bang kir; “Werin, em bi hev re kar bikin li ser sîstemeke federal û serbixwe li herêmê. Bi berpirsyariya hizbî û siyasî, bêminetî em êş û kedera gel fêm nakin.”
ROJNEWS / SILÊMAN