Terîfa zilma mutleq: Ez ji bilî Kurmancî bi ti zimanekî din nizanim. Ji ber ku ez bi Kurmancî diaxivim, telefonê qut dikin. Ez nikarim bi kurê xwe re bi zimanê xwe biaxivim.
Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven, piştî 1´ê Adarê li temamê hepsên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bûn. Herî zêde malbatên girtiyan dikarin xwe bigihînin wan û dîsa ew in ên ku herî zêde bi çalakiyên xwe xwedî li wan derdikevin. Yek ji van girtiyan jî Mervan Ertaş ê Şirnexî ye. Dayika wî Mervan Ertaş, Aqîde Ertaş diyar kir ku ji ber ew bi Kurmancî bi kurê xwe yê di greva birçîbûnê de diaxive, telefona wê qut dikin û got: “Wê hê jî çiqas dilê dayikan bişewite?”
Em ji bo jiyanê li ber xwe didin
Girtî Mervan Ertaş li Hepsa Tîpa E ya Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Ertaş ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Ev 7 sal in ku Mervan Ertaş girtî ye û bi îdaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hatiye birrîn. Mamê Ertaş, Resûl Ertaş jî li Hepsa Konyayê bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ye.
Dayika Mervan Ertaş, Aqîde Ertaş dibêje, herî dawî beriya bi 2 mehan wê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û got, “Tenê dengê wî hat min. Kurê min herî dawî got ‘Em ji bo bijîn li ber xwe didin.’ Dengê wî baş nedihat. Digot ‘Em baş in. Em ji bo dilê dayikan neşewite têdikoşin.’ Xwest kêfa me li cih be.”
Dayik Ertaş bi bîr dixe ku her roja diçe, rewşa siheta girtiyan nexweş dibe û wiha dipeyive: “Em dixwazin aştiyeke mayînde pêk were. Divê em werin gel hev û xwedî li zarokên xwe derkevin. Wê hê jî çi qasî dilê dayikan bişewite?”
Ji ber Kurmanciyê telefonê qut dikin
Dayika Mervanî, Aqîde Ertaş tîne ziman ku herî dawî dema bi kurê xwe re diaxivî, çend caran telefon hat qutkirin û dibêje: “Ez ji bilî Kurmancî bi ti zimanekî din nizanim. Ji ber ku ez bi Kurmancî diaxivim, telefonê qut dikin. Ez nikarim bi kurê xwe re bi zimanê xwe biaxivim. Ez ê giliyê vê yekê bikin, ez ê biçim daxwazname bidim parêzer.”
ŞIRNEX