
‚Wa ye PKK rabû’
Temel, di girtîgeha Amedê, gelek caran beşdarî çalakiya greva birçîbûne bû û bi zilma Esad Oktay ya hovane re rû bi rû ma. Strana "Waye PKK rabû" jî di wê demê li hember zilma dewletê, di girtîgehê de bi destê Temel bi tayên gorê hat nivîsandin. Temel, bi helbestên ku dinivîsandin jî dibû dengê Kurdan. Di girtîgeha Amedê de ligel ev qas îşkenceya giran strana xwe ya bi navê 'Bûka Kurdan' pê pênûs û lênûsk di mêjûyê xwe de dinivîse. Di destpêka salên 1990'î de sirgûnî Girtîgeha Amasyayê dibe û ji ber ku sûcên şênber nayên dîtin serbest tê berdan. Temel di têkoşîna xwe ya azadiyê piştî azad dibe jî berneda û di avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê de cih girt. Di heman demê de di avakirina Koma Çiya ku yek jê komên yekemîn tê dîtin de cih girt.
Destnivîsa ’Şitla Azadiyê‘
Di salên 1990'î ku li ser Kurdan agir dibarî Temel jî tamîş neda. Temel, di sala 1992'an de piştî strana "Şitla Azadiyê" ku strana wî ya hê jî di nav Kurdan de bûye strana têkoşînê got û ji studyoyê derket, berê xwe da çiyê. Her wiha destxeta Temel ya strana "Şitla Azadiyê" jî beriya salvegera şahadeta Temel hat dîtin. Destxet heya niha li Rojavayê Kurdistanê ligel hevalên Temel hatiye veşartin. Malbata Temel, piştî ew çû refên PKK'ê ji aliyê leşkeran ve gelek zilm dîtin. Diya Temel jî sê caran bi suîkastê re rû bi rû ma. Her wiha mala wan jî bi roket û guleyan rastî êrîşan hat. Temel, di nav PKK'ê de jî li herême Mêrdînê fermandarî kir û di 9'ê tîrmeha 1994'an de li Şemrexa Mêrdînê, mintiqa Carêsêrgo di pêvçênekê de jiyana xwe ji dest da. Piştî 19 salan di 2'yê Cotmeha 2013'an de hestûyênTemel hatin dîtin. Hat hînbûn ku piştî Temel jiyana xwe ji dest daye jî cerdewanan bi awayek hovane, bi mazotê cenazeyê Temel şewitandin. Di heman demê de serê Temel bi laşê wî hat birîn û li cihekê cûda de hat dîtin. Heval û hunermendên hevalên Temel ji DîHA'yê re li ser têkoşîna wî nêrîna hunerê axivîn.
Bê pênûs ‚Bûka Kurdan‘ nivîsand
Heval û hunermendên hevalên Temel li ser têkoşîna wî nêrîna hunerê axivîn. Hevalê Temel ê girtîgehê û di avakirina Koma Çiya de cih girtine Celal Ekîn da zanîn ku wan di sala 1988'an de li girtîgehê hev du nas kirin û gelek kêfxweş e ku rêhevalek bi şoreşger re hev du naskirine. Ekîn, destnîşan kir ku Temel di her qadê jiyanê de şoreşgeriyê de xwe xuya dikir û ew coşa wî ya şoreşger di xebatan de jî xuya dikir. Ekîn, diyar kir ku wî derfetên xwe her tim xwe diafirand û tu carî nedixwest bikeve nav çerxa pergalê û wiha axivî: "Ji ber ku nedixwest di şert û mercên ku pergal pê zorê dide bisekine berê xwe da çiyê. Her tiştî da kêlekekî û tevlî refên azadiyê bû." Ekîn, anî ziman ku Temel hem hunermend, hem şoreşger hem jî dîrokzan bû û di her qadî zanistiyê de jî xwedî agahî bû û dirêjî da axaftina xwe: "Her tim pêşketin ji bo wî xala sereke bû. Ew ne tenê bi tembûra xwe hunermend bû. Di heman demê stranên wî ku niha hê jî bi kêfxweşî tên guhdarkirin jî di nav şer û mercên herî giran de nivîsand. Di îşkenceyan de helbestan bêpênûs û lênûsk di dilê xwe nivîsand."
Têkoşîn û şoreşgeriya Temel
Ekîn, diyar kir ku heke ruhê Kurdistanî ya Temel nebûya niha stranên wî ew qas bandor li ser gel nedikir û wiha pê de çû: "Ji bo ku em heval Temel fêm bikin divê em rihê stranên wî binêrin. Heke ew rih nebûya niha albûma 'Rozerîn' a Koma Çiya jî dernediket holê." Ekîn, behsa serpêhatiyek bi Temel re jiyaye jî kir û wiha got: "Dema albûma Rozerîn derket wê demê heval Temel di nav PKK'ê de bû. Piştî salekê ji min re telefonek hat. Min dît ku hevalê Temel li min digere û ji ber albûmê em pîroz kirin. Ew axaftin û gerîna wî qet ji bîra min naçe." Ekîn, da zanîn ku wî hemû ferasetên baş di şexsiyeta xwe de berhev kiribû û got ku heke hunermend û takekesên niha feraseta Temel a wê demê baş fêm bikin tişta ku nekaribin bikin nîn e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo hunermendên me jî jiyan û têkoşîna heval Temel mînaka herî girîng û mezin e."
"Li hember zilmê serî rakir"
Hevalê Temel ku di salên 1978'an de hev du nas kirin Mahmut Barik jî anî ziman ku Temel wekî her ciwanên Kurd bi li hember zilma Kurdan hat kirin rabû ser piyan û têkoşîna xwe berdewam kir. Barîk, da zanîn ku ew jî di heman girtîgehê de bi Temel re bi hev re mane û got ku Temel tu carî parastina siyasî nekir û wiha got: "Di dadgehê de tu carî serê xwe netewand û ji ber ku ji doza xwe pir bawer bû." Barîk, diyar kir ku demekê ew bi 36 hevalên xwe ketine heman cihî û Temel jî tê de bûye û wiha berdewam kir: "Temel ji ber ku di kesayetiya xwe de ruhek têkoşer dihewand, hemû hevalan motîve dikir." Barîk, destnîşan kir ku Temel ji ber ku xebatên xwe têrê nedît çû ser çiyê û tevlî PKK'ê bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema Temel tê bîra min biratî û rêhevaltî tê bîra min. Temel kedek mezin di Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de da û divê ev neyê jibîrkirin."
GOKHAN ALTAY/DÎHA/AMED