Şivan Perwer lêborîna xwe xwest
Ji ber daxuyaniyên vîdeo yên hunermend Şivan Perwer li ser tora civakî kirî beşekî civaka Kurd û pirranî civaka Kurd a Êzdî nerazîbûn nîşan da. Şivan di daxuyaniyên xwe de li ser hin bîrûbawerî, teqalîd û bûyerên di nava civaka Êzdî de peyivîbû û di dema van axaftinên xwe de hinek gotin bi kar anî bûn, yên weke gotinên “faşîst û nemirov” bi kar anîbûn. Li ser vê, beşekî civaka Kurd dawa lêborînê li Şivan Perwerî kiribû.
Hunermend Şivan doh bi daxuyaniyeke vîdeo ya li ser tora medya civakî lêborîna xwe xwest û got, ew Şivanê gelê Kurd hemûyî ye, û bi ti awayî meqseda wî nîne ku ew dilê Kurdekî jî bihêle û biêşîne. Şivan ji bo civaka Êzdî jî dibêje, ew cewherê me ne, û gotinên bi kar anîne jî şaş hatine fêhmkirin, wî ji civaka Êzdî re negotiye “faşîst û nemirov”, wî ji bo hin rewşên nebaş ve peyv bi kar anîne û got, "ez naxwazim di nava me de tiştên nebaş hebin, min xwest wê bibêjim, lê di warê uslûbê de kêmasî bûbe û min dilê hin kesan hiştibe û êşandibe, lêborîna xwe dixwazim."
Bi vê daxuyaniya Şivan Perwerî, çav li rê ye, devjenî û tansiyona di nava civakê de bi dawî bibe. Hunermend Şivan jî di daxuyaniya xwe de xwest her kes bêhtir ji hev re sîngfireh be û got, "bêyî cudahî, êşa her Kurdî ya çi xwedî bîr û baweriyê dibe bila bibe êşa min e." NAVENDA NÛÇEYAN