Leşkerên artêşa Tirk ku êrîşî şêniyên Kobanê yên li ser sînor dagirkerî protesto dikirin kir, ciwanekî 17 salî qetil kirin. Di êrîşên li ser sînor de 7 jê giran 80 kes jî birîndar bûn. 

Şêniyên Kobanê ku ev hefteyeke li dijî lêkirina dîwarê dagirkeriyê li ser sînor nobedê digirin, danê vê sibehê bûn hedefa guleyên leşkerên Tirk ên dagirker.

Hat ragihandin, ku di vê êrîşê de ciwanekî 17 salî jiyana xwe ji dest daye.


Hejmara birîndarên Kobanê bû 80

Ji ber êrîşên leşkerên artêşa Tirk a dagirker, 7 jê rewşa wan giran 80 kes birîndar bû. Welatiyên Kantona Kobanê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, çalakiyek protestoyî li dar xist. Leşkerên artêşa Tirk di saetên sibehê de dest bi êrîşa li dijî welatiyên ku li ser sînor di çalakiyê de kirin. Leşkeran bi guleyên rastî, bombeyên gazê û ava şid êrîşî sivîlan kirin. Serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Hikmet Ehmed da zanîn ku li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, hejmara birîndaran  80 ye, rewşa 7 kesan giran e. 

Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Henîfe Hisên bi rêya hesabê xwe yê twîtterê diyar kir, ku segvanên artêşa Tirk li cihê bilind bi cih bûne û guleyan ber didin gel. Henîfe Hisên anî ziman, ku di encama vê êrîşa segvanên Tirk de ciwanekî 17 salî jiyana xwe ji dest daye.


Li Efrînê jî êrîş kirin

Leşkerên Tirk gule li gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê barandin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA´yê ji herêmên ragihandine, leşkerên artêşa Tirk a guleyên doçkayê li gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê barandin.

Derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku leşkerên Tirk beriya du rojan, êrîşî gundê Çeqela ê navçeya Şiyê kirin. Her wiha li herêma Girê Spî jî du ciwan qetil kirin.


 KOBANÊ/EFRÎN






‘Bedengiya hêzên navnetewî cesaret dide Tirkiyê’

Kongreya Star êrîşên artêşa Tirk ên li dijî welatiyên sivîl ên Kobanê şermezar kir û bedengiya hêzên navnetewî ya li gel dagirkeriya dewleta Tirk rexne kir. 

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye: “Gele Kobanê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa xwe qebûl nake. Dewleta Tirk bi hovitiya çeteyen xwe dixwaze Rojhilata Navîn vegerine gola xwine. Di êrişa li diji gelê Kobane de ciwanekî 17 salî hat qetil kirin û zêdetir 80 kesên sîvîl hatin birindar kirin.

Em wek Kongra Star êrîşa dewleta Tirk li hemberî miroven sîvîl li Rojava bi tundî şermezar dikin. Em bedengiye hêzên navnetewî jî şermezar dikin. Mafe Tirkîye nîne êrîş li hemberi miroven sîvîl li Rojava bike, lê hêzên navnetewî bi bedengiya ya xwe destûr didin vê yekê. Em bang li raya giştî, sazî û rêxistinen demokratîk, aşîtîxwaz û yên mafe mirovan dikin da ku tavl helwest li hemberî devlete Tirk were dayin.

Em heta dawî çalakiyen  xwe li hemberî dagirkeriya  dewleta Tirk berdewam bikin. Em di serî de bang ji bo jin û tevahî gele xwe dikin da ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk bi bertek û çalakiyên xwe bi rengekî serhildanê pêş bixin.”


'Gelê me serî  netewîne’

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Desteya Rêveberiyê ya TEV-DEM’ê bi daxuyaniyan diyar kirin ku Tirkiye dixwaze bi dagirkirina Cerablûsê ve îradeya gelên herêmê û Şoreşa Rojava bişkîne. KNK’ê got ku dewleta Tirk li Kobanê gora xwe dikole û TEV-DEM’ê jî banga mezinkirina berxwedanê kir.

KNK’ê daxuyaniyê de destnîşan kir ku TC bi serkeftina Kurd û hevalên wan ên li Minbicê kete nav panîkê û wiha pê de çû: “Piştî ku Kurd û hevalbendên wan di berfirehkirina navçeyên azadkirî de pêş ketin, TC’ê pozisyona dagiriyê wergirt û êrişî Cerablûsê kir. Paralelî vê dagirkeriyê jî pozisyona xwe ya êrîşkar li seranserê tixûbe rojavaya Kurdistanê çalak kir û dest bi provakasyonan kir. Ji bilî êrişên çekdarî li ser tixûbê Kobaniyê dest bi avakirina dîwarî kir. TC esasen dixwaze timamî tixûbê rojavaya Kurdistanê bike dîwarê rûreşiya xwe. Xelkê Kobaniyê li ser pêya ne û vê reftara TC’ê protesto dike û bi dengekî bilind hawarê dike ku ev dîwar neyê çêkirin. TC bi êrîşkarî û dagiriya li ser rojavaya Kurdistanê dixwaza destkeftên xelkê me têk bibe. Lê belê, TC bi vê siyaseta xwe ya êrîşkarî û dagirkeriyê nikare bigihêje mexseda xwe. Xelkê Kobaniyê çawa DAIŞ şikandin û bi ser ketin, wê van êrişên TCê jî belav bikin.”

KNK di dawiya daxuyaniya xwe de siyaseta dewleta Tirk şermezar kir û ev bang li hemû Kurdistaniyan û cîhana demokratîk kir; “Hawara Kobaniyê bibihîzin û wekî berxwedana parastinê piştevaniya Kobaniyan bikin û rê nedin ku TC vî dîwarê rûreşiyê ava bike û dawî li êrişkarî û dagîrkeriya li ser rojavaya Kurdistanê bînin.”


Ew ê nikaribe li axa Kobanê bi cih bibe

Desteya Rêveberiyê ya TEV-DEM’ê têkîldarî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Daxuyanî wiha ye:“Dewleta Tirkiyê ya dagirker careke din li ber çavên mirovahiyê êrîşan dibe ser gelê me yê Kobanê. Bi bêexlaqî, bêquralî,  bi temamî bi darê zorê dixwaze hêzên xwe yên dagirker li ser axa Kobanê bi cih bike. Jixwe êrîş û komkujiya ji aliyê DAÎŞ’ê li ser Kobanê  bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirkiyê pêk hatibû. Berxwedana Kobanê li hemberî zilm û hovîtiya dewleta dagirker Tirkiyê û DAÎŞ’ê rûmeta mirovahiyê parastibû. Guman tune ye ku ji vir û şûnde jî ne DAÎŞ, ne OSO ne jî yê ku van hêzan xwedî dike û berê êrîşên wan dide ser gelê Kurd dewleta dagirker a Tirkiyê ew ê nikaribe li axa Kobanê bi cih bibe.  Gelê me yê Kobanê li ber xwe da, ji îro şûnde jî ew ê tu carî serê xwe netewîne. Bi hemû hêz û îradeya xwe heta dawîn ew ê li ber xwe bide."


Li dij êrîşan bibin yek

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Dewleta dagirker a Tirkiyê careke din ew ê nikaribe hovîtiya xwe li ser Kobanê pêk bîne. Gelê me hêvî dike û bangawaziya gelê me ew e ku siyaseta navneteweyî û mirovahiyê li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyê bêdeng nemînin,  bibin bersiv û piştgiriya gelê Kurd ê mafdar û berxwedêr bikin.  Dîsa bangawaziya me ew e ku gelê Ereb, Kurd, Asurî,  Suryan, Ermen û Tirkmen li hemberî dagirkirina dewleta Tirkiyê dengê xwe bikin yek, têkoşîn û berxwedana xwe bi baweriyek xurt hîn zêdetir bilind bikin “