Çalakiya han seat di 19.00’an de dest pê kir û heta seat 05.00’an dom kir. Hemû hedefên ku şervanan armanc kiribûn hatin rizgarkirin û çalakî bi dawî bû. piştre rasterast çeteyan êrîşî seranserî xeta başûr rojhilat û rojhilat - ji kolana herî jorîn a taxa miştenûr heta derdora dibistana reş - kirin. Di êrîşê de jî tangek bikar anîn. Tanga han derbasî kolana 48 bû û çete di kolanên di bin kontrola YPG’ê de belav kirin. dixwesitn di piştê re li dora şervanan bizîvirin. Lê belê plana wan bi ser neket. Tanga han li heman kolanê hat ruxandin û hin çeteyên ku ketin aliyê şervanan -ku hejmara wan gihişt 12’an- hatin kuştin û yên din jî reviyan.
Balkêş bû ku, hemû çeteyên ku bi dizî derbas bibûn û hatibûn kuştin, li ser bedena wan rextên dijî guleyan hebûn. Ew jî şêwazekî nû yê xweparastinê ku ev cara yekem e ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê tê bikaranîn.
Şervanê YPG’ê Zagros Hêlîn ê ku cihê xwe li eniya başûr rojhlat digre û duh di êrîşê de cih girt, derbarê buyera han de ev agahî dan: “Duh di berdewama operesyona xwe de me 3 kolanên nû li taxa Muştenûr rizgar kirin. gelek çete kuştin û gelek cebilxane bi dest xist. Lê belê çawa me cihê xwe girt li nuqteyên nû çeteyan êrîşa xwe dest pê kirin û dixwestin ku nuqteyên nû vegerînin. Piştre çeteyên han li êrîşa xwe fireh kirin û anîn ser tevahiya eniya me û eniya rojhilat jî. Ez û hevalên xwe yê YPG/YPJ’yî li hember êrîşên han sekinîn û vala derstin. Çete li ser tangê siwar hatin lê peya paşve zîvirandin. Hema di seatên ber bi nîva rojê re jî em ketin dewrê û me bersiva êrîşa wan da.”
Şervana YPJ’ê Serhildan Kobanê ya ku cihê xwe di nuqteyeke li ser riya 48’an digre, derbarê hatina tangê û destpêkirina êrîşên li aliyê wan ev agahî dan: “Çawa heval gihiştin hedefa xwe, çeteyan ji vî alî ve êrîşî me kirin. ji vê sibehê ve hîna pevçûnên di navbera me de nesekinîn. Hewl dan tangekê têxin nava me û çeteyên xwe li vir belav bikin. vaye dengê wan ji her deverê tê. Ji vê sibehê ve dikin qîr qîr û carna Elaah-Ekber bang dikin. ji aliyê xwe ve, her şervanekî ku tang ket bin hakimiyta wî guleyên RBC’ê lê dan û ew ruxandin. Li du wê re, em li çeteyên ku ketin nava me zîvirîn û yeko yeko me ew kuştin ên mayî jî reviyan û paşve zîvirîn.”
Yek ji fermandarên eniya başûr rojhilat Dilovan Kobanê derbarê êrîşên han de ev nirxandin kir: “Duh di çalakiyê de dema ku şervanên me pêşve diçûn çete hema paşve diçûn û direviyan. Gazî piştgiriyê dikirin. Piştre ew êrîşa han anîn ser hêzên me. Ji ber şikestinên ku jiyan dikin êdî dixwazin tenê demê derbas bikin û di durtirîn dem de ji vir derkevin. Ji êrîşa wan xuya dike ka heya kîjan astê li Kobanê êdî xetimîne.”
NAZDAR EBDI- MUSTEFA ELI/ANHA/KOBANÊ