
Wêne şahidên kêliyan in, lê belê kêlî timî ji kêliyê û bêhtir êfade dikin, her kêlî beriya xwe û piştî xwe jî îfade dike, kîm zêde yan jî nisbî û qismî. Bi çi awayî be peywenda kêliyê heye. Di vî wêneyê 1920´an de tişta darî çavê me ne tenê çend jinê siwarê hespan in. Em jinên ciwan dibînin ku ne xeşîmê siwariyê ne. Em dibînin ku ew hespên ji cinsên Kurdistanê diajon ku pişûk lê xurt in. Em ji girêdana wan dibînin ku ji çanda îro bi pirranî li bakurê Dîlok, Efrîn, di ser Semsûr û Mereşê re heta bi Meletiyê dikişe, ne. Heger me mekanê tam ê wêne lê hatiye girtin jî nas bikira, me yê muhtemelen bi eşîr û dînê van siwarln jin jî bizaniya. Êrê kêlî teng e û bê ber e, lê berê beriya kêliyê û piştî kêliyê fireh e ku peywenda kêliyê bi xwe ye.
NAVENDA NÛÇEYAN