Fransa êdî pêkanîna ji derveyî welêt anîna îmam û mamosteyan radiwestîne. Ev biryar herî zêde wê yekser derbê li dewleta Tirk bixe. Lewma bi vê biryarê re mamoste û îmamên dewleta Tirk ku ji îstxbarata wê MÎTʼê re sîxuriyê dikin, tên blokekirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ev gava hanê bi israr avêt. Macron li ser mijarê duşemê axaftineke li ser mijara “Cihêkariya xwe disipêre Îslamê” peyivî. Di vê axaftina xwe de wî ev fikra ku wî berê jî îfade kiribû, weke biryar jî eşkere kir: Êdî pêkanîna ji derveyî Fransayê anîna îmaman bi dawî bû.

Ev biryar wê hem tesîrê li DÎTÎB (saziya ser bi Diyaneta fermî ya Tirkiyeyê) li Fransayê bike û hem jî tesîrê li mamosteyên ziman û çanda Tirkî yên li Fransayê yên ser bi Wezareta Perwerdeyê ya Tirk bike. Kovara Le Pointê berê dabû zanîn ku hatiye belgekirin, pirraniya van îmam û mamosteyan sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin. Jixwe hin ji van îmam û mamosteyan ji ber ku xelk dibirin nav çeteyên DAIŞʼê berê ji Fransayê hatibûn dersînorkirin.

Li Fransayê qederê 300 îmamên biyanî hene û 150 ji van ji Tikriyeyî ne. Wekî din li gorî biryarê îmamên bi taybetî ji bo meha Remezanê dişînin Fransayê jî wê neyên qebûlkirin.

Macron ji bo dersên ziman û çanda Tirkî jî got, wan sîstemeke ku kontrola dewleta Fransayê li ser mufredatê hebe, pêşniyaz kiriye. Bi hin welatan re wan li hev kiriye, lê bi Tirkiyeyê re wan li hev nekiriye, ji ber wê jî Îlona 2020ʼan dersa ziman û çanda biyanî li dibistanan wê bi dawî bibe û heger bi Tirkiyeyê re jî heta hingê li hev nekin, dersên wan hemû wê li dibistanan bên betalkirin.

 

PARÎS