MURAT MANG / BIELEFELD
Muzaffer Ozgur, Kurdekî ji Anatolîya Navîn e. Sala 1995´an wek penaber hatîye Elmanyayê. Niha berpirsyarê Kovara Birnebûnê ye. Muzaffer Ozgur berîya salekê romana bi navê “Sîyarên Deşta Anatoliyê” bi Kurmanciya Anatoliyê nivîsiye.
Muzaffer Ozgur li ser armanc û naveroka romana xwe dibêje, “Armanca min ew bû ku ez wê romana xwe bi zimanê dayîka xwe bi devoka Anatolîya navîn Kurmancî binivisim. Min wisa jî kir. Ji bo wê ez gelek kêf xwaşim.”
Ozgur heta bi sala 1933´yan diçe ku siwarên Kurdên Anatolîyê wê demê teslîmîyet qebûl nekirine, derketine çiyayan û navê eşqîya li wan hatiye kirin; “Jiyana Kurden Anatoliya Navîn, erdnîgariya wan, eşîrên wan, bi teybetî jî wê demê çend grûb hebûne di nav gel de ji wan ra gotine eşqiya. Di dawiyê de devleta Tirk wan digire û îdam dike. Jîyana wan ji bo min gelek balkêş bû. Ji lewma min jî li ser wan nivîsî.”