Schockenhoff diyar kir ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê, hêzên Kurd têkoşînek bi heybet didin û tevlîbûna Tirkiyeyê ya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin gelek girîng e, lê di nava şaşiyan de cih digire.
Schockenhoff di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê Tirkiye destûrê bide Kurdan ku parastina Kobanê û Sûriyê bikin. Lê wisa xuya ye ku Enqere li dijî mîlîsên terorê polîtîkayek bê biryar dimeşîne. Tirkiye destûrê dide ku DAIŞ li sînorê wan manevrayê bike û sînoran binpê bike. Ji bo ku DAIŞ derbas nebe divê Enqere sînorên xwe bike bin kontroleke baş.
CSU: Hewl dide pîşiya Kurdan bigire
Ji parlamenterê CSU’yê Florîna Hahn jî bangek hat. Hahn diyar kir ku di demek ku hemû welatên NATO’yê tevlî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bûn, Tirkiyeya ku endamên NATO’yê ye hewl dide pêşî li têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê bigire.
Hahn anî ziman ku divê Tirkiye tevlî her cureyê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bibe û bal kişand ser şerê di navbera Kurd û Tirkan de û got ku bila dijminahiya berê rê li ber komkujiyekê veneke.
Serokê Koma Meclîsa Partiya Keskan, Katrîn Gorîng-Eckardt jî got ku divê hêza Neteweyên Yekbûyî ku Elmanya jî di nav de cih digire û li DAIŞ’ê têdikoşe bila bê avakirin. Hat gotin ku divê Elmanya ji bo peywireke wisa amade be.
BERLÎN