Pazerezên Rêber Abdullah Ocalan behsa hevdîtina xwe ya li gel wî kir. Parezerên Ocalan got, Ocalan îşaret bi fedekarî û vîna di çalakiyan de kiriye û gotiye, dikarin bimirin û bikujin, lê nikarin bijîn û derfetê bidin jiyanê.

SADÎYEESER / MA/STENBOL

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 12’ê Hezîranê de cara 3’emin çûn Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevditin kir. Ocalan di hevdîtina dawî de bal kişand ser rêbazên çalakiyê û got: “Ya girîng ew e, mirov siyasetekê bimeşîne ew siyaseta bibe sedema jiyanê û bihêle jiyan bibe. Rêber Apo di vê çarçoveyê de bal kişandiye ser şopgerî û lêgerîna Hallac-i Mansûr a li heqîqetê.

Prz. Newroz Uysal û Rezan Sarica, têkildarî peyamên Rêber Abdullah Ocalan axivîn û diyar kirin ku Ocalan qala tenduristiya xwe nekiriye, lê wan dîtiye ku ew li ser xwe û baş bûye.

 

 Bijîn û derfetê bidin jiyanê

Ocalan di 3 hevditinan de jî diyar kiriye ku ew ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji bo biryar û vîna nîşan dane, pirr bi hurmet e. Ocalan îşaret bi fedekarî û vîna di çalakiyan de dike û dibêje, erê ev wisa ye, lê kîmasiyek heye. Dikarin bimirin û bikujin, lê nikarin bijîn û derfetê bidin jiyanê. Em li dijî mirinê xwedî li jiyanî derdikevin. Ya me siyaseta jiyanê ye. Ocalan berî her tiştî ji ber ku li ser banga wî çalakgeran dawî li çalakiyê aniye kêfxweşiya xwe anî ziman. Yên di greva birçîbunê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bi bîr anî û dubare xwest di milê bedenî, ruhî û zihnî de xwe xurt bikin û bi wî re hevkariyê bikin.

Ji bo aştiyeke bi rûmet

Ocalan li ser siyaseta demokratîk, kemasiyên rêveberiyên herêmî, cinayetên jinan, zewaca jinan a di temenê biçûk de, civakibûna Kurd, çand û dîroka Kurd rawestiya. Diyar kir ku têkiliya Kurd û Tirk têkiliyek dîrokî û rojane ye. Dîsa bal kişand ser têkilî û nakokiyên di navbera Sûriye, Bakurê Sûriye û Tirkiye de. Di Newroza 2013’an de jî bal kişandibû ser xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk. Xwestibû li ser aştiya bi rûmet li hev rûnên û li hev bên. Destnîşan kiribû ku 26 salin ji bo vê hewl dide.

 

Bi malbatî, eşîrî û qebîleyê nameşe 

Ocalan dîsa bal kişand ser ferasetên ku dixwazin pergala malbatî, eşîrî û qebîletiyê pêş bixin û wiha got: “Li Kurdistanê, li Şirnex û li bajarên din dixwazin vê ferasetê pêk bînin. Beşek ji vana li hemberî çanda Kurdan weke projeyekê têne xurtkirin. Lê ji ber siyaseta demokratîk di gelek aliyan de kêm dimîne, ev pirsgirêk nayên çareserkirin.” Ocalan bal kişand ser texrîbata pergala malbatî û eşîrî û talûkeya wan.

 

Niha ne Bekoyek hezar Beko hene

Dîsa, Ocalan di 3 hevdîtinan de balê dikişîne ser Mem û Zinê, dibêje, ‘Evîna Mem û Zînê evînek bê îmkan e. Mem tişta nepêkan pêk anîye.’  Birêz Ocalan çîrokê ne wekî çîroka evînê, lê bi awirekî civaknasiyê pê dadikeve. Hem aliyê dîrokî u hem aliyê rojane dide ber hev. Li gorî wî wê demê di çîrokê de Bekoyek hebû. Niha di nava civakê de hezar Beko hene.

 

Çareseriya demokratîk

Ocalan herî zêde girîngiyê dide Çareseriya Demokratîk û çareseriya Demokratik pêşniyar dike. Dixwaze ji bo vê yekê xwe bi rêxistin bikin. Dixwaze siyaseta demokratîk ava bikin. Bi taybetî dixwaze di qada sivîl de çareseriyên sivîl bêne kirin. Di vê mijarê de mînaka Gandhî daye. Dixwaze çareseriya sivîl û afirîner were meşandin. Ocalan ji bo Bakurê Sûriye xwestiye di bin banê Yekîtiya Sûriye de li gorî xweserî û federasyonê were çareserkirin.

 

Her tiştî tînin serê jinê 

Ocalan têkildarî mijara jinê jî gotiye: ‘Bila jin jî nebêjin li min nehatiye kirin. Tişta li hemcînsê me hatiye kirin li me tevan hatiye kirin. Min berê mînaka Ozgecan dabû. Heman hişmendiyê qetil kir. Dest avitinê. Destê wê şikandin. Çavê wê derxistin. Heri dawî ew şewitandin û kuştin. Her tişt kirin. Em dibînin hemû di nava malbatê de pêk tên. Ev rewşa civakê nîşan dide. Cînayetên jinê hene. Pirsgirêkên civakî hene. Pirsgirêkên aborî hene. Lê yên siyaseta çareseriyê bibînin tinene. Mirovê aqil pêş bixe tune. Siyaset nayê kirin.’