Gava ku mesele dibe siyaset, wê car aqilê min jî wek hişê berxên gêj tevliheviyek peyda dike ji xwe re... Belê ez qebûl dikim, siyaset cureyeke din e, her kes nikare aqil pê bigihîne... Karê her kesî jî nîn e ku li ser siyasetê stratejiyen curbecur biafirîne, fikrên têgihîştî ava bike û di jiyanê de jî pê van fikran bi meşeke siyasî di nav gur û çeqelên siyasetê de xwe û gelê xwe biparêze, maf û berjewendî ya gelê pêşbixîne... Erê rast e... Lê siyaset tişteke wisa ye ku, însan ji derva lê dinêre, dibêje qey kareke rojane hêsan e, wek xwarina nan, wek vexwarina avê ye... Car carina jî evqasî basît dixuyê siyaset... Lê rojek tê, wek rojeke îro, hişê însan bi tevliheviyeke biêş tê li ser însên...
Wek mînak, di demên pêş de, gava ku siyaseta kurdewarî û şoreşvanî pîçekî zehmet bû, -ez dibêjim “pîçek zehmet” lê hûn fêhm dikin- wê demê heval çend kes bûn, hijmara hevalan bi qasî hijmareke tiliyên destekî bû. Wê demê partiya siyasetê nedikarî bû keseke binav û deng bibîne kû hema li cihkî kareke tekiliyê pêk bîne. Ne namzetiya Partî jî, hema em bêjin mesele li Enqere karekî rojnameyî, mesele ji bo karên rojnamegeriyê, bidestxistina nasnameyeke rojnamegeriyê... Ji bo kareke bi vî rengî hêsan jî kes nêzî hevalan nedibûn.
Wek mînakek... Birastî jî wekî “mesel”ek bifikirin... Mesele em bêjin, kesên ji hêzên tarî, hevalekî me ya rojnameger revandine... Navê wê hevalê jî bila Nazim Babaoğlu be... Sedî sed diyar e ku ew hêzên tarî, bi piştgirî û derfet dayina hêzên dewletê ve ew heval biqujin... Tirsê ku ketiye dilê û dişewitîne ew e... Ango tirs, bi kuştinê ve wendakirina hevalek e... Ji bo parastina jiyana însanekî, ji bo parastina mafên rojnamegeriyê, ji bo azadiya çapemeniyê, her wiha hema em bêjin ji bo mafeke rewa, heval xwe diçirandin, di nav wê bêhêvîtiyê de jî hêviyek bêhn dikirin û bi vî hêstî ve dêriyê malên hin kesên ku bi Kurditiya xwe ve tên nasîn lêdixistin, lê temam dêrî bi kevirên bircan çêbûbûn, venedibûn...
Ew hevalê me çendîn dem di destê wan kesan de diman, çendîn îşkence didîtin, çendîn êş dikşandin, bi çi rengî dihatin kuştin îja kês tekildarên van yekan nedibûn. Dil û wîjdana tu kesî, tu kesên “Kurdewar” jî li cihê xwe nediliviyan. Mesele em bêjin Nazim Babaoğlu bi dehan roj li destê wan kesên cerdewanan dima, roj bi roj hêrsdarî belavî der û dorê me dibû û her wiha tenha, bêdengî wek qêrîneke ezmanî me dorpêç dikir û kuştina hevalan bi vî rengî pêk dihat.
Nazmî tene mînakek e... Wê demê hevalên me ya rojnameger hemû bi vî rengî, bi îşkence, bi şêweyên hovane jiyana xwe ji dest dan. Jixwe gerîla cureyeke din... Zimanê însên nazivire ku ji bo şêwe ya qetilkirina gerîlayan bîne ser ziman... Siyasetmedarên wê demê yên welatparêz û şoreşvan her wiha, xebata jin her wiha, xebata ciwaniyê her wiha, berxwedaniya girtîgehê her wiha, ango ji qada çand û hunerê bigirin heta karên civakî ya kolan û kûçeyan, li her derî rewş bi vî rengî bû.
Îja îro ji bo namzetbûyîna hilbijartinê, her kes li dora tevgerê dorpêç kiriye... Ji bo xebatê jî her wiha... Birastî jî di nav civakên biçîn de hin rewşên bi vî rengî asayî ye... Bi vî hawî, “çînên navendî” jî hin car di asteke asayî de tên tev li şoreşa gelê dibin, divê em vê rastiyê qebûl bikin, bipejirînin, di nava sînga xwe de ciheke xweş vekin ji wan re, lê wek civaknasiyek jî bifikirin, mêjiya xwe wenda nekin, bîranîna xwe ji bîr nekin, bizanibin ku namzeta me ya herî bêhempa Naziman e...
Di roja wek rojeke îro de, ku siyaset pêş ketiye û ked, hêst, bawerî û her wiha bihêzbûna Naziman gihiştiye asteke jor, aqilê min jî wisa matmayî û wek berxeke gêj tevdigere, ez dibêjim li ser siyasetê bilêvkirina aqilmendiyê neketiye para min, ez dîsa hevalên xwe yên bi hijmara dehan hezar, wek Nazim bi bîrbînim... Nazim, 20 sal berê vî, di van rojan de hate qetilkirin; divê nebe jibîrbûyî, divê di nava qerebalixiya rojên siyaset a germ de neyê jibîrkirin...