Xwepêşandana ku  ji aliyê Komeleya Xwendevanên Welatparêzên Kurdistanê ve hate organîze kirin, ji Taxa Salim destpê kir û heya Baxçê Giştî yê Silêmaniyê meşiyan. Bi sedan ciwanên ku tevlî xwepêşandanê bibûn, dirûşemya “em siyaseta PDK’ê bi tundî şermezar dikin” qêr kirin.

Her wiha di xwepêşandanê de ev jî hate gotin: “Ji niha de dewleta Tirk li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê dîwar lêdike û piştgirî dide çeteyên DAIŞ’ê û bi şêweyekî herî hovane êriş dikete ser nirx û destkeftiyên gelê Kurd. Bi heman şêwey PDK jî li ser sînorê Rojava xendekan dikole ku ev jî xizmetê ji bo çeteyên DAIŞ’ê dike.”
Her wiha ciwanan di berdewama çalekiya xwe de anîn ziman ku wê li hemberî vê siyaseta PDK’ê bêdeng nemînin û xiyanetê jî ji ti hêzek qebûl nakin.
Xwepêşandana xwendekarên welatparêz li pêş Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi qêrkirina dirûşma “em helwesta PDK’ê li hemberî Rojava şermezar dikin” bi dawî bû.

SILÊMANÎ