Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Asye Ebdullah derbarê rewşa siyasî ya dawî li herêmê nirxand û bal kişand ser serkeftinên şervanên YPG’ê û YPJ’ê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê û got: “Berxwedana ku li Kantonên Cizîrê û Efrînê tê meşandin parastina hemû pêkhateyan ji metirsiya bişaftinê armanc dike. Bi saya vê berxwedanê siyaseta cîhanê li hemberî Rojhilata Navîn hate guhertin û hemû pilanên qirêj ên li dijî pêkhateyên herêmê vala derxistin.”


’Em dikarin hemû aliyan re dîyalogê bikin’

Asye Ebdullah di berdewama axaftina xwe de got ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku niha li hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê tên meşandin, nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike û Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û Ermen cihê xwe bi çalakî têde digirin.

Asye Ebdullah destnîşan kir ku ew wekî PYD’ê di çarçoveya parastina mafên hemû pêkhateyan de, amade ne ku bi hemû aliyan re diyalogê bikin û çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin û wiha domand: “Hevdîtinên me yên dîplomasî bi hemû partî, rêxistinên siyasî û rêxistinên jinan ên Ewropî re jî di vê çarçoveyê de berdewam in. Em hewl didin rastî û rewşa ku Sûriyeyê têre derbas dibe bi gihînin hemû aliyên cîhanê. Armanca me ya sereke avakirina civakeke demokratîk û azad e.” 


 ANHA/KOBANÊ