Ji ber siyaseta şaş a hikûmeta herêmê aboriya Kurdistanê xirab dibe. Serokê Koma Tevgera Goran li Parlementoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih li ser mijarê daxuyaniyek da. Elî Heme Salih di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa aborî ya herêmê û got; Piraniya kargehên li Herêma Kurdistanê hatine girtin û beşekî kêm maye ew jî li ber girtinê ne. Li sinorê parêzgeha Silêmanî ji 1560 kargehan 1350 kargeh hatine girtin, yanî ji sedî 86’ê kargehan hatine girtin û yên mane jî di bin metirsiya girtinê de ne. Li parêzgeha Hewlêr û Dihokê jî heman pirsgirêk hene. Gelek kargehên Herêma Kurdistanê berê xwe dane naverast û Başûrê Iraqê, her wiha hinek kargeh jî bernameya xwe danîne ji bo veguhestinê. Sedema sereke ya vê rûxîna aborî ji ber siyaseta xelet ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku piştgiriya berhemê navxwe nake, buhayê elektrîkê zêde ye, peydanekirina sotemenî û di beramberî berhemê derekî de piştgirînedana berhemê navxweyi ye. Ev yek jî dibe sedem ku alozîyên aborî di nava civakê de kûr bibin.”

 

HEWLÊR