Skenderê Mezin yan jî Skenderê Zulqirneyn yek ji fîgurên dîrokî yên herî balkêş e. Wî dikarî di demeke gelekî kurt de hema hema temamê dinayayê hingê dihate zanîn, dagir bike. Lê di dilê Kurdan de ew ê ileh jî ne bi qencî bihata nasîn.

Skenderê Mezin, Skenderê 3´yê yê Makedonyayî ye. Beriya Mîladê di navbera salên 356 - 323´yê de jiya û ew melikê Makedonyayê bû, lê ev Makedonya û ya îro ne yek in, em behsa Makedonyaya Dîrokî dikin ku beşek ji Yewnana Kevin e. Di vegotina dîrokê de ew  li rojavayê dinyayê ew bêhtirî Skenderê Mezin be jî, li nav Kurdan ew bi navê Skenderê Zulqirneyn meşhûr e. Ew di umrê xwe yê ciwan de piştî ku Împaretoriya Axamenîş hilweşand, heta bi Pakistanê jî mezintirîn împaratoriya serdema xwe ya dîrokê ava kir. Gelek kesan wê sifetê nebî bûnê jî lê barkira paşê, heta xisletên xwedayî jî wê bikirina para wî.

Arîsto dersên fîlozofiyê û mîtolojiya Yewnan dabûnê. Muhtemelen sedema daxwaza wî ya dagirkeriya ber bi rojhilat ve jî ev ders bûn. Axirr ew jê re birina medeniyetê bibêje jî, deverên ku wê dagirbikirana, yên weke Nînovayê û Persepolîsê navendên dewlemendî û şaristaniyeke ku ji ya wî dibihurîn bûn. Yek ji encamên herî muhim vekirina wê rê ye ku paşê navê rêya hevrîşm lê bihata kirin. Herçî Yewnanistan û jê û rojavatir bû, beriya wî haya wan jî jê nebû.

Harbûneke ji bo dagirkirina Asyayê

Herçî vegotinên rojavayî yên li ser Skender in, wî weke xortekî biaqil, dildar, stratejîk û gelekî bi xurafeyan bawer didin nasîn. Lê diyar e, ew hin caran nemaqûl (îrrasyonel), paranoîd û silker bûye. Li serê alî hemû li hev dikin ku dildariya wî ya dagirkeriyê xwerû ji ber egoya wî bûye. Axir bi vî halê xwe wî karî artêşa xwe razî bike da ku çanda Yewnan bibin rojhilat.

Vê harbûna wî ya ji bo dagirkirina welatan kir ku ew zû ji paytexta xwe derkeve û her wiha bû sedema mirina wî jî di temekî ciwan ê 32 salî de. Hukmê wî yê bi navê Skenderê Mezin jî tenê 12 salan dewam kir. Ew qet li kesên li pey wî bên nefikirî, ji ber ku ew qet nefikirî, ew ê rojekê bimire. Heta ji xewnên wî yên mezin bû ku bibe xwedayek li seranserê dinya tê zanîn hemûyî û li van deran xelkê jê re îbadet dikin hebin. Ji ber vê yekê hema piştî mirina wî generalên wî di nav xwe de împaratoriya wî dabeş kirin.

Şensê Skender lê dabû, ji ber ku bavê wî beriya wî dixwest tevahiya dewletên bajar ên Yewnanistanê dagir bike. Wî ev para bêhtir biribû serî û pîlana dagirkirina Împaratoriya Axamenîş jî ya wî bû. Şensê Skender dîsa lê dabû ji ber ku bavê wî 336´an bi destê parêzvanê wî hatibû kuştin.

Gava Skender wê dest bi sefera xwe ya dagirkirina dinyaya hingê dihat zanîn bikira, li Yewnanistanê, tenê xelkê Spartayê li ber rabûn. Lewma li gorî adetên wan, nedibû ku ew di bin fermana yekî ne ji wan de biçin şerî. Skender axir wê fermana artêşên hevgirê xwe bide dest wan.

Skender û Darayê Sêyem

Skender sefera xwe 334´an beriya mîladê da destpêkirin. Pê re 48 hezar piyade, 6 hezar suwar û fîloyeke ji 120 keştiyan hebû. Heman salê wî dê zora artêşeke 40 hezar kesî ya Axamenîş bibira li Anatolyayê. Piştî vê serketinê, Skender bender û bajarên benderan hemû dagirkirin. Di ser Çiyayên Torosê re rêka xwe dewam kir.

Skender 333´yê beriya mîladê kete paytexta Gordiyûmê ya bi navê Frîgiyan. Li wir Skender girêka Gordî li wir bi şûrê xwe biriye û vekiriye; li gorî rîwayetekê jî kariye vê girêkê ji hev veke. Li gorî mîtolojiyê, kî kariya vê bike, wê Asya fetih bikira.

Heman salê artêşa Skenderê Mezin wê li Sûriya roja me ya îro, li Îssusê bi artêşa Darazê Sêyem ê Axamenîş re bihata hemberî hev.  Tevî ku artêşa Darazê Sêyem ji ya Skender gelekî mezintir jî bû, Skender wê zora wî bibira. Darayê Sêyem jê filitî, lê welatê xwe li fetha bi destê Skender vekirî hişt. Maliyên Darayê Sêyem jî di destê Skender de rehîn man.

Skender paşê dagirkirina Sûrî, peravên Lavantayê di sala 332´yê de dewam kir. Wî paşê berê xwe da Misrê. Li wir xelkê ew weke rizgarker pêşwazî kir.

   

Bû kurê xwedê

Li wir ew weke xweda-melikekî çû ser text. Jê re hat gotin, Kurê Amun li Çola Lîbyayê. Ev li xweşiya Skender çûbû ku navê wî jî kete nav xwedayên kevnar û wî êdî navê, Kurê Zeus-Ammon li xwe kir. Ev xêrhatina hanê li welatê Kurdan, li Ciyayên Zagrosan, û ji wan wê de wê nebûya.

Li Başûrê Kurdistanê di Şerê Gawgamela de Darayê Sêyem carek din wê li ber Skender bişikesta. Hingê Babylon bi temamî kete destê Skender. Dara jî vekişiya Hamedanê.

Gava ku Skender pirraniya welatê Axamenîşan dagir kir, pê hisiya ku ew ji xewnên bavê xwe jî bihuriye. Lê pê re jî êdî şensê wî hew lêda. Erê wî ji Babîlonê berê xwe da Şûşa. Persepolîsê û hemû bajar dagirkirin; wî Persepolîs bi xwe ji xwe şewitand û talan kir. Li gorî hin vegotinên rojavayî, agirê bi rojhilatê qesrê ketî bajar hemû şewitand. Li gorî heman çavkaniyan, Skender dema şewatê de serxweş bûye û bi peykeran re peyiviye.

Darayê Sêyem wê êsîr biketa destê Baktriya û bihata kuştin. Bi mirina wî re jî Skender fermî dibe Şahê Asyayê, lewma ew Efxanistan, Tacikistan, Welatê Skîtan, Bexteriyayê diçe.

Cil û bergên Axamenîşan li xwe kirin

Lê Skender têr nebû. Wî dê cil û bergên Axamenîşan li xwe kira û egoya wî jî bi binavkirina kurê xwedê jixwe gelekî mezin bûbû. Lê generalên wî bi xwe jê nerazî bûn, 330´î beriya mîladê li Efxanistanê Fîlotas hewl da wî bikuje; lê ew û malbata wî hemû ji ber xiyanetê hatin îdamkirin. 328´an beriya mîladê li Ozbekistanê, li Marakandayê, Skender wê Kleytûsê Reş bikuşta piştî devjeniyeke li ser nêçîrvaniya koçerên çolê. Skender hêdî hêdî kontrol ji dest dida.

Sefera Hindistanê

Beriya mîladê 327´an Skender sefera xwe ji Bexteriyayê û wê de bire nava Hindistanê. Wî bang li melikên Hindistanê kir lê tenê yekî serweriya wî qebûl kir. Wî 5 hezar şervan jî danê ji bo sefera wî. Lê di şerê Çemê Hîdaspesê êdî navê Skender veguherî, melikî ku têr nabe û dixwaze dinyayê hemûyî fetih bike.

Sala 326´an beriya mîladê Skender di şerê Hîdaspesê de zora şahê Pencaba îro bir. Lê ewqasî heyranî wî bû ku ew nekuşt. Piştçî vê, gelek şahtiyên din zûzûka li ber Skender çong danîn erdê.

Wî dixwest ji wir û rojhilattir de jî biçe, lê zilamên wî piştî 7 salên şerê bê navber êdî bi ya wî nekirin. Li ser vê Skender neçar ma bi ya zilamên xwe bike. Wan Çemê Hîfasîs weke nuqteya herî rojhilat a împaratoriya xwe qebûl kir.

Di vegerê de wî artêşa xwe di çola Îranê re bir û bû sedem ku ji çar paran sisiyên wan di rê de bimirin. Îro jî nayê zanîn ka ev şaşiyeke wî bû yan jî wî bi vî awayî xwest tolê ji zilamên xwe yên li ber wî rabûn, hilîne.

Gelo tola xwe ji zilamên xwe hila?

Gava ew vegeriya bajarên Axamenîşan ên wî dagirkirî, dît ku dagirkeriya wî çi malwêranî bûye û welat kavilo bûye. Axir ji bo rewşê baş bike, ew êdî ji bo hevsengiyeke desthilatê cîbicî bibe hewl dide. Wekî din ew 324´ê beriya mîladê li Şûşayê keçên malmezinên Axamenîşan bi generalên xwe re dizewicîne. Ew hêdî hêdî maqûltir bibe lê ew ê êdî venegeriya Yewnanistanê. Sala 323´yan Skender wê yan ji nexweşiyê, yan jî ji ber birînên xwe yan jî ji ber ku jehr danê, li Qesra Nebûqednezar a Babîlonê bimira.

Kurd wî bi qiloçên wî nas dikin. Bi xurtiya wî û zora wî. Lê weke Misrî û miletên deşt û çolê xêrhatina wî nekirine. Xasma gava mirov dibîne ku ji ber hukmê wî bajarên welatê wan wêran bûne, mirov dikare fêm bike, ew çima ne Skenderê Mezin e li nav Kurdan. Helbet di nava vegotina Îslamî, ya rojavayî û xurtiya wî de Skender Mezin jî be, ew bêhtir weke zordar di vegotina Kurdan de cihê xwe digire. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN