Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li pêşiya Konseya Ewrûpayê (KE) a li Strasbourgê jî dewam dike. Endamên Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) ve hefteyê çalakî dewr girt.

Di merasîma dewrgirtinê de berdevka SMJÊ Nûrê Alkîş berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven, silav kir. Alkiş got, “Di vê hefteyê de ku di serî de li Kurdistanê û tevahî cihanê jinên Kurd bi wesîleya 8´ê Adarê li qadan têkoşîna azadiyê dimeşînin, û em SMJÊ greva birçîbûnê didomînin. Em jinên Êzîdî bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinê bi xwe re diafirîne, têkoşîna xwe xurt dikin.”

Nûrê Alkiş qala bêdengiya CPT, NY û Konseya Ewrûpa jî kir û got; “Li hemberî vê heqîqetê di serî de Konseya Ewrûpa, CPT û NY misêwa bêdeng in. Lê em jin em ê bi felsefeya jiyanê ‘Jin Jiyan Azadî’ têbikoşin. Çi dibe bila bibe, em ê vê bêdengiyê bişkînin û bi hêza xwe ya berxwedanê têkoşîna xwe bi ser bixînin.”

 

ANF/STRASBOURG