Nayê zanîn ku S.O. ya ku di girteka muayeneyê de hatiye qeydkirin niha li kû ye. Ji parêzerên Baroya Enqereyê Prz. Şahîn Antakyaloglu ji ANF’ê re axivî û diyar kir divê di serî de Dozgeriya Komarê ya Xîzanê û Wezareta Tenduristiyê li ser vê yekê baş raweste. Antakyalıoglu, diyar kir ku li hemberî sûcên zayendî di qanûnî de cezayê gelek giran hatine diyarkirin û wiha axivî, „Ger îstîsmara bi xistina organ û tiştek din pêk hatibe ji 8 salan heta 15 salan, ger ji ev sûc ji aliyê malbat, xizim û rayedarên ku wan dinêrin ve pêk hatibe nîviyek tê zêdekirin.“ Antakyalioglu destnîşan kir ku ji ber zaroka wê çêbûye xuya dibe ku tenduristiya S.O. yê xera bûye û bi boneya ku di vê mijarê de peywirên xwe bicih neanîne divê der barê rayedaran de gilî bê kirin.
Li Tirkiyey ê li gorî lêkolînan ji sedî 25’ê keçikên 18 salî rastî îstîsmara zayendî û tundiya zayendî tên. Li gorî lêkolîna beşa Pedîatrî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê, tê dîtin ku asta istîsmar û tundiya zayendî ya navmalbatî li Tirkiyeyê di ser asta cîhanê de ye.
BÎLAL MÛTLÛ- BEDLÎS