
Li Wanê bi destpêka sermayê re li Sûka Sobevanan, sobeyan li ber dikanan û dezgehên dikanan cihê xwe girt. Esnafên Sûkê diyar kir ku bihabûna dolaran li ser karê wan bandorek neyînî dike û ew roj bi roj ber bi îflasê ve diçin.

Li Wanê bi hatina sermayê re esnafên sobeyan difiroşin li Sûka Sobevanan deriyê xwe ji welatiyan re vekirin. Salên berê ev Sûk gelek qelebalix derbas dibû lê îsal demek bêdeng derbas dibe. Hosteyên sobeyan serê sibê zû sobeyên xwe li ber dikanên xwe rêz dikin û tevahiya rojê li benda mişteriyan in. Gel eleqe nîşanî sobeyan nade û ji ber vê yekê esnaf jî ji bo kar nakin gazinkerin. Esnafan diyar kir ku ji ber ber sacên sobeyan bi dolaran distînin û dolar bihûbûne li ber topavêtinê ne.
WAN