Karê çêkirina sobeyên êzingan, ji ber bipêşketina teknolojiyê li ber nemanê ye. Li Bazara Sobeyan a li navçeya Sûrê ya Amedê, hostayên sobeyan hîna ji bo wan malbatên feqîran sobeyan çêdikin. Li vê bazarê sobeyên êzingan, agirdank, semawer, sênî û çaydan tên çêkirin.
Hosteyê sobeyan Mehmet Şirîn Ûslû ev 20 sal in li sûka kevn a Sûrê sobeyan çêdike. Ûslû bi gazin e û dibêje, “Karê me ji ber pêşketina teknolojiyê kêm bûye. Di demsala havînê de em parçeyên sobeyan û lûleyan amade dikin û zivistanê jî dest bi çêkirina sobeyan dikin. Em li vir sobeyên êzingan, borî, sênî, agirdank, semawer û çaydanan çêdikin.”
Mehmet Şirîn Ûslû wekî din îşaret bi tesîra krîza aborî jî ir û got, „Ev qederê 3 salan e ku karê me nebaş e. Em sacên xwe bi dolaran dikirin û îsal buhayê wan sê qatan zêde bû. Niha qîmetê sobeyên herî erzan 45-50 lîre ye. Sobeyên sac ên baş jî 200 heta 600 lîreyî buha ne.”
ANF / AMED