Emê hewil bidin di çend rûpelan de Apê Mûsa, kupê aqil, aqilmend û xezneya neteweyî, Sokratesê Hemdem, pêlewanê peyva Kurdî, keleh û bedena berxwedanê, evîndarê azadî û jiyana bi serbilindî, şêrê netirs û dilêr bibîr bînin. Û bi riya vê bibîranînê, careke din girêdana xwe pê re binûve bikin, bendewariya xwe ragihînin, rave bikin.

Bibîranîn û jibîrnekirin

Her meh û her hefteyê bêje hema şehîdek yan jî çend şehîdên me hene ku em bibîr bînin. Mirovayetî, rêzdarî û qedirnasîn bibîranîna wan dixwaze. Jiyana bi berpirsiyarî û hişmendî ji bîrnekirinê ferz dike.
Kesê jibîra bike ew dê di nav derya jibîrabûnê de noq bibe, zû ya dereng dê wunda bibe, dê mîna 'sturehên keran biqele' û dê ti binaşe û şop jê nemîne.
Şehîdên welat ne yên jibîrabûnê ne. Çucarî, şert û dijwarî çi dibin bila bibin, ew berdewam divê di bîra me de bin, divê dengê wan ji guhê me dernekeve, tim bala me li ser rê, raman û diruşmên wan be û em divê bi minasebetên corecor, çendî gêrêdayî wan in bidin xwiyakirin.
Mehên payîzê û bi taybetî meha Îlonê bûye meheke şehadet û wefatên hejmarek navdarên Kurd, çi rewşenbîrî, çi siyasî yan jî edebî.
Ne meh, belê rojeke me ku tê de hêjayekî me, mêrxas û fêrisekî me şehîd neketibe maye gelo?
M. Xayri Durmuş, Kemal Pir, û parlamenterê Kurd Mehmet Sincar, Mehmet Uzun, Selah Sadulah, Nazif Telek, Yunus Ehmed, Yilmaz Guney, Osman Sebrî, Prof. Qenadê Kurdo, Ahmet Kaya, Mahmut Baksi, Ismet Şerif Wanli û bi dehan kesên din mehên payîzê şehîd ketin yan jî li sorgonan, li derveyî welat çûn ser dilovaniya xwe.

Ji dîrokê bi bawer bû
Mûsa Anter jî şehîdê yekemîn meha payîzê, meha Îlonê ye. Çi roja rewşenbîr û kesayetiyên Kurd ne ji koledaran re belê ji gel û welatê xwe re kar kirine, dewletê ew girtine, sirgun kirine û ku teslîm nebûbin dawî ew kuştine.
Di 20 Îlona sala 1992'an de jî piştî çend girtin û nefîkirinan, di temenekî 74 salî de dewletê Apê Mûsa jî gulebaran kir, xwîna wî tevlî ax û erda Amedê kir.
Apê Mûsa buha û bedêla wê çi dibe bila bibe ji ser ya xwe nehat xwarê. Hayê wî jê hebû û piştî mirina xwe jî difikirî: "Lawo min heta niha xwe pîs nekiriye. Min xwe kêm nekiriye. Ez divê heta mirina xwe wuha bim. Dinya ne ev kêlîk bi tenê ye“.
Hişê wî li ser siberojê bû û bahweriya wî xwurt bû bi dîrokê.
Apê Mûsa wuha digot ji destebivir û şûrkêşên dewletê re: "Em binerin bê ka wê dîrok bi qencî behsa kê ji me bike, behsa min yan behsa dozdarên devlok!"
Heta niha di dîroka zordarên Tirk de gelek dozger û dadger ên Apê Mûsa û kesên mîna wî tawanbarkirin hatin û çûn. Yekî ku dîrokê bi qencî qala wî kiribe, li ser tiştekî erênî nivîsîbe tune. Ji niha û pêde jî dê neke.  Lê dîrok, îro bi awayên gelekî berçav û di merasim û salvegerên bîranînan de, bi giramiyeke mezin behsa Apê Mûsa dike.
Em meqale, kitêb, broşûr, programên radyo û televizyonan li aliyekî bihêlin, ji sala 1992'an û vir de her sal ji aliyê medya Kurdî li ser navê Apê Mûsa xelatên rojnamgeriyê têne belakirin.
Bi navê Apê Mûsa komên şano û hunerê çêbûne, navê wî li çiyayên Kurdistanê hatiye kirin, parkên navê wî hildigrin hene û hezkirina beramber wî, sal bi sal çendqat dibe. Ew bûye wesîla serbilindayiyê ne bi tenê ji bo Kurdan, belê bi qasî wan ji bo Tirkên baş jî.


Muqeyese bi Platon re
Di meqaleyeke xwe de Apê Mûsa xwe û Pilaton bi uslûbê xwe yê aqilmend û nefsbiçûkane muqayese dike û bi navê Platon van çar tiştan dihejmêre:
"Şikir ji Xwedê re ku ez Atînayî me, azad im, mêr im û ne jin im û dawî jî ku di zemanê Sokrates de ez ji diya xwe bûme."
Em jî, em kesên îmkanên me çêbûn, em Apê Mûsa ji nêzîk de nas bikin, pê re rûnin û bibin guhdarên sohbetên wî, em gelekî kêfxweş in ku me ew nas kir û em di zemanê wî de hatin cîhanê.
Zemanekî di nav gelê Kurd de ji bo kesên mezin, mentehî, xwedîhuner û bikapasîte 'qudbê zemên' dihate gotin.
Peyva qudb dibe ne bi Kurdî be, ya zeman jî wuha. Herwuha dibe ku termînolojiyeke olî û oldarane be, dibe ku bêhna zimanê medresan jî jê bê. Xemnake.
Ziman hêjayiyeke hevbeşe û ji giş nirxên din zêdetir kolektîve, malê piraniyê ye û çekeke ku li gora destê tê de xizmetê dike, rola xwe dilîze û bi barê xwe radibe.
Ya din mebest li vir ne esil û zikmaka gotinan û ne jî aliyê etîmolojîk e. Mesele hêza gotinê ye, gotin çendî li hedefa xwe dide, çendî barê xwe hildigre û tiştê jê tê xwestin çendî tîne cîh.
Ji bo Apê Mûsa jî em dikarin van peyvan bêjin: Ew qutbekî zeman û sedsala me Kurdan bû.

Çend bîranînên bi Apê Mûsa re
Ji vir û pêde jî dixwazim behsa du-sê bîranînên xwe bi Apê Mûsa re bikim:
Sal 1968 e. Meh Hezîran e. Ji bo îmthanên zanîngehê hatime Stenbolê. Li cem mala Apê Mûsa dimînim. Ew mala navdar li Suadiye hejmar 10, ku mîna otêlekê bû ji bo Kurdan ji her aliyê welêt.
Nêzîka du hefteyan li vê malê mam. Di vê navê de min gelek kesayetî û xwendayên Kurd nas kirin ku îro jî di nav xebatê de ne, li vî alî yan jî li aliyê din rola xwe dilîzin.
Bi rastî jî mîna ku berdewam tê gotin, çûn û hatina mala Apê Mûsa zêde û zindû bû. Te digot qey balyozxaneya Kurdane xaniyê li Suadiye. Qeflek diçû û yek dihat. Di nav vê sêplê de gelek caran biyanî jî xwiya dibûn.
Sohbetên li vê malê gurr bûn, siyasî, kulturî û bi sewiye bûn. Li ser rewş û pergala welat û cîhanê bûn.
Êvara roja ezê vegerim, derengê şevê piştî mêvan bela bûn, xwendevanên zanîngehan vegeriyan mal û qonaxên xwe, gote min: "Lawo tê sibehê vegerî Nisêbînê. Ezê wezîfeyekê bidim te. Li Nisêbînê Kermoyê Mitirb heye. Ku tu gihişte bajêr teqez divê tu herî mala wî. Straneke wî heye. Wî bi xwe çêkiriye. Têra xwe xweser û bikêr e. Li ser axe û malmezinên herêma Mêrdînê ye. Ew di strana xwe de semyan û maqûlên navçê rexne dike. Bi şarezayî û hostetiyeke hêjayê pesnê, taybetmendî û xisletên herkes nizane, nabîne, dibîne û nikare îfade bike, tap kirine.
Tu çi dikî bike, Kermo bibîne, strana wî binîvise û bi awayekî bighîn min. Ji bîra neke, ew ne tenê straneke. Analîzeke, lêkolîneke sosyolojîke. Kurtedîrokek deshelatdar û bavikên li dora Mêrdînê ye. Bi qasî ez agehdar im, rewşa Kermo nebaşe. Mîna ya giş hunermend û dengbêjên me yên dine. Temenê wî jî baş mezine. Çi dibe çi nabe. Tiştek bi Kermo bê, ev stran jî wê pê re bixesire. Heyf e. Xebînet û mixabin e. Gotina nebûye nivîsandin mîna hêka qitikê li rastê ye. Çu deman û garantiyeke wê tune…."
Kermo, min jî nas dikir. Salê çend caran dihate cem me gund û li odê distirand. Çend diranên wî ketibûn, porê wî weşiyayî û yê mayî jî firk û her tayekî li derekê bû. Zikek têr û çendek birçîbûn. Dengê wî ne ewçendî xweş bû. Belê xwedî stîl û dengê xwe bû. Di nav stranên wî de "Li Van Roviyan" ya helî navdar bû. Ev stran dirêj, mîna destanekê bû. Strana ku Apê Mûsa ji dixwest ev bû.
Kermo bi eslê xwe ji Êstilê dihat. Du-sê sal bûn mala xwe barkiribû Nisêbînê.
Pêwist nake ez bêjim çendî dilşa û kêfxweşbûm ku Apê Mûsa wezîfeyeke wuha da min. Çawa ez giham Nisêbînê, ez peya bûm, min li nav û navnîşanên Kermoyê Mitirb pirsîn. Min mala wî tap kir. Li Taxa Qişlê bû. Ji kelpîçan, ode û salonek bû. Xezanî ji her aliyê wê dirjiya. Ew û jina xwe bi tenê bûn. Gava ez ketim hundur li ser merşeke kevnar pala xwe dabû balgîhekê. Di destên wî de tizbiyeke dirêj, ji yên sedûyek libî hebû. Min silav lê kir, sebeba serdana xwe jê re got.
Kermo daxwaza min red kir. Min kir û nekir tiştek nexist destên min. Tu nabê tobe kiriye. Ribab avêtiye û sonda asê xwariye ku careke din nestire û li ribabê nexe.
Bersiva Kermo ez gelekî xemgîn kirim. Dilê min pirr êşand. Min qewîtiya Apê Mûsa neanîbû cîh. Ev di dilê min de mîna kulekê ma. Bi salan min ji bîra nekir.
Di wê navê re gelek sal derbas bûn. Piştî 24 salan ji bo derxistina Rojnameya Welat ez ji Stokholmê çûm Stenbolê. Vê carê sal 1992 bû. Min derfet dît, bêj hema her hefte ez Apê Mûsa ziyaret bikim û du sê rojan jî li ba wî bimînim.
Apê Mûsa ew qewîtiya berî bi 24 salan hê ji bîra nekiribû, dianî bîra min û digot:
"Devo, ku tu wê rojê Apoyîbûya, te dê bêşik wezîfa min dabû te, bianiya cîh. Te dê illeh bi rengekî Kermo qayil bikra û nehişta strana li "Van Roviyan" bi xwe re bibe gorê“ Piştre lê zêde dikir: "Lê heyfe ku wî zemanî hê Apoyî derneketibûn".
Di van rojan de ku em di demsala şehadeta Apê Mûsa de ne, em careke din wî bi rêzdarî bi bîr tînin û bila cihê buhuşt be, serê malbata wî û gelê me sax be.

Têbinî: Roja 30 Îlon a 2012'an li Bielefeldê seet di 15:00'an de li Komelê li ser jiyan rojjnamevanî, rewşenbîrî û sitîlê Apê Mûsa yê nivîsandinê semîner heye.  Bi hêviya em bi kesên li bajêr û der û dora bajêr re hev li semînarê bibînin.  


MÎRHEM YÎGÎT




Apê Mûsa tê bîranîn

Zanyarê Kurd û rojnameger Mûsa Anter ku di 20'ê Îlona 1992'an de ji aliyê endamên JİTEM'ê ve li Amedê hate qetilkirin di 20'emîn salvegera xwe de tê bibîranîn. Di bîranînê de dê bê xwestin ku hebû kujer bên darizandin û hesap bê pirsîn.
Nivîskar, zanyar û rojnamegerê Kurdan Mûsa Anter ango Apê Mûsa di 20'ê Îlona 1992'an de ji aliyê endamên JİTEM'ê ve li Semta Seyrantepe ya Amedê hate qetilkirin. 20 salin Apê Mûsa li qada lê hatiye qetilkirn tê bibîranîn û dê sibê dîsa bi girseyî li qada ku lê hatiye qetilkirin li ber Peyker bê bi bîranîn. Apê Mûsa ku ji ber qetilkirina wî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye bi 25 hezar Euro mahkûm kiribû, biryar dabû ku 3 hezar û 500 Euro mesrefên dadgehê bê dayîn. Îtirafkarê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan jî der barê mijarê de daxuyanî dabû û şahidî kiribû. Piştî vê yekê Dozgerê Komarê yê Amedê der barê endamên JÎTEM'ê yên navê wan tev li bûyerê bûne biryara girtinê dabû. Piştre der barê Cemîl Işik, Alî Ozansoy, Abdulkadir Aygan, Hamit Yildirim, Mahmut Yildirim û Serbaz Cem Ersever lêpirsîn da destpêkirin.
Di 2'ê Tîrmehê de tetîkêşê Zanyarê Kurd Mûsa Anter îtirafkar Hamit Yildirim, li Şirnexê hate binçavkirin. Di lêgerîna mala wî de 2 ciwal agahî û belge hatin girtin. Endamê JÎTEM'ê Yildirim pişt re hate girtin.  Apê Mûsa dê sibê di 20'emîn salvegera kuştina xwe de li Navenda Çanda Mîtanî ya Nisêbînê bê bibîranîn. Bernameya bibîranînê dê îro saet di 13.00'an de pêk bê û pişt de dê biçin Gundê Stilîlê yê Apê Mûsa. Bernameya bîranîna Apê Mûsa dê li Amedê jî ji ailyê Ozgur Gundem û Azadiya Welat ve li Seyrantepeyê bê bibîranîn.

DÎHA/AMED