Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo bibîranîna yek ji Fermandarên HPG’ê, Atakan Mahîr ku li Dersimê şehîd bû, daxuyanî da.

Daxuyanî bi ser nivîsa “Bîranîna hevrê Atakan Mahîr sonda me ya serfiraziyê ya sala 35’an e” hat belavkirin. Ji bo şehîdbûna fermandar û endamê Komîteya xwe ya navendî, û 5 herêyên pê re PKK dibêje, “Em dibînin ku ew bi wateya rasteqîn, şehîdên 15’ê Tebaxê ne. Beriya her tiştî em hevrê Şehîd Atakan Mahîr û koma wî bi hurmet û minet bi bîr tînin, em êşa malbatên me yên şehîdan û gelê xwe parve dikin. Em diyar dikin ku em ê êşa xwe veguherînin hêzeke mezintir û têkoşînê, sala 35’an a 15’ê Tebaxê bikin Sala Serfiraziyê ya Atakan Mahîr.”

PKK´ê ji bo Şehîd Fermandar Atakan Mahîr got, “Hevrê Atakan bi devlikeniya xwe, bi mêjiyê xwe yê ku kûr difikirî û bi dilê xwe yê ku bi eşqa azadiyê tijî ye, taybetmendiyên herî hêja ên mirovên Bakur-Rojavayê Kurdistanê û mîlîtanên PKK’ê û xawêniya wê di şexsê de xwe berbiçav kiriye û bûye milîtanekî egîd ê Apoyî. Ti caran ji pratîka şoreşger qut nebûye, her demê hewl daye ku di nav pratîkê de xwe û derdora xwe perwerde bike, li ser me hemûyan keda wî çêbûye. Partiya me û hêza me ya gerîla wê armancên wî bi ser bixe û li bibîranîna hevrê Atakan xwedî derkeve. Ciwanên Kurdistanê zêdetir wê tevlî nav refên gerîla bibin, bibin Atakan û di rêya vî fermandarê hêja de bimeşin. Gelê me û dostên ji berê çalaktir wê têkoşîna azadiyê bikin û deynê xwe yê wefayê bidin Hevrê Atakan.”

Sala Atakan Mahîr

Daxuyaniya PKK´ê wiha bi dawî dibe: “Partiya me, hêzên me yên gerîla û gelê me, sala 35’an a 15’ê Tebaxê dike sala Atakan Mahîr û ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibe xwedî şertên ku bikaribe bi azadî bijî û bixebite, bi giştî wê berxwedana şoreşger-demokratîk a di xeta serfiraziyê de bi pêş bixe û li ser vî zemînî, wê tola Hevrê Atakan Mahîr hilîne. Serfirazî wê ya şervanên azadiyê, ya gelê me û wan şervanan be ku bi fermandariya Atakan Mahîr şer dikin.”