
Mêrikekî bejndirêj ji bo ku tiştên komî li ser ereba xwe ya sê teker kiriye bifroşe, bi dengekî bilind diqîre: ‘Çerçî, çerçî hat.’ Her tim kîjan wextî çerçî diçe gund, jinên gund hemû li derdora erebeya çerçî komî ser hev dibin. Çerçî hêdî hêdî dimeşe. Baweriya wî ya pere peydakirinê hê jî di dilê wî de ye. Ew meşa giran, vê nêrîna wî dide dest. Herkes li hêviya berfê ye. Ew jî difikire ku demeke dirêj li van gundan negere û neyê van deran. Ev gund dûrî mala wî ye û rê jî zehmet e. Nikare bi vê erebeya giran û kevn bikeve van rêyan. “Lê ez ê bê kar jiyana xwe çawa bidomînim. Zarok wê birçî bimînin. Bi vî rengî nabe, qet nabe. Divê ez karekî din bibînim.”
Mûyên spî mîna berfa libo libo weşiyane nava porê wî. Rûyê wî yê reş û qurmiçî, qurmiçîna derdora çavên wî temenê wî lê eşkere dike. Nêzîkî 40 an jî 45 salî ye. Wekî diranên wî yên pêşiyê qet tune ne, gepên wî tebiqîne. Bi destên xwe yên çermzirav û bihestî, xwe davêje ser milên erebê, erebê dahf dide; westiyaye.
Li jêra gund qehwexaneyekê dibîne. Biryar dide ku here wir û demeke kurt rûnê. “Lê ezê erebeya xwe li ku derê bihêlim? Bila zarok nebînin. Nexwe wê her tiştê min bidizin.” Erebeya xwe bi zorê dikişîne, dibe ber deriyê qehwexaneyê. Gazî xwediyê qehwexaneyê dike û dibêje:
- Brê min, bila çavên te li ser erebeya min be.
- Temam tu mereq neke! dibêje, xwediyê qehwexaneyê Îsmaîl.
Îsmaîl ciwanekî çeleng e. “Ev mêrika dîn e gelo. Du sê tişt mane li ser erebeya wî. Tuyê bêjî erebeya wî qey mercedes e.” Îsmaîl aravka îskanên valabûyî berhev dike û ji yên ku dixwazin re careke din tije dike. Kîroxên wî yên îro hindik in. Ji xwe kîrox yan qet pere nadin yan jî bi deyn didin nivîsandin.
Mêrikekî bejn kin, qelew û qemerbûna çermê wî yê ku rengê demsalê dide xuyakirin, dikeve qehwexaneyê. Hêdî hêdî dimeşe û li ser kursiyekî rûdinê. Lê di çavên wî de xelxeleyek heye, di hêlîna xwe de nasekinin awirên wî. Silavekê dike li kîroxên ku di quncika qehwexaneyê de rûniştine û ketine hevpeyvîneke kûr. Cixareya xwe dipêçe û kursiya xwe hildide û diçe cem wan mirovên ku silav li wan kir.
- Selamuneleykûm
Yê herî biçûkê wan dibêje,
- Bekir te gava dinê silav li me kir û me jî silava te vegirt.
Bekir jî got,
- Silav a xwedê ye Elî. Ez çend caran bidim tu yê jî ewqasî bigirî. Tu çawa yî Apê Mihemed?
Apê Mihemed,
- Elhemdulilah, baş im Bekir.
Mihemed di nava rûniştiyan de yê herî kal e, birayê herî mezin e. Yekî gelekî jar e. Diranên wî yên pêşiyê dest bi ketinê kirine. Yek ji wan diranan gava Mihemed diaxive, lêvê wî yê jorê lê dikeve û diran diheje. Gava diaxive tu dibêjî qey wê niha bikeve. “Niha kî ev mêrik li vir da rûniştandin. Êşa serê min zêde neke, wê baş be.”
- Xwedê zêdetir başiyê bide Apê Mihemed. Ev çend roj in bê kar û beredayî li van deran digerim. Gelo karek tune ez bikim. Zivistan jî hêdî hêdî tê. Xuya dike ku ev zivistan wê giran derbas be.
Diyar e ku dixwaze sohbetekê bide destpêkirin. Lê bersiva kesekî nîne ku bide. Her kes serê xwe dihejîne û kes naaxive.
Mistefa, birayê navîn, yekî keçel û jar e. Bîbikên wî qey ji hêlîna xwe zoq bûne. Ji gava li vir rûniştin heta niha bişkoke ceketê xwe yê milpînekirî diqefart û dîsa vedikir. Li çavên Mihemed dinêre û paşê li çavên Elî. Jixwe, yekî bêdeng û daman e. Mirovê herî dawî ye ku li gel were axaftin. Mistefa ji bo ku şerm nebe bersivê dide mêrik:
- Rewşa me ya aborî jî xerab e. Roja borî çima ku hinek berf barî, gur hatin gund û mîhên ku di dest me de mabûn jî parçe parçe kirin û xwarin. Pereyekî ku me heta navçeyê bibe jî li cem me tune ye. Weke gotina te zivistan jî hat û xuya dike ku wê gelekî berf bibare.
Gotinên xwe xelas kirin û ji nişka ve bêdeng bû.
- Taqeta min tuneye ku ez biaxivim. Pênc quruş di destê min de tunene. Em birçî ne û ji dest jî tiştek nayê.
Dengê dilê wî û gotina dilê wî jî bêdeng dibe.
Gotina dilê Bekir destpê dike.
- Karekî me jî tuneye. Em jî birçî ne. Me silavek da, binêre li gotina vî. Ev mirine looo!
Li der û dora xwe dinêre, xêncî wan kes tuneye li qehwexaneyê. Mêrikê ku li pişt wan rûniştiye qey ji zû ve çûye.
‘Bi rastî demeke dirêj e ez li vir rûniştime. Min dengê deriyê zingargirtî jî nebîhîst.
Bekir dizîvire ji Apê Mihemed re dibêje,
- Hingî berf Girîdaxê tam nepêçaye û hingî rê hê jî vekirîne, ez dibêjim, cara dawî em bi hev re herin nêçîrê. Tu çi dibêjî Apê Mihemed.
- Biqasî em nikaribin herin nêçîrê berf bariye êdî. Êdî vî wextî şûndetir kes nikare here.
- Li gorî min, biqasî ku em nikaribin herin nêçîrê berf nebarî ye. Ez dikarim niha jî herim. An hûn nikarin werin?
- Kereker neaxive Bekir. Gotina te, te dibe mirinê. An te bêhna mirinê kiriye? Mirov nikare vê sermayê û vê zivistanê ji cîhê xwe bilebite.
- Dev ji sermayê û zivistanê berde Apê Mihemed. Niha tam dema nêçîrê ye. Niha pivir li wir zêde ne. Heke hûn ditirsin, nawêrin, ez ê bi tenê herim.
Mistefa ewqas hêrs dibe û dibêje,
- Ev fileyê bê eyar, çawa diaxive bi Mihemed re.
- Em çima bitirsin Bekir? Heke tu diwêrî, bisekine bila berf tam bibare Girîdaxê, em piştre herin. Ez dikarim wê demê herim, lê bi te nizanim. Ez li şûna Elî û Mihemed jî naaxivim. Biryar a wan e.
Bekir piçek poşman dibe li ser wan gotinên xwe. Ew jî dizane, nikare carinan eyarê zimanê xwe bike. Nikare paş ve jî hilde gotinên xwe. Tirsonekî avêtine nav axaftinê, wê çawa ji paş ve hilde.
Mistefa ji ber gotinên xwe şanaz bûye. Sîngê xwe hêdî hêdî derdixe bi pêş ve. “Ev jî dixwaze min bitirsîne. Tabî ez ê herim. Çima neçim? Ger îşek were sere min, ez ê çawa bikim? Dema berf dikeve erdê heta havînê kes çavên te nabîne. Îcar yê here nêçîrê Bekir Beg! Ez dikarim herim, dikarim herim, ez ji van gotinên xwe bi paş ve gav naavêjim. Ez ê herim, ez ê herim.”
Çavên Bekir, tirsa di dilê wî de dide der.
- Çavê min hildide. Qey tu dixwazî bibêjî ‘tu ditirsî’? Ez tabî diwêrim werim. Çima neyêm. Temam piştî berf barî em herin.
Elî gulmek çay ji îskana xwe hildide û dibêje,
- Ez ê jî werim. Nikarim birayê xwe bi tenê bişînim. Divê ku ez jî herim, ez jî herim. Piçek dijwar e çûyîna li nav berfê, lê divê ez jî herim. Ji zû ve ye ku min goştê sîvîran jî nexwaribû.
Kelecanek bi Bekir digre,
- Temam em sê kes in. Apê Mihemed tu jî nayê? Apê Mihemed zilamê pîr, kevçiyê malê ye. Ku tu neyê nabe.
Mihemed dikene ji vê dînawetî re, van gotinan davêje pişt guhê xwe.
- Temam, ez ê jî werim. Em dê kengê herin? Em zû herin, ez li nav berfê zehmetiyê dikişînim. Em zû herin.
Bekir bi baweriyeke mezin a bi xwe;
- Na apê Mihemed. Bila berf bibare em dê paşê biçin.
Mihemed dîsa dikene, destê xwe davêje patika Bekir û wî bi aliyê xwe ve dikişîne.
- Temam, ez biqasî we ciwan nînim. Ez ê zehmetiyê bikişînim. Lê ez ê werim. Em niha rabin, de hadê Elî, Mistefa.
Elî,
- Tu li min bigere dema çûyînê Bekir.
- Oooo ! Ez ê tabî bigerim. Dema berf barî, hûn li hêviya telefona min bin.
Li pêşiya malekê ku çîmentoya wê cih bi cih weşiyaye, cama paceyeke wê ku li pêş malê dinêre deriziye û ji bo ji wir sir nekeve malê ew der bi kaxizên gelek zerbûyî hatiye girtin, arika wê daketî, ji xalî de heft-heşt zarok di nav xweliyê de dileyizin. Ê herî biçûkê wan bi çarlepkî diçe û tê. Weke ku xwelî xwariye der û dora devê wî hemû di nava heriyê de maye. Dest û piyên wan hemûyan jî ji serma sar bûne, lê nikarin dev ji lîstika xwe berdin. Ji ber ku kêfê dide wan. Sê mêr di ber diwarên ku bi kevirên mezin li ser hev danîn ve hatiye avakirin de hêdî hêdî xuya dikin. Dema piçekî nêzîk dibin ruyên wan jî diyar dibin. Zarokê herî biçûk serê xwe dizîvirîne û dinêre li aliyê wan mêran û kelecanek wî digre; gilêz ji devê wî diherike, destê xwe li aravka li erdê dixe û bi coşekê dikene. Di destê bavê wan de poşet tine, ev wan xemgîn dike. Elî zarokê biçûk ji erdê hildide hembêz dike, paç dike. Mistefa li zarokê herî mezin hêrs dibe, “Kurê min di vê hewaya sar de hûn hemû çima derketine ji derve? Hadê, her kes bila bikeve malê.” Du keçikên biçûk û por zer, destê Mihemed digrin û jê dipirsin, “Apo apo, we ji me re tiştek neanî?” Mihemed dibişire û di ser de jî dikedire. Keçika wî ya nû zewicî tê bîra wî; wê jî wisa dikir dema biçûk bû. Bavên wan û hemû zarok dikevin malê. Ev mal hêlîna vê malbata mezin e. Jin tenê li malê ne; her yek jî bi karekî mijûl e. Hevjîna Elî, Fatma bûka biçûk, xwarinê amade dike. Mistefa, Aynûrê nabîne li naverasta malê; “Omer dayîka te li ku derê ye?” Omer ji bo destê xwe germ bike, bi sobê ve dizeliqîne û zû zû dikişîne.
“Nan dipêje, li kîlerê ye bavo.” Di odê de tenê hevjîna Mihemed, Bedîle xuya dike û ew jî bi şîşên di dest xwe de goreyê dihûne. Herdu kurên Bedîle jî çûne bajarên dûr ji bo xebatê. Û hemû keç jî zewicî ne.
- Çima hûn ewqas zû hatin?
Mihemed li ser vê gotinê aciz dibe;
- Çima, karek heye ku em bikin û dereng werin.
Bedîle bêdeng dibe. “Wela mêrik mafdar e. Çima karek heye bikin? Ku kar hebe jî yê van kulfetan çawa xweyî bikin. Em birçî ne, tuneye, em hertim birçî ne. Min rehetiyek nedît di vî emrê xwe de.
- Ez jî goreyekê dihunim. Bila li cem me xatireyekê mîhên çûyî bimîne, dibêje Bedîle, ji bo van mêrikan hinekî bikenîne. Lê ew qet nabişirin jî.
Mihemed misînekî avê hildide destê xwe û diçe daşîra ku qasekî dûrî malê ye. Mihemed mirovekî wisa ye ku serê wan diçe, nimêja wan naçe. Dema diçe daşîrê di dilê xwe de dibêje, “Di dawiya her astengiyê de berfirehiyek heye. Ji xwedê re bawerî, huzura herî mezin e. Xwedê her tiştî dibîne û dizane. Vî halê me yê nebîne gelo? Wê ji bo me jî deriyekî vebike.”
Berfa ku piştî roja yekemîn weke bahozî barî, piçekî sekinî. Berfa Girîdaxê ku di ser navsera wê de qet nahele. Mîna bûkeke ku laçika xwe ber bi jêr ve hêdî hêdî dahelaye. Berfê rengê xwe daye her derê Girîdaxê.
Hemû malbat li ser sifrê ku li ber sobê hatiye raxistin berhev bûye. Mişlî qehwexanê dane hev, tîne bîra xwe. Bêguman ji bîr nekirine, lê Mistefa hêvî dike Bekir ji bîr bike.
- Me ji bîr nekiriye, em li benda telefona te bûn. Gava vê gotinê dibêje, li çavên Mihemed dinêre. Tamam sibe bi aliyê me ve were. Em ji vir bidin rê.
- Ez ê sibe şefeqê werim. Em ku zû derkevin, em ê zû bigîhîjin malê.
Mistefa telefonê digire û serê xwe xwar dike û ji bo kes jê tiştekî nepirse, zû zû xwarina xwe dixwe. Mihemed dizane ew ê geriyaye Bekir e. Lê dîsa jî ji bo haya jinan jê hebe dipirse;
- Ew Bekir bû?
- Erê. Yê sibe zû were vir. Em ê ji vir ve herin.
Bedîle ji pace dinêre derve û dipirse;
- Hûnê herin ku derê?
Bersiva Bedîle Elî dide ;
- Em ê herin nêçîrê jinbir.
- Vê berfê, zivistanê, bahozê nêçîra çi ye ? Îşek yê were serê we, neçin.
- Bekir meha borî li qehwexanê ev teklîf ji me re kir. Gava me got, ‘vê zivistanê kes nikare here.’ Wî jî got ‘ çima hûn ditirsin. Ku em neçin nabe, jinbir.
- Neçin bi rêya aqilê Bekir. Dev ji wan gotinên dînik berdin. Neçin.
- Na, jinbir, çend kesên gund jî wê bi xwe re bîne. Em tenê nînin.
Ji bo jinbira wî zêde dirêj neke, van gotinan bi derewan dibêje.
- Ez dibêjim neçin. Wê îşek were serê we. Hûn ezraîl li dora xwe digerînin.
Mihemed aciz dibe;
-Me got em ê herin Bedîle, zêde dirêj neke êdî.
Bedîle ji ser sifrê radibe û diçe kîlerê. Di dilê xwe de dibêje ‘Ev ber bi bêhna mirinê ve diçin. Tiştek bê serê wan, ev jin, zarok em ê çawa bijîn? Axxx, mêrtiya we ku hûn li ser jinan didin jiyîn û yek ji mêrtiya we ku jinan weke mirov qet nahesibîne. Xwedê, tu van bêaqilan bisitirînî.
Lê serîrakirina wê di dilê wê de dimîne.
Mihemed, Mistefa û Elî ji berbanga sibê ve li ser piyan in. Li benda Bekir in. Tiving û guleyên xwe ji êvarê ve amade kirine. Tavê hê jî rûyê xwe nîşan nedaye. Belkî îro qet jî nîşan nede. Bi gurmegurm derî lê dide. Şelwarê Bekir heta ser çokan cemedê girtiye. Weke ku bahozek li ser xwe kiriye. Dikeve hundirê malê;
- Cesîm jî wê bi me re were. Li benda wî jî bisekinin. Qet baweriya min bi hatina wî yê tirsonek tuneye; lê em dîsa jî bisekinin.
Mihemed ji vê sekinandinê gelekî aciz dibe û bihêrs dibêje;
- Temam, li hêviyê bisekinin lê zêde na. Em zû herin û zû vegerin.
Di dilê hemûyan de berbendiyeke bitirs, di rûyê wan de wêrekiyeke virek heye.
Mistefa;
- Êdî nayê. Em bidin rê. Ez ê di rê de careke din li wî bigerim. Wê demê em ê bizanin ka tê yan na.
Rê diyar e. Didin rê. Ber bi çiyayê Agirî ve dimeşin. Mistefa çend caran li Cesîm digere. Lê telefona Cesîm girtî ye. “Yan bi zanebûn telefona xwe girtiye yan jî hê radizê ew ê tirsonek, ew ê bêîman. Ger tu ditirsî, çima dibêjî, ez ê werim.”
Piştî meşeke dirêj digîhîjin cîhê ku nêçîrê lê bikin. Bekir di termosê de çay aniye. Li ser berfê xwe dirêj dikin û bêhna xwe vedidin. Tav rûyê wan germ dike. Bekir şûşeyên çayê dadigre. Gulmeke çay westandina wan ji holê radike.
Mihemed di herî pêş de, li pişt wî Elî, li pişt Elî Bekir û di herî dawî de Mistefa ber bi jor ve dimeşin. Berf ji çoka wan derbas dibe. Mistefa ji Cesîm hêrs bûye; bi wêrekiya xwe bi Cesîm re pêşbaziyê dike. Cara dawî wê ji Cesîm re di rê de telefonê veke. Di dilê xwe de dibêje. “Jixwe, dizane em heta niha ji gund derketine û hêviya wî nesekinîne. Yan hişyarbûyî ji xewa xwe ya şîrîn. Niha wê telefona xwe veke. Çi were ber devê min ez ê jê re bibêjim.”
Mistefa telefonê digire destê xwe û li Cesîm digere. Dema telefona Cesîm du sê caran lêdide, şepe dikeve. Weke ku çiya dikeve ser wan, şepe dikeve.
Bihar hatiye. Bêhna biharê ketiye nava gund. Şînek heye di nav malê de ku kevirên bigehê wê cîh cîh ketine, pacên wê yên camî şikestî, bi xweliyê hatiye çêkirin. Bihar hatiye ku berf hêdî hêdî heliyaye gîhîştine termên wan.
Gelek mirov zû bi zû dikevin malê û ji malê derdikevin. Zarok di ber diwarê bi kevir çêkirî de dilîzin. Qêrîna Bedîle digîhîje ruhê mirovan û bi bêdengiyeke bêçare herkesî bêdeng dike.
“Min gote wan neçin. Wê îşek were serê we. Neçiiiin, nekevin rêya Bekirê bêaqil, nekevin rêya wî, neçin. Mirin li derdora we digere neçiiiin!”
Dengê zêmaran digîhîje ezmanan. Li ser sê mêran Zêmar tê gotin. Zaroka Elî rabûye ser lingan hêdî hêdî xwe bi tiştan digire û dimeşe. Dest davêje laçika dayîka xwe ya bi rondikan şil bûyî. Fatma zarokê hildide paşila xwe û di ser zarokê de digirî. Ji bo bavê zarok digirî. Zarok jî dest bi girînê dike. Dest davêje çiçikên dayîka xwe û şîr dixwaze.
Meh diborin, zayînên nû çêdibin û dem bi yadkirina mirinên borî derbas dibe. Çerçî ji dûr ve xuya dike. Her çar dora ereba xwe bi texteyên dirêj pêçaye û erebeya xwe mezin kiriye. Ji bo firotinê çi di nava erebê de hebe, libo libo bi dengekî bilind dihêjmêre. Keçikên ciwan û jinên pîr li derdora erebê kom dibin. Fatma jî di nav jinan de ye. Pereyê wê ku tiştekî bikire yan jî tiştekî wê ku bi tiştekî din biguherîne jî tune ye. Tenê li tiştên erebê temaşe dike.
Zaroka Mistefa yê herî biçûk berbanga sibê hişyar dibe. Avê dixwaze, li dayîka xwe digere. Dayîka wê di nava nivînên xwe de nîne. Bedîleyê hişyar dike, “Amojin rabe avê bide min! Dayîka min li ku derê ye?”
Dunya hê nû ronî bûye. Bedîle îskanek av ji misîna hewzê tijî dike û dide zarok û diçe li Fatma bigere. Li ser kaniyê dinêre kesekî nabîne. Li kîlerê dinêre kes tune ye. Dizîvire û dikeve nava cîhê xwe. Di dilê xwe de bi tirseke mezin dikeve xewê.
Roj rûyê xwe nîşan dide û pêşiya herkesî şiyar dibe Bedîle. Fatma ji xewê radike.
- Rabe hişyar be. Aynûr çûye ku derê ? Êvarê li nav cîhê xwe nebû.
- Nizanim ez qet şiyar nebûm.
Piştî wê şevê kes Aynûrê nabîne. Revîna, çûyîna Aynûr li nav gund belav dibe. Herkes li ser vê çûyînê diaxive û tiştên nerast jî pê ve dikin û diaxivin.
Dem diherike. Jiyana mirovên pêşî di bin şepe û paşê jî di bin axê de mane danîne, xwe teslîmî demeke wendakirî dike. Mîna çûkekê ku biçe ji çêlikên xwe re xwarinê bîne û li nêçîrê were kuştin û nezîvire. Aynûr êdî nezîvirî.
Fatma sifrê radixe ji bo zarokan. Fatma tasê tijî dike û zarok jî di qasekî de diqedînin. Fatma dîsa tije dike tasê. Diyar e ku zarok îro gelekî birçî bûne. Her tim ewqas xwarinê naxwin. Kurê Fatmayê êdî dimeşe, direve û diaxive.
Ji kurê Mihemed ê ku ji bajarên dûr vegeriyayî re dibêje,
- Zû bixwe Ahmet abê! Em herin, top bilîzin.
Ew jî dibêje,
- Temam ez hopeke din jî bixwim. Aaaaaa! Min xwar. Hadê, em herin kuroo! Kî dixwaze bi min re bilîze bila were. Baro, tu bibe qelecî!
Û zarokan dide pey xwe û ji malê derdikevin.
Qelqeleyek bi Fatmayê girtiye û dibêje;
- Li pêşiya malê nelîzin, herin pişt girê hanê bilîzin û destê xwe dirêjî paceyê dike.
Piştî zarok diçin, li malê Fatma tenê dimîne. Bedîle jî ji serê sibê ve şîşên xwe hildane destê xwe, çûye mala cîranan. Fatma car caran derdikeve ber deriyê derve û diçe kîlerê ku li derve ye, û dîsa dikeve malê. Di dilê xwe de dibêje, “çerçî ev çend roj in nehatiye, îro teqez wê were. Beriya ku zarok bên bihata baş bû.”
Ereba çerçî li jêra gund xuya dike. Fatma wê biçe ber erebê, Perê wê jî tuneye, lê kêfa wê bi temaşekirina tiştan jî tê. Laçika xwe ya ji cihêzê wê mayî ji sandiqa Aynûrê derdixe û dide serê xwe. Direve, diçe ser rêya gund. Yekem, ew erebê pêşiwazî dike. Çerçî li deriyê erebê etelikên nû û reng bi reng darda kirine. Jinên gund dîsa li derdora erebê berhev dibin. Çerçî dikeve nava erebê û danasîna tiştan dike. Çend parçe etelik û tiştên din bi bazareke dijwar difroşe. Jinên tişt kirîne û nekirîne hêdî hêdî ji derdora erebê belav dibin. Çerçî dev dide ereba xwe, diyar e ku gelekî westiyaye. Zarokên gund dikevin pey erebê. Zarok di cîhekî de diwestin û rûdinên ser kevirên ku li cîhê taqîb berdane, hene û li dûr ketina erebê temaşe dikin.
Ahmet top hildaye destê xwe û zarok jî li pey wî vedigerin malê. Fatma li mal nabînin. Gelo di vî wextî de dikare here ku derê? Çima mal bi tenê hiştiye? Gava tarî hêdî hêdî dikeve erdê, Bedîle serê wê berjêr û bi hunandina goreyê di dest xwe ve ber bi malê diçe. Kurê Fatma direve û pêşî li Bedîle digire û dibêje, “Bedê, Bedê dayîka min çûye ku derê?” Bedîle destê zarok digire û bi lez ber bi malê dimeşe. Herkes ji wê li Fatmayê dipirse. Agahiyeke wê jî jê nîne.
Bedîle çend zarokan şîret dike û ji bo li Fatma bigerin dişîne malên gundiyan. “Heger we Fatma dît, bibêjin Bedîle gotiye, bila zû were malê.” Zarok di tariya şevê de derdikevin rê. Kes kesî nabîne, lê qey çavên piyên wan hene û rê nîşanî wan didin. Qet li malekê jî Fatmayê nabînin. Bêçare dizîvirin. Kurê Fatmayê dest bi girînê dike; “Ka dayîka min, ka dayîka min?”
Çerçiyê zewicî û bavê pênc zarokan careke din nayê gund. Dibêjin, Fatma bi dizîka ketiye ereba çerçî û bi wî re çûye. Ev gotin li gund belav dibe. Fatma careke din nazîvire.
Bedîle bêdeng e. Ji dunyayê xeyîdiye. Zarok Bedîle dikin şûna dayîka xwe. Dema yek ji zarokan li dayîka wan dipirse, ew dibêjin; “Dayîka me ya herî mezin li malê ye, ya piçûk çûye.”
* Ji girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê nivîsiye