Li Kanîmasiya Başûrê Kurdistanê a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, arkeologan di xarûfk û dîzikên 2 hezar û 500 salî de şûna bîrayên tesbît kir. Ji Zanîngeha Cambridgeê, Augusta McMahon got, ev vedîtin kela canê wan radike. Hevnivîskarê gotara li ser mijarê ya ku di Kovara Zanista Arkeolojiyê de derçûyî Claudia Glatz jî got “Ya ku Elsa Perruchini nîşan dide, şopên tirşbûnekê ne ku şopên kîmyeyî yên ceh re li hev dikin. Dema em van agahiyan tînin cem hev, em fêm dikin ku di van xarûfk û dîzikan de bîra hebû.
Claudia Glatz dibêje, her kes dizane ku bîra yek ji hîmanên midbexa Mezopotamyayê ye, lê ji bilî fonksiyona rîtuelan, ew xwedî girîngiyeke civakî jî bûye.
Dîzikên li Kanîmasiyê
Ev dîzik û xarûfkên ji kîlê yên li Kanîmasî hatine dîtin temenê wan di navbera beriya mîladê 1415 û beriya mîladê 1290´î de ye. Li gorî arkeologan, ev bi awayekî eşkere nîşan dide ku vexwarina bîrayê ya ku berê di rîtuelan de karekî hevpar bûye, hêdî hêdî diguhere û wisa lê tê ku ferd di xarûfkên xwe de jî bîrayê vexwin. Herçî şopa herî kevin a bîrayê ye jî, em zêde ji vê deverê bi dûr naçin. Bermahî beriya mîladê ji 4 hezaran maye. Li ser madeyeke seramîk a kevnar a ku li Girê Godin ê li parêzgeha Kirmanşanê hatiye dîtin, em rastî kevrê bîrayê tên ku kalsiyûmoksalat e.
NAVENDA NÛÇEYAN