Farqînî: Li gorî wan divê di dîrokê de ji Kurdan ti şop nemîne. Ev derî wijdan û rûmeta mirovan e. Rastî serhişk e, çi zû çi dereng derdikeve holê û wekî lekeyeke reş li ser kiryar datîne.
LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça di wergera xwe ya pirtûka dîroka îslamê ya El-Kamîl fî’t-Tarîh de beşên tê de “kurd” dinivîsandin wekî “tirk” guherandin. Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku bi vî awayî tê xwestin Kurd li derveyî dîrokê bên hiştin û ya hatiye kirin li derveyî etîka zanistê û rûmeta mirovan e.
Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça di wergera xwe ya pirtûka dîrokê Îslamê ya El-Kamîl fî’t-Tarîx a Îbnu’l-Esîr de ku sala 1230-31’ê li Mûsilê bi Erebî hatiye nivîsandin, beşên tê de “kurd” dinivîsandin wekî “tirk” guherandin. Ev yek ji aliyê seyda û meleyên Kurd ên medreseya jî hat piştrastkirin.
Her çend ev yek li ser medyaya civakî gelek caran hat nîqaşkirin û di çapemeniyê de derket jî, Agirakça der barê vê de heta niha ti daxuyanî nedaye. Têkildarî mijarê me telefonî Midûrê Nivîsgehê yê Rektoriya Zanîngeha Artûklûyê kir, lê belê hat gotin ku rektor naxwaze der barê pirtûkê de biaxive.
Belgeyn dîrokî jî tehrîfkirin
Zimanzan Zana Farqînî bi xwe got, tehrîfata hatiye kirin ne cara ewil e û wiha peyivî: “Koka vê tehrîfatê xwe digihîne heta salên dawî yên Osmaniyan. Lê piştî avakirina komarê ev yek veguherî awayekî sîstematîk. Li gorî îdeolojiya fermî di dîrokê de qewmekî bi navê kurd tine ye, zimanê wan tine ye û erdnîgariyeke bi navê Kurdistanê tine ye.”
Farqînî bi bîr xist ku di belgeyên dîrokî û belgeyên Osmanî de beşên der barê Kurdan de pirr hatine sansurkirin û got, “Çimkî ev kar bi xemsariyeke wisa tê kirin ku, her tişt derketiye holê. Mesela têgîna Kurdistanê ya di fermana ku Qanûnî Siltan Silêman ji Qiralê Fransayê Fransûwa re şandiye, Wîlayeta Kurdistanê ya ji aliyê Osmaniyan ve hatiye avakirin ji wesîqeyên dîrokî hatine derxistin. Ji bo îdolojiya siyasî û fermî belgeyên dîrokî yên orîjînal hatine tehrîfkirin.”
Tehrîfat karê neteweperest û qaşo dîndaran e
Farqînî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî netewparêzan, kesên qaşo oldar jî ketina nav hewldana tehrîfkirina tiştên derbarê Kurdan de û wiha peyivî: “Yên ku vê tehrîfatê dikin tenê ne netewparêz an jî netewperest in, kesên ji xwe re dibêjin oldar jî vê yekê dikin. Mesela, aqûbeta berhemên Saîdê Kurdî, Elî Şerîatî jî heman tişt e. Heta di ansîklopediya Îslamê de jî beşên der barê Kurdan de bi vî awayî hatine tehrîfkirin. Ji bo vê gelek mînak hene.”
Farqînî, ji bo tişta hatiye kirin got, bi vê yekê tê xwestin ku di dîrokê de şopa Kurdan nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ev tehrîfat û sansur çawa bên nirxandin? Ev yek tê wateya veşartina tiştên der barê Kurdan de ne bes e, divê di dîrokê de ji wan ti şop nemîne. Helbet ji bo ravekirina vê rewşê ti hincet tine ne. Ev rewş derî mirovahiyê, derî wijdan, derî etîka zanistê û derî rûmeta mirovan e. Redkirin, înkarkirin, asîmlekirin ti carî ne bû çare û wê ji niha bi şûn ve jî nebe çare. Lewre rastî serhişk e, çi zû çi dereng derdikeve holê û wekî lekeyeke reş li ser kiryar datîne. Roj bi heriyê nayê seyandin.”