Yekta Herekol di xebatên xwe yên çand û hunerê de her li pêş bû, di roleke xwe de Pîr Sultan bû û bi dildariya wê rêyê ket pey şopa bi hezaran qehremanên civakên bindest. Yekta Herekol 27’ê Adara 2004’an di Roja Şanoya Cîhanê de li Helebê destpêkê xatirê xwe ji zarokan xwest û ji bo şermezarkirina polîtîkayên rejîma Sûriyeyê bû meşaleyeke ji êgir. Yekta Herekol sala 1968’an li navçeya Dêrsimê Xozatê ya Dêrsimê hatiye dinê û ew jî wekî bi hezaran zarokên wê axê bi êşên komkujiya Dêrsimê mezin bûye. Li Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê xwendiye. Di lîstikên xwe de bi rola Pîr Sultan jî rabûye û di zindana Erziromê de jî maye. Li Yewnanistan, Roma û Rûsyayê ji bo gel xebatên cihê kirin. Li Yewnanistanê di Newrozê de kirasê rola Kawayê Hesinkar li xwe kir. Ti Newroz bê şano derbas nedikirin. Rêwîtiya wî ya li ser şopa Pîr Sultan û Kawa berî wî da çiyayên Kurdistanê. Dema li Rûsyayê bû, berpirsyarê saziya çand û hunerê ya Kurdan bû. Bi dehan lîstikên şanoyê derxistin ser dikê.

‘Tu diçûyî akademiyê?’ 

Yekta berî ku bê girtin û wî bixin Girtîgeha Erziromê, dozger li dadgehê pirsa ‘Tu diçûyî akademiyê?’ li Yekta dike, Yekta bersiva “Erê rast e! Ez diçûm akademiya hunerê ya Bertol Brecht” û dadgehê matmayî dihêle. Yekta vê bîranîna xwe piştî bi salan bi kenekî şîrîn tîne ziman û dibêje, “min rola xwe ya yekemîn li wir kir.”

Ne tenê gerîla bû

Yekta çalakvanekî azadiyê, wijdana civakê û endamê Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan bû. Yekta ne tenê gerîla, hunermend bû. Li çiyan di destê wî de tevir û bêr, li her derê dikek çêdikir û şanoya xwe pêşkêş dikir. Bi vê hestê dixwest ku dibistan û akademiyên çandê li her dera Kurdistanê bên avakirin. Yekta bi tasa destê xwe av dida bi hezaran gerîlayan û ew tas bi dildariya rêhevaltiyê ji Rêbertiyê re dişand. Yekta kesekî çalakvan bû û piştî her çalakiyê ji hevrêyên xwe re şano pêşkêş dikir.

Bû meşaleya azadiyê

Yekta di hemû çalakiyên xwe de dildarê hevaltiyê bû û li dijî Komploya Navneteweyî bedena xwe kir mertal û hemû hunermend dawetî berxwedanê kirin. Li dijî tesfiyekaran bi hêrs, lêgerê azadiyê, sembola xeta hunera şoreşgerî bû û li qada Helebê bi agirê bedena xwe bû meşaleya azadiyê.

Bang li Kurdan dike

Yekta nameyekê li pey xwe dihêle û tê de dibêje ku: “Berî her tiştî divê bê zanîn ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve û serkeftineke mezin bê bidestxistin, di serî de em kadro, rewşenbîr û hunermend, divê em lêgerên rast ên heqîqetê bin. Peywira sereke divê em ji gel hez bikin û bi hêvî girêdayî gel bin. Divê em cidî bin.” Yekta bi soz û peymana xwe bû meşaleya rêya çand û hunera Kurdistanê.

Şekirê destê zarokan bûn

Şanoger û gerîlayê Kurd Yekta Herekol di 27’ê Adara 2004’an de Roja Şanoyê ya Cîhanê bi pereyê di berîka xwe de şekiran ji bo zarokan dikire. Li bajarê Helebê kuçe bi kuçe digere û wan şekiran li zarokên Kurd, Ermenî û Ereb belav dike. Zarokan hembêz dike. Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz dike û dibe agirê Newrozê û xatirê xwe ji gel dixwaze.


ROJEVAMEDYA / NAVENDA NÛÇEYAN