Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî behsa giringiya kesayetiya Newşîrvan Mistefa kir û got: "Emê her dem wî bi bîr bînin. Bi dîtina me ji bo vê dema em di têde derbas jî dibin, yekbûna Tevgera Goran û YNK’ê rêya herî baş e. Ev yek di berjewendiyên Kurdistanê de ye.” 

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî li gel şandek hevbeş ya PJAK û Komelgeya Demokrasî û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)  beşdarî merasîma cenazeyê Damezrîner û serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa ya li bajarê Silêmaniyê bûn.

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî têkildarî koça dawî ya Newşîrvan Mistefa ji ROJNEWS'ê re axivî û li ser koça Mistefa got: "Kak Newşîrvan, ji Kurdistanê bêwext çû. Şopên wî di nava xebatên li Kurdistanê yên siyasî, şoreşgerî, edebî û civakî de berçave."

Siyamend Moînî bi berdewamî wiha got: "Kak Newşîrvan her dem li dijî kevenperestî û paşverûtiya civakî têkoşiya. Emê her dem wî bibîr bînin."

Siyamend Moînî anî ziman ku ew yekbûn û li hevkirina Tevgera Goran û YNK'ê  ya bihevre girîng dibînin û got: "Ji bo li Başurê Kurdistanê tevgereke nû li dijî gendeliyê derbikevin, yekbûna wan wê di berjewendiyê Kurdistanê de be. Ev  dikare hêz bide aliyên şoreşgerî û pêşxistina civakê."

Moînî îşaret bi krîza li Kurdistanê kir û got: "Heya sîstema Başûrê Kurdistanê bi vî awayî berdewam bike, wê nakaribe cihê xwe di nava siyaseta herêmê de jî bigire. Niha di nava guhertinan de ye. Lê bi yekbûn û yekgirtina Kurdan dikarin, li dijî dagirkeriya netew-dewletê têbikoşin.”

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî behsa boykotkirina hilbijartinên meclîsên bajar û gundan jî kir û got: "Me ji bo hilbijartinên meclisên gund û bajaran jî biryarê ji îradeya gel re hişt, da ku kesên gendeliyê dikin di meclisê de nemînin û kesên welatparêz û dilsoz werin hilbijartin.”

 Ji bo Newşîrwan şîn hate danîn

Serok û damezrînerê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di saet 08:00’ê roja Înê, di 19’ê Gulanê de li bajarê Silêmanî wefat kir. Li ser daxwaza wî li Girdî Zergete, bi merasîmekî girseyî ji aliyê hezaran kesî ve hate veşartin. Taziye ji pêr ve li bajarê Silêmaniyê hate danîn. Taziya jinan li hola Ecê Xan û taziya zilaman jî li Mizgefta Ehmedî Hacî Elî hat danîn û îro jî taziye berdewame.

 Hêjayî gotinêye di merasîma veşartina cenaze de hemû berpirs û şandeyên bilind yên partiyên Başûrê Kurdistanê, şanda HDP’ê, nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê, serokê Hevpeymaniya Nîştimaniya Iraqê Emar Hekîm amadebûn. Lê balkêşe ku di merasîmeke wisa de şanda PDK’ê amade nebû. Piştî merasîma veşartinê, şandek PDK’ê ku ji Berpirsê Desteya Rêveberiya PDK’ê ya Silêmanî û Helebce Ethem Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şawês û endamên Polîtburoya PDK’ê tevlî taziyê bûn. 


 SILÊMANÎ