
Dengbêj Hediye Kalkan a ku got li gel zext û zora civakê distrê wiha dipeyive: “Ev cesaret pêşengên jin dan me. Meryem Xan, Ayşe Şan, Delîla û Zîlan ên ku pêşiya jinan vekirin hene. Heke ez dikaribim vî kevneşopiyê bidomînin deyndarê wan im.” Kevneşopiya dengbêjiyê ku çand û dîroka Kurdan bi devkî vedibêje, li gel hemû astengiyan li Kurdistanê bi hewldana jinê pêş dikeve. Dengbêjî ku bi sewt û awazan bi sedsalan heta îro hat, dîrok û çanda Kurdan zindî hişt û heta îro anî. Her çend dengêjên jin di nava civakê de zêde neyê dîtin jî, dengbêjên jin di nava çanda dengbêjiyê de rolek mezin dilîzin.
Dengêja jin a 24 salî
Li hin erdnêgariyên ku axaftina jinê qedexe be, jinên dengbêj bi huner û awaza xwe vîna xwe derdixe holê û dengê xwe bi riya dengbêjiyê belav dike. Li warê ku hişmendiya mêr serdest be, jinên wê herêmê jinên pêşeng ên dengbêj û şervan ji bo xwe mînak û esas digirin û li gorî jiyana wan tev digerin. Yek ji jinên dengbêj e ku çand û hunera dengbêjiyê zindî dihêle Hediye Kalkan a 24 salî ya li navçeya Wêranşar ya Rihayê ye. Kalkan, anî ziman ku ji biçûkantiya xwe de bi muzîkê eleqeder e û wiha peyivî: “Li vê axa me dengbêjên jin nedihatin naskirin. Jin dihatin astengkirin.
‘Min tu carî serî netewand’
Kalkan, anî ziman ku hêj ew zarok bû, malbatê ew zewicandin û di malê de heps kirin, lê wê tu carî ev zewac qebûl nekir û wiha axivî: “Ez di temenê biçûk de hatim zewicandin. lê her dem li dijî vê zewacê derketim. Ez li hemberî pereyan bi kesê ku qet wî nas nakim re zewicandim. Em çûn rojava. Min xwe di nava çandek xerib de xwe dît. Min tu carî serî li hemberî vê jiyanê netewand. Min zaroka xwe girt û ez dîsa vegeriyam. Lê jiyanek hîn zahmettir li benda min bû. Lê min her tişt dabû ber çavên xwe.
‘Êşên diya min bandora dengbêjiyê li ser min çêkir’
Min çand u hunera dengbêjiyê ji pîr û kalê xwe fêr bûm. Min êşa xwe û diya xwe kir stran û got. Min xwest çanda dengbêjiyê bijîm û bidim jiyandin. 6 sal in ez stranên dengbêjiyê dibêjim. Ez li gundan mezin bûm. Em dema biçûk bûn di bin konan de dema diya min karê malê dikir stranên dengbêjiyê digot. Êşên wê jî hebûn. Ji bo ez xemgîn nebim çîroka xwe ji min re nedigot. Lê awaza wê ez hestiyar û xemgîn dikirim. Ji ber ku stranên bi êş digotin. Dayika min bandor li ser min çêkir.”
Qêrînên bêdeng hatin bihîstin
Kalkan, destnîşan kir ku strandina jinan û dengbêjiya jinan her dem ji aliyê hişmendiya mêr ve hatiye asteng kirin û wiha pê de çû: “Dema mirov li paşerojê dinere dibîne ku ji yek stran û kilaman bêje û dengbêjiyê bike tê astengkirin û rastî zahmentiyan tên. Tenê qêrîna bêdeng a li pişt deriya hebû. Lê min xwest wê qerîna bêdeng a li pişt deriyan derxim derve. Min xwest wê qerîna bêdeng derxim derve û bê bihîstin.”
‘Hin kes bi hunerê hin kes bi şer’
Kalkan, anî ziman ku ku wê herî zêde ji pêşengên jin ên wekî Meryem Xan, Ayşe Şan, Delîla û Zilanan hêz girtiye û wiha got: “Hin kesan bi şerê xwe û hin kesan bi awaza xwe dengê xwe bilind kir. Ger ku ez îro vê hunerê pêş dixim û dijîm ez deyndarê pêşengê xwe me. Berê wekî ku cîhan ji mêran hatibe avakirin. Lê em dizanin ku cihanek wisa tuneye. Dema min dengbêjî kir ez ji aliyê malbat û derdorê ve rastî rexneyan hatim. Lê min têkoşîna xwe berdewam kir. Ez dizanim li erdnîgariya me feraseta zilam serdest e. lê divê mirov bi vê yekê re jî têbkoşe. Min gelek barîkat derbas kirin û hatin heta îro. Min her dem ji xwe bawer kir û divê her kes ji xwe bawer bike û tê bikoşe. Pêşengên me hene. Em jî dikarin bibin pêşeng. Her çend bêjin dengê jinê guhen e jî ez dikim înd û bêtir dengê xwe bilind dikim. Divê ev xebata min hêzê nede min tenê. Divê hêzê bide hemû jinan. Jina Kurd di her qadê de şoreş pêk anîye. Jin ji aliyê bav, bira, hevser û xizmên xwe ve tên qetilkirin. Lê li Kobanê hat dîtin ku YPJ’ê şoreş pêk anî. Têkoşîna jinê ya Kobanê li hemû cîhanê belav bû. Jina Kurd, dikare herî serkeftî şer bike û dikare heri baş hunerê jî pêş bixe.”
DÎHA/RIHA