
Şoreşger, rewşenbîr, helbestkar, kedkarê zimanê Kurdî bû, geh şervanekî dilsoz geh fermanderekî nefsbiçûk bû. Şoreş jî huner jî lê dihat. Bedewiya şoreşê tevlî jiyanê dikir. Belê em behsa Fermandarê YPG`ê Hisên Şawîş (Herekol Dêrik) dikin. Emê hewl bidin vê jiyana têr û tijî, bi têkoşînê dagirtî bidin nasîn. Têkoşîneke bênavber a 30 salan, her sala ku bi bêhna welêt, bi tehma azadiyê hatî hûnandin.
Hisên Şawiş di salvegera Şoreşa Rojava de bi qazeyeke trafîkê jiyana xwe ji dest da. Di vê şoreşa ku bi salan çaverê bû, roja ku ev şoreş pêkhatibû.
Fermandar û şoreşgerê Kurd Hisên Şawîş di sala 1958’an de li gundê Beroj (Qereçoxê) ê Koçeratan ê girêdayî Dêrika Hemko ji dayîk bûye. Ji êla Mîra ya koçeran e. Şawîş di hembêza çiyayê Qeraçox û li beramberî çiyayê Cûdî yê Bakurê Kurdistanê mezin dibe.
Dibistana seretayî li gund a navîn li dibistana Zekî Arsozî û piştre jî Dêrika Hemko dixwîne. Sala 1982’an navê xwe li fakulteya çandiniyê a zanîngela li paytexta Sûriyeyê Şamê qeyîd dike.
Xwendina xwe berdewam nake û dest bi xebatên siyasî dike. Destpêke tevlî komunîstan dibe piştî ku têdigihîje ku komunîstî xizmeta gelê Kurd nake tevlî Çepê Kurd dibe. Li gel xebatên siyasî sala 1984’an leşkertiya Sûriyeyê dike.
Dûre tevlî Tevgera Azadiyê dibe
Şawiş berî biçe leşkeriyê sala 1982’an bi rêya xwendina parastina kadroyên PKK’ê yên girtîgeha Amedê Tevgera Azadiya Gelê Kurd dinase. Bi berxwedaniya wan bandor dibe û biryara têkoşînê dide. Sala 1985’an weke milîsekî bi ERNK’ê re dest bi xebatê dike û 1985’an tevlî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dibe. Heyanî demekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re dimîne. Tevlî dewreya perwerdê ya Akademiya Masûm Korkmaz a li Lubnanê dibe. Perwerdeya wî şeş mehan didome û piştre derbasî xebatên civakî dibe.
Ji deştê derbasî çiya dibe
Li paytexta Sûriyeyê Şamê, Helebê, Amûde û Dêrika Hemko doza gelê Kurd belav dike û gel bi rêxistin dike.
Têkoşîna wî bi xaka Rojava û Sûriyeyê re sînordar namîne. Sala 1989’an derbasî çiyayê Bakurê Kurdistanê dibe. Ji deştê derbasî çiya dibe, ew cara yekem e ku dê di nava şert û mercên çiya de bijî. Her ji dûr ve li çiyayê Cûdî dinêrî, êdî ji nêzve pêre dijî, destê xwe dide xaka wî welatî para xwe ji tîrêjên wê digire û dest bi gerilayetî dike.
‘Ya man ya neman bû’
Şawîş zivistana xwe li çiyan derbas dike, ew û çiyayên Kurdistanê dibin destbirakê hev. Bihara çiyayên Kurdistanê dinase. 7’ê Nîsanê ew û hevalên xwe li Komata ya girêdayî Beytûşebab dikevin çembera artêşa Tirk. Li ber xwe didin, birçî û tî dimînin, cebilxaneya wan namîne, birîndar dibin û teslîmiyetê napejirînin. Mîna ku di “Destana Egîdekî” ya Mehmed Ûzûn de:
…
Şer berdewam bû
Beden westiyayî,
keser giran,
birîn kur
mêjî xurt,
awir tûj
dil keleha mêrxasiyê bû
lome ji ne şerm bû
ya man ya neman bû”
Roja 9’ê Nîsanê û hîna di çembera operasyona artêşa Tirk de cerdevan di bin navê alîkarî de îxanetê li wan dikin û wî û çend hevalên wî teslîmî artêşa Tirk dikin.
Liberxwedide û radest nabe
Leşkerên Tirk wî dibin girtîgeha Amedê. Berxwedana zîndana Amedê xwendibû, bihîstibû û pê bandor bûbû. Di ser derbasbûna wî ya çiyayên Kurdistanê re salek derbas nabe dikeve wê girtîgehê. Hîna şopên berxwedana Amedê germ e û li ber xwe dide. Birîndare û leşkerên Tirk bi hemû rê û rêbazên xwe yên giran wî êşkence dikin, lê belê nikarin agahî ji wî bigirin û wî derbasî girtîgeha Edenê dikin. Dewleta Tirk cezayê 15 salan girtine didin wî.
Girtîgeh dike dibistan
Di girtîgehê de xwe fêrî zimanê nivîsandina Kurdî û Tirkî dike. Li ser dîroka gelê Kurd û Kurdistanê lêkolînan dike. Nivîsan ji zimanê Erebî û Tirkî werdigerîne bo Kurdî. Dest bi nivîsandina gotar û helbestan dike. Êdî nivîsandina helbestan dibe rêbazekî wî yê îfadekirina fikir û hestên xwe. Di 15 salan de li girtîgehê têgeha jiyanê zindî dike û hêviyên wî hîn xurtir dibin.
Diltenik û nazenîn e
Hîna di girtîgehê de ye birayê wî yê biçûk Zerdeşt Dêrik (Seîd Şawîş) sala 2004’an di nava refên Hêzên Parastina Gel (HPG) li bajarê Geverê yê Bakurê Kurdistanê şehîd dibe.
Dewleta Tirk 2005’an wî radestî dewleta Sûrî dikin. 14 rojan li Şamê di girtîgeha beşa Filistîniyan de girtî dimîne û piştî demekî serbest tê berdan.
Li Rojavayê Kurdistanê xebatên ziman û gel dide meşandin. Berî ku derbasî çiyayên Kurdistanê di nava gelê Rojava de xebitîbû û tecrûbeyên wî hebû. Di têkilî, danûstandin û xwe xistina dilê gel ti carî astengî nas nekir. Bi qasî zana ye ewqasî dilnizm e. Bêyî ku cudayî têxe navberê feqîr, zengîn, zarok, kal, jin an jî zilam be bi herkesî re dikare bide û bistîne. Têkiliyên wî yên civakî çavkaniya moralê wî ye. Ewqasî diltenik û nazenîn e.
Kedkarê zimanê Kurdî bû
Sala 2007’an di konferansê damezrandina saziya ziman de ku li Kobanê hatibû lidarxistin wekî Serokê Saziya Ziman tê hilbijartin. Her wiha yek ji damezrênerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bû.
Li ser herêma Koçeratan pirtûka bi navê “Lêkolîna civakî, çandî û dîrokî ji jiyana civaka koçeratan ku hatiye jibîrkirin” ku bi zimanê Erebî nivîsand.
Her wiha pirtûka helbestan a bi navê “Li hev kombûn û Pênûsa min” dinivîsîne. Helbestên Nîzar El-Qebanî ji Erebî werdigerîne bo Kurdî. Çîrokan dinivisîne û ji kovara Dengê Kurdistan, El-Şeriq El-Ewset û ji rojnameya Ronahî bi navê Sicil El-Eswed gotaran dinivisîne.
Hesabê siberoja xwe nekir
Heyanî sala 2014’an xebatên perwerde li TEV-DEM’ê dide meşandin piştî wê derbasî Yekîneyên Parastina Gel dibe. Fermandariyê dike û dibe berpirsyarê Akademiyên YPG`ê yên perwerdeyê.
Fermandar Hisên Şawîş şoreşgerê ku heval û dostê her mirovekî bû dema ku li peywireke şoreşgerî ya di bîranîna şoreşa 19’ê Tîrmeha de bû, şehîd bû. Pêşengê şoreşa Rojava her hez kir, hesabê siberoja xwe nekir her hesabê rojên şoreşê kir.
Dayika min
(...)
Dayika min
Em di serdema gulên pilastîkî de dijîn
min heta roja îro jî
jineke ku karibe mîna te
ji rengê gulan
ji dengê kar û berxan
ji çîrok û serpêhatiyên dengbêjan
ji dûmana çixareya agîd
û mêrxasan
hezbike
ji dil hezbike
bawer bike hêjî min nedîtiye
ez lê rast nehatime
Dayika min
Gelo keçika cîranan çidike
hêj jî mîna bere
bê çare ye
çavên xwe çep û rast digerîne
bi xwedê ew guneheke xwedê ye
sed heyîf û mixabin
mîna kulîlkeke berfîn
lê bê bêhn û reng maye
ew di nava xweliyê de çilmisiye
gelo xwişka min Rewşen çidike
hêj jî çîrok û stran
û serpêhatiyên berê
yên fatfatîlok, xezalok û delalok
dibêje an na
Hisên Şawîş
EYŞÊ HISO/NEHÎR PALE/ANHA/QAMIŞLO