Şoreşa Rojava ya 19`ê Tîrmehê ji bo azadî, demokrasî, rizgarkirina gelan ji zilmê û her wiha rizgarkirina jinan li Rojava û Sûriyeyê destanên berxwedanê yên pirr mezin afirandin.

Rêveberiya Sivîl a Gundewarên Rojhilatê Reqayê bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê civînek li bajarokê El-Cedîda li dar xist.

Civîn li navenda Meclisa Gel a bajarokê El-Cedîda hate lidarxistin. Endam, rêveberên komînan, saziyên xizmetguzarî û meclisên herêmî beşdarî civînê bûn.

Ji endamên Rêveberiya Sivîl, Ezîz Hesen got, “Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê û derketina wê ji rêya rast, gelê Rojava – Bakurê Sûriyeyê di 19`ê Tîrmeha 2012`an de dest bi şoreşa xwe li dijî rêjîma Baes û kom û rêxistinên wê kir da ku rêveberiya demokratîk û biratiya gelan li ser pîvanên neteweya demokratîk ava bike.”

Hesen di dewama axaftina xwe de got, jinan rola xwe ya sereke di şoreşê de tekez kir û cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de girt da ku rengê Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda yên herêmê û cîhanê bide xuyakirin.

Di dawiyê de Hesen tekez kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng dewam dike.

REQA