
Filma brîtanî ya ji cureyê belgefilmên “real” bi derhêneriya Margy Kinmonth 85 deqîqeyan direj e, Şoreş-Hunerekî nû ji bo cihaneke nû premiyera xwe ya cihanê li Muzeya Louvrê kir. Film doh paytexta Franse Parîsê li beşa muzeyê ya weke cihê musamere û pêşangehan tê bikaranîn, hat nîşandan. Belgefilm berê xwe dide serdema Şoreşa Sovyetê û piştî wê, û vê jî bi çavdêriyeke bi rêya prîzmaya hunerî dike. Ji koleksiyonên saziyên herî navdar ên dinyayê mînakan dide nîşan, hunermendên serdemê dike şahid û pispor û parazvanên berhemên hunerî dide peyivandin. Film nexasim jî tesîra diyarker a gelek avangardên rûs ên wekî Chagall, Kandinsky, Malevitch û yên din bin xêz dike; ew kesên şîara “Hunerekî nû ji bo cihaneke nû” bi wan bi gewde dibû. Mekanên girtina dîmenên filmê jî Saint Petersburg, London.
Herçî hilberînera sînema, derhêner û nivîskar Margy Kinmonth e, heta niha bi gelek karên xwe yên hunerî hêjayî xelatê hatiye dîtin, û pirrniya xebatên wê li ser mode û muzîkê bûn. Ew di heman demê de lîstikên şanoyê jî dinivîse.
PARÎS