ZANA SEYDÎ / ANHA / KOBANÊ


Tablo û şûnwarên hatine vedîtin û ji bin erdê hatine derxistin şaristaniya gelên Bakurê Sûriyeyê vedibêjin. Ev şûnwar jî bi saya hêzên şoreşger cara yekemîn tên parastin.

Li Mezopotamya, Hîlala Zêrîn, berav û bakurê Sûriyeyê û herêmên başûr, bakurê û rojhilatê Kurdistanê beriya bêhtirî 12 hezar salan cara yekemîn mirovan bermahiyên civakbûyîna kompleks linpey xwe hiştin; gundên neolîtîk, kewar û teknolojiyên wê.

Çandinî, nivîsandin, xwedîkirina sewalan li vê herêmê dest pê kir û êdî Mezopotamya bû destpêka jiyana hevkarî û komunal. Bi hezar salan împratorî, şaristaniyan û dewletan li ser dewlemendiya vê herêmê şer kir.

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku ev bêhtirî 6 salan e dewam dike, gelek kom û tabûrên ku alîkariya xwe ji hêzên tarî werdigirtin, hewl dan rastiya dîrokî berevajî bikin û di vê çarçoveyê de gelek cihên dîrokî û şûnwar hilweşandin, her wiha gelek bermahî û tabloyên mozaîkê firotin dewletên Ewrûpa.

Dibe ku hin kes bipirsin gelo ev tabloyên mozayîkê li vê herêmê tên vedîtin? Sûriye û nexasim bakurê wê herêmek e ku bi tabloyên mozayîkê dewlemend e û girêdayî gelek serdemên weke serdema Yewnaniyan, Romaniyan û Bîzantiyan e ku serweriya xwe bêtirî 700 salan li herêmê kir. Li vê herêmê her wiha gelek şaristanî hatine avakirin û di ser vê herêmê re gelek serdemên dîrokî derbas bûne.



Moyazîkên parastî yên serdema Romayiyan

Beriya kêmtirî du mehan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajaroka Şiyoxa jêrîn (Şêxler) tabloyeke mozayîkê ku vedigere serdema Romaniyan bi dirêjahiya 3 metreyan û panbûna 2 metreyan vedîtin. Vê yekê hişt ku karîgeriya şûnwaran a kantona Kobanê bi hevkariya Desteya Şûnwaran a herêma Cizîrê ji bo ev tablo bên parastin di 8’ê Gulana bihurî de zend û bendan bade, û Rêveberiya Xweser a Kobanê ragihand ku li aliyê rojhilatê çemê Firatê hatiye vedîtin û li ser tabloya mozayîkê Paşaya Hêlîn di dema piştî şerê Troy de ya di navbera Grek û Troyaniyan de qederê 1200 salan beriya mîladê hatiye neqişandin.


Şervanan gelek devrên dîrokî rizgar kirin

Şervanên YPG’ê her wiha gelek cihên dîrokî, keleh û şûnwar ji destên çeteyan rizgarkirin. Hin ji van deverên ku şervanan rizgarkirî ev in: Keleha Nicim (Stêrk) ya li rojavayê çemê Feratê ya nêzî bajaroka Sirîn, keleha Cehber a ku sala 1168’an hatiye avakirin, keleha Hîraqil ya li rojavayê bajarê Reqayê û dîroka avakirina wê vedigere serdema Raşîdînan.



Bi saya van tabloyan êdî rastiya ku hikûmetên li pey hev ev rastî vedişartin eşkere dibe. Nemaze van hikûmetan bi siyasetên xwe yên dagirkerî û dîktatorî rastiya dîrokî jî berevajî kiriye. Bi saya vedîtin û lêkolînên rasteqîn, hemû aliyên hewl didin dîroka gelên herêmê reş bikin, hildiweşin.