Ji nava Kurdên li navênda Anadolê dijîn jî gelêk kêsên mêrxas derketine ku mohra xwe li dîrokê dane. Lê bi pirranî, ew di tarîtiya dîrokê de mane, ne Kurdên koçber ne jî yên li Kurdistanê bi vê yekê dizanin. Yek ji van kesan jî Hecî Buxûrcî (Heco) ye, serhildana wî û hevalên wî jî kêm tê zanîn. Bi Hecî re di nava gel de Heco jî tê gotin. Bi xwe ji êla Omerî ya giredayî federasyona Reşî ye. Yek ji hevalên wî yê nêzîk jî Mistoyê Tozo (Qerê Mistefa) ye ku ew jî ji êla Têrikî ye. Di salên 1917’an de arteşa Tirk dixwazê Heco bişînê Kurdistanê û şerê li hember Kurdan pê bide kirin. Ew fîrar dike û tê mal. Ji bavê xwe re dibêje : ”Ez naçim Kurdistanê û li hember birayê xwe şer nakim!” Piştî wê rojê, rêya çiyan digire û serî hildide. Bi tevahî 17 salan li dijî pergala Mustafa Kemal şer dike. Tekîliya wî Çerkez Ethem çêdibe. Ethem dixwaze wî têxe nava arteşa xwe, lê ew vê yekê napejirîne. Piştre têkîliya wî bi tevgera Şêx Seîdê Pîrranî re çêdibê. Nûnerê Şêx tê cem Heco û dixwaze ku ew beşdarî serhildana wan bibe. Lê ew vê yekê qebûl nake û soza alîkariya sîleh û cebilxanê dide wan. Bi hevalên xwe re wê soza xwe pêk tînin. 


Roma Reş bê bext e


Heco, heta sala 1933’an li dijî Ataturk şerê xwe dewam dike. Li gorî agahiyên “Îdare Mecmuasi” dide: “Heco û hevalên wî di nava van salan de, bajarek, du navçe û 210 gund desteser kirine. 27 caran rê birriye (rêya Ataturk jî birriye), 92 kes revandine û du kes kuştine.” Taybetmendiya Heco ya herî mezin parêzerê gundî û xizanan bû. Ew dijminê pergal û axayên herêmî bû. Ji axa û dewletê bi zorê distand, li gundî û belangazan belav dikir. Teglîfa Ataturk ê ku dixwaze wî bike parlamenter red dike lê di dawiyê de bi rêya hevalê Ataturkî ji herêmê ew bi soza “Efê” tê xapandin û dihere Engûriyê û teslîm dibe. Piştî çend mehan di zîndanê de dimîne, tê îdamkirin. Wekî her serhildêrekî Kurd, kes nizane gora wî li ku ye. Piştî têkçûna serhildanê gelek malbatên têkîliya xwe bi Heco re heyî ji tirsan paşnavê xwe kirin “Öztürk” 


Leheng di wêjeya jinê de zindî ne

Min serhatiya wî di romana xwe ya bi navê “Heco” (Weşanên Ar) de nivîsiyê û belav kiriye. Ew stran jî Meta Heco, Rawa Bûxurcî di şîna wî de straye. Min jî sala 1995’an ew kilam ji devê dotmamê Hecî, Rawê Buxûrcî (1921-2010) girt. 

Ha bû Hecî Efendiye min ha bû

Kendira Mistefa Kemal li dar ba bû

Du cînganê kotî û gemarî Hecî avitine ber kendirê

Elî Begî (1) malê xwe şevitî çima li min şa bû

Were siyaro, dijmanan bi xaşi xaro


Digo: 

Ha bû Hecî Efendiye min ha bû

Tabur tabur ji ber Hecî Efendî rabû

Mal şevitiyo, min go: Çi bi te hato?

Qe na cepxana di pişte te de tevabû

Were siyaro, dijminan bi xaşi xaro


Goçerên(2) Hecî Efendî dûdi ne

Li meratê Enqerê naşixûle

Mirniyê Hecî Efendî îna nekir

Kostekê siatê a zincîrê ji dilê

Were Mîro, min go dijmina xaro


Li helûne, li helûne

Bêjna Hecî Efendiye zirav çirpiya zetûnê

Wexta li ber kendirê dawistandin

Min got: heyfa te, heyfa te 

Ma li şûna te bimre va xatûnê

Were siyaro, dijminan bi xaşi xaro


Lê li helûne û lê li helûne

Kireciye welet teme kin, ma nerşînin tu tutûne (3)

Ez keçike malê Gebelek (4) nas nakim

Cikê herin bigerin bînin Çerkeza (5) Hecî Efendî wê xatûnê

Lalo tu axmaxiyê nakî 

Te çima kawa (6) dijmina anî şûne


Wê de here Çawiş qûrban te çi bîsto

Cînganê kotî-gemarî rahîşte saata û zîncîra pîsto

Mal şevitiyo destê Hecî Efendî medin

Himî bi yarê bûkî ne, himî bi dergîstî yo

Ha ha were siyaro, dijminan xaro



Varyantek duyem li ser Heco


Li gorî kevneşopiya herêmê, dema nûçeya îdama Heco tê, malbat, xisim, dost û cîranên wî hefteyekê şînê dikin. Piştre malbata Heco dibêje; ”Em herin dergîstiya Heco bibînin.” Dû erebeyên hespan koş dikin û diherin gundê Şerefliyê ku bûka xwe xemgîn jî bibînin. Lê dema gundê Nasirliyan dibîne ku bavanê Heco ye têne şînê, ji tirsa dewletê, zarokan kom dikin û wan teme dikin da ku herin mîvanan kevir bikin. Ew naxwazin ku xismên wan bên gundê wan û serê wan bi dewletê re bikeve belayê. Zarok mîvanan li pêşiya gund didin ber keviran. Mîvan, wê yekê fêhm dikin, dizivirin ser bîra mala Hemîd şîna xwe bixwe dikin û paşê vedigerin: 

 

Mala Gebelêk ê li berê benê

Em ê hatinî bûkê henê

Mala Gebelêkê me diqewtînê

Dibê lingê we yî li me ne


Digo: Te kir keko Heco, te kir

Te malê dinê bi ser xwe de ger kir

Kesî nêwerî kardaşê min bi dar da ke

Cînganekî pîs xwe bi stû da kir.  

       (Erfa Bengi Alo (1927-2012), ji gundê Şereflî ye, sala 2007’an stira) 



1- Wê demê axê gundî Omera ye û dijminê Heco ye.

2- Mebest jin an jî destgirtî ne.

3-Ji bo ku tutûn kêfê dide mirov…

4- Dergîstiya Hecî ji gundê Şereflî (Nasûrlî) ye ji mala Gebelek.

5- Jina Hecî ye Çerkezê, ji herdûyan lawikek ma.

6- Berê mirovan ji bo daxwazên xwe kawên pez davêtin. Eger ew req sekinî bawer dikirin ku daxwazên wan ê werin cîh.