Gîlan, li gorî rêvebirina pergala erdnîgariya Îranê eyaletek e. Li bakûr û rojavayê Îranê ye û navênda xwe bajarê Reşt e. Wateya navê Gîlan, ji netewa gîl tê. Li herêmê neteweke cuda ye, ne Faris in, neteweke serbixwe ne. Lê ji aliyê ziman, cil û berg, kevneşopî, jiyana civakî ve nêzîkî Kurdan e, bi taybetî jî nêzîkî Kurmancan e. Ji zimanê wan re Gîlekî tê gotin û nêzî 3 mîlyon nifûsa wan heye. Tê gotin ew yek ji bermayiyên Medan in. Wateya Reşt jî li gor bûyerên dîrokî û civakî texmîn dikim ku ji êla Kurdan a bi navê Reşî tê. Lewra wê êlê Kurd bi hezaran salan ew der ji xwe re weke war girtiye. Bajarekî hema hema li kelêka Deryayê Kesk e.
Gîlan û derûdorê wê, ji Med´an wir ve her tim Kurd lê nîştecîh bûne û daîm di nava sînorên Kurdistanê de bûyê. Eyalet, li rojhilat bi Mazenderan (Teberîstan), li rojava bi Erdebîl, li başûr jî bi Zencan û Qezvînê hatiyê dorpêç kirin. Herêmeke bi av û daristan e.
Navê Gîlanê din jî E/Amarlu ye û gelêk niqaş li ser nav hene. Nivîskarê Xorasanê K. Tevahuddî dibêje: ”Emar: Ez dibêjim, dibe ku ew bi şaşî hatibe nivîsin û di eslê xwe de “Amar” be. Kurdên Xorasanê wan bi “Amaran” bi nav dikin. Amar tê wateya embarê. Amara yek ji êlên xwedî hêdbar yên Kurmancên Xorasanê ne û li bajarên Nîşabûr, Qoçan û li beşa Emarlo ya Gîlanê û deverên Qazwînê dijîn.” Ez tevlî wê nêrînê nabim ku dibêjin ew nav tê wateya embarê. Îhtîmaleka mezin e ew nav ji navê serdarêkî tê. Lewra di nava wê federasyonê de êl û serokên bi vî navî hene.
Wek tê zanîn piştî desthilatdariya Medan, Axameniyan împaratorî çêkirin û di bin desthilatdariya wan de gelek qraltiyên Kurd ava bûn. Yek ji wan jî yê li rojavayê Çiyayên Elbrûz bû ku bi navê "Qraltiya Amard” dihate gotin. Ew xelekeke gelêk girîng e û lêkolînên kûr jê re divê. Bi vî avayî derdikevê holê ku dîroka vî navî 2500 salan zêdetir e. Gelek balkêş e ku îro jî êla bi navê E/Amar-lû yê li Gîlanê dijî, ew dibêjin em Reşî ne. Bi dîtina min ew ne tesadûf e, îhtîmaleka pir mezin e ku ew qraltî, ji aliyê heman êlan ve hatibe damezirandin. Îro li navênda Anatolyayê, li dora bajarê Kirşehîrê, di nava gundên giredayî Reşîyan de gundên bi navê ”Emarlû” hene. Ev têkîlî û giredana wan a bi hev re dide nîşandan. Lewra ji heman êlê, bi heman navî û di heman rewşa civakî û dîrokî de ne.
Ziman û Ol
Li Gîlanê zimanên mîna Kurdî (Kurmancî, Lekî, Hewramî), Gîlekî, Talîşî, Tatî, Azerî û Farisî tên axaftin. Bi qasî çavdêriya min wek mûzeyeke lîngûîstîkî û olî ye ku li benda lêkolînên îlmî ye. Mîna ku tê gotin Talîşî zaravayekî Medan e; ew çiqas rast e nizanim, lê pêwîstî bi lêkolînan heye. Ev zimanê zaravayê Kurdî bi wendabûnê re rû bi rû ye. Girêdayî bi vê yekê, li navenda Anatolyayê stranek balkeş heye. Sed sal berê hatiye gotin û pir balkeş e ku di nav de peyva 'tat' derbas dibe. Ew jî îşareta têkilîyên berê ye. Kilam wiha ye:
”Min got:
Keko ê hatin û ê hatin
Nivî erew e û nivî tat in
Onbaşîye heynan anîn
Li ser malê Egîd Mistefa lihev nehatin”
Mixabin îro Tat pir hindik mane. Tê gotin ku Med û Persan welatê wan dagir kirine û heliyan e. Îro li herêma Merend (bajarekî ku Azerî lê dijîn) çend gundên wan mane.
Li Gîlanê, gelêk Kurdên bi zaravayên cuda diaxivin dijîn. Li Gîlanê wek 2000 malbat ji Xorasanê hatine (dema Nadîr Şah) ku Kurdên Xorasan, Mereş, Kobanê û navênda Anatolyayê ji heman êlan e. Yên li herêmê, bi zaraveya "Lekî" diaxivin jî îhtîmalekê pir mezin e ku ew di dema Kerîm Xanê Zengenê de hatinê wir. Di deftera Osmaniyan tahrîr-nifûs a ji sala 1539'an de mayî, dinivîse ku Lek-Şêxbizin ji Qastamonûyê heta Erzirûm-Otlûyê bela wela wek koçeran dijîn. Parçên wan li Haymana, Çankiri, Adapazari, Bolu, Edanê, Xaneqîn û hwd. hene. Şêxbizin êlêka giredayî Ler-Lek û Lor e. Li Tirkiyê ji bo wan Şivankara (Şebînkanî) jî tê gotin û hatê gor texmîna min bajarê Şebînkarahîsar jî navê xwe ji wan girtiye. Li bajarê nezikî Gîlanê Qezwîn ê, Kurdên Kelhor, Lek, Kurmanc, Soran, Hewraman dijîn. Olên mîna Yarî, Îzzedînî, Îslam (Şîa û Sunnî) û Elewî hene ku nifûsa Kurdan nezikî 2 milyon û nîv in. Li Gîlan dora bajarên Esalîm, Rezwanşar jî Soran û Hewramî hene.
Têkiliya xwe bi cîhanê û Kurdên din re qet nîne
Di sala 2003'an de min ji Rê (Tehran) berê xwe dabû Gîlanê. Piştî Rê, Kereç, Qazvînê tê. Dibêjin 50 hezar Kurd lê dijîn. Piştî 50 km Loşan tê. Li wir tê gotin nêzîkî 100 hezar Kurdên Lek û Kurmanc dijîn. Piştî Loşan, bajarokê Mencîl tê; li wir jî Fars, Kurmanc, Lek û Talîşî dijîn. Hema piştî 10 km bajarokê Rûdbar e û ew jî tevlîhev e. Piştî wî bajarokê Rûstemabat tê ku li wir jî Kurmanc û Talîşî dijîn. Ji Rûstemabat dema mirov ber bi çiyan an jî ber bi Behra Kesk dinêre, 60 gundên Kurmanc lê hene. Herêma ku Kurmanc lê dijîn, jê re E/Amarlû jî tê gotin, ku me gotibû ew navekî dîrokî ye. Gund û bajarokên herêmê li dora çiyayên Sabelan avabûne û li hember hev in. Li wir ez çûm serdana gund û bajarokên mîna Çorê, Xaskûl, Çilkeser, Reşî, Paşmahallê, Zîban, Xorgan, Talûkû, Lîyavil, Çûmbil û Çarmihelê û piranî ji êla Reşîyan e. Li gundê Reşiyan, li ber postexanê jinekê ciwan a bi cilên reş û meleseke reş rûniştibû; digot ”Em Reşî ne.” Paşê em bûn mêvanê Apê Şaban Mihemmed Elî Pûr (75 salî) ku digot ”Cedê me Reşî-Rehmetava ye”, ji gotina wî min ev derxist: Gundî wek ji êla Reşiyan tê zanîn lê piştre navê wî kirine Rehmetava. Wekî gundên me li Anatolyayê. Mirov navên Kurdî nabîne, lewra êlên hatî, li çend gundan belav bûnê û îro jî bi navên dagirkeran tên xwendin.
Kurdên Gîlanê têkiliya xwe bi cîhanê û Kurdên din re qet nîne. Têkilî tenê bi riya dibistan û TV'yê bi dewletê re heye ku ew jî xeteriya helandinê derdixê holê. Eger ji aliyê Kurdên derveyî Gîlanê ve mûdaxeleyeka çandî û zimanî neyê kirin, mirov dikare bibêje ku di demêka kin de ewê bihelin. Kurdên derve dikarin di aliyê sîyasî de, bi serledanan, bi şandina CD, kaset, fîlm û pirtûkên ziman û çandî de alîkarî bikin.
Dîroka wan ji hev cuda ne
Li rojavayê herêma E/Amarlû jî bajarê H/Xalxalê heye ku hinek Kurdên Kurmancîaxêv lê niştecîh in. Dîroka wan bi yên Gîlanê ve ji hev cuda ye. Reşiyan, Osmaniyan di sala 1601'an de bi cîh kirine. Dibê ku serdema Kurdên îro li Xorasan dijîn û di sala 1593´an de şandibûn Weramîn (Rê) jî li wir mabin. Yan jî dema mîrîtîya Dulqadir ya li başûrê Tirkiyê hilweşiya Kurd hatibin wir. Lewra Kurmancên li wir bi yên Rojhilatê Kurdistanê ve jî cuda ne. Vana Kurdên ji rojava hatinê; li hin derên navenda Anatolyayê û Dîlok û Efrînê ve bi navê Celikî tên nasîn. Dîsa li bakurê Xalxal ber bi sînorên Azerbaycanê ve jî koloniyên Kurdan hene, lê em nizanin ka gelo rewşa wan çawa ne.
Dîroka serdêma kevin
Di dema Medan de (BZ. 612-555), di serdema Îslamiyetê de (piştî salên 650) Kurd li wir hebûn û ewder bi sedan salan bû qada şer. Nivîskarê Azerî yê bi navê Kesewî, di pirtûka xwe ya bi navê ”Şehrî Yaran û Gumnam” de dibêje: ”Li Teberîstan, 400 salan mirîtîyeke Kurd hebû. Arteşa Îslamê 400 salan nikarî wana têk bibe û heta mintiqeya Qezvîn di destê wan de bûn. Elewî bûn.” Li gorî lêkolînên Prof. Gonulla Larsson û Sundberg ên Swêdî: ”Di navbera salên 760-1050'an de dema Vîkîng berê xwe didin Bexdayê li vê herêmê rastî Kurdan hatin”.
Dîsa em dizanin ku xelîfe Harûn el-Reşîd (786- 809), êlên Kurdan bi şervaniya xwe navdarên mîna Badilî, Reşî û Şadî yan ji Kandahar, Mazenderan, Xorasan û Sîstanê anîn dinê û di xeta navbera Canîk (Samsûn), Qeyserî û Sîsê (Adana) de li hemberî Bizansan wek mertalên Îslamê bi cîh kiribûn. Piştre, mirov dikare qala dewleta Şadî (951) ya Kurdê li herêmê bike. Dîsa Kurdên Kirmanckî (Zazakî) diaxivin, di sala 1240'an de di bin rêberiya Şemsedîn Muhammed de dewleteka bi navê ”Padîşahiya Gor-istan û Sîstan” ava kiribûn û ew di sala 1371'an de hilweşiya. Gor, navê êlê ye û demekê herêm bi vî navî jî tê bilêvkirin. Deylemî, kalên Kurdên Kirmanc yên îro li bakûr dijîn. Xanedanên Deylemî yên girîng ev in: Bawandî (665-1349) başûrê Xezer; Ziyarî (927-1090) li Tabarîstan û Gûrgan; Kengariyan (916-1090) (Mûsafîrî/Salarî) li bakûrê rojavayê Îran; Cestanî (sedsala VI-XII) li Gîlan, Rûyan û Talîş.
Serdema Osmaniyan
Mîrîtiyên Kurdên li Gîlanê, li hember êrîşên Tirkan (1030) û Moxolan (1200) nesekinîn. Êlên li wir, bi piranî ber bi Anatolyayê ve herikîn û li rojavayê Anatolyayê mîrîtîyên xwe damezirandin. Yek ji wan jî Dulqadirî bûn. Dîroknivîsên Tirk vana wek ”Tirkmenên Şamê” binav dikin. Ûzûnçarşili wan wiha tîne ziman: ”Li Elbîstan û Mereşê rûdiniştin; bi mêranî û şîdeta xwe têne nasîn û ji Bozokên girêdayî Oxûzan e. Di sala 1339 an de (1521 ji holê rabûn) di bin hakîmiyeta Memlûkan de mîrîtiya xwe damezirandin. Paşê ew heta Meletî û Xarpûtê fireh kirin. Serokê xwe yê yekemîn Zeynûddîn Qaraca ye.” Gor jêderên Safewî ew 80.000 mal (80x6= 480.000 kes) bûne. Di salên 1540'an de, di nava êlên Kurdên li Besnî ye de, êlên ku berê girêdayî Dulqadiriya ye bi navê Eymûrlû (Dexşîr, Qaraca Arablû, Bexdatlû, Cacalû, Încîlî, Mekelû) êlek hebû. Dîsa di nava êla bi navê Cerîd de (Bayir Cedîd, Soylemezlû, Sari Silêman, Kûş Qerelû, Tevekulû) hebû û bi navê Tevekulû îro li Gîlanê gundek heye. Li gorî defterên Osmaniyan yê 1500'an, federasyona êlê li Semsûrê yek jî Dulqadir e û gundekî bi vî navî jî heye. Li Mereş û Elbîstanê diçûn zozanan û zivistanê derbas dikirin. Xuya dike ku ew êlên piştî 1519' an edî nemane. Ew jî bi avabûna dewleta Safewî ve û bi êrîşên Osmaniyan re girêdayî ye.
Serdema Safewiyan:
Ew êlên Kurdên li başûr û rojavayê Anadolê, mîrîtiyên xwe hilweşandin, ber bi rojhilat ve çûn û dewleta Safewî damezirandin. Serokê Pezgewran Ristem, li şopa Şah Îsmaîl digeriya ku bikuje. Mîrîdên Heyder kurê wî Îsmaîl û Îbrahîm li Erdebîlê veşartin. Prof. Sumer dibêje: ”Navê jinikê Aba (Ebe) bû ku ew ji êla Dulqadirî bû. Ji alî êla Şamî yê Dulqadirî, ku kalê zarokê Heyder in ew revandin Gîlanê.” Şamî êlêkê Kurd e û niha li Xorasanê dijîn. Navê wan esas Sêvikî ne. Sumer: ”Îsmaîl, di 12 saliya xwe de (1499) ji Gîlanê vediqete û diçe Ercûvanê. Îsmaîl ji welatê Deylem (rojavayê derya Kesk) tê Tarûmê û li dora wî 1500 murîdên ji Şamiyan hebûn. Dema Îsmaîl vegeriya Lahîcanê li cem wî, mamostê xwe yê ji êla Şamî Huseyn Beg, kalê xwe yê Dulqadirî Abdal Beg, Hadîm Beg, Rustem Beg, Beyram Beg, Qere Pîrî û Aygût Beg hebûn.” Ew navê êl û begên li dora Îsmaîl jî didin xuyakirin ku ew ji Reşî û ji êlên bi Reşiyan re eleqedar in.
Xeleka balkeş a bi Dulqadiriyan re giredayî ew e ku, di demên berê de bi Lek/Şêxbiziniyan re tevgeriyane. Em dîbinin ku di dema Osmaniyan de ew li navbera Kinik û Berendiyê bi cîh hatibûn kirin ku baca xwe bidin. Lê ew qewlê xwe neanîn cîh û bi Lekvanik ve bûn yek û li Kurt Kulaxiyê êrîşê Îsmaîl Paşa kirin û malê wî talan kirin. Di sala 1705'an de li ser wan ferman derket. Ewên ku belav bûnî hinek hatin navenda Anadolê û îro cîranê hev in. Hema tiştî em li Gîlanê dibînin ku cîranê hev in.
Gotina dawî
Di encama wê dîroka dûr û dîrej de îro em dibînin ku li eyaleta Gîlanê û derûdora wir gelêk Kurd dijîn. Xeteriya li ser wan a herî mezin asîmîlasyon e! Eger mudaxalê neyê kirin, ew ê di demêka kin de bên helandin. Ji bo ku ew zînde û li ser lingan bimînin pêwîstî bi Kurdên li derveyî herêma erkên ser milên xwe bînin cih. Di nava van de kar kirin, têgîhandin wan a dîrokî û civakî û di alî ziman de alîkarî ji wan re pir girîng e û ew erka me hemûyan e.
Bîbliyografiya:
1- H. T. Kurdên Xorasanê-Cîld II, K. Tewahodî-Meşhed
2-Kürtler-Mehrdad R. Izady-Doz
3-Stran û Awazên Anatoliya Navîn, rûp 173, Ş. Reşî
4-Kürtler ve Kurdistan Tarihi-1- Botan Amedi-Firat-Dicle yy. 1991-İstanbul
5-Kürtler-Mehrdad R. Izady-Do
6-Anadolu Beylikleri-Prof.İsmail Hakkı Uzunçarşılı-TTKY-Ankara-198
7-Safevî Dev. Kuruluşu ve Gelişmesinde Anadolu Türklerinin rolü.Prof- F. Sumer
8-Dogu Anadolu da Goçebe Kürt Aşîretî-Îsmaîl Beşîkçî-Yurt 1992
9-Safevî Dev. Kuruluşu ve Gelîşmesînde Anadolu Türklerînîn rolu.Prof- F. Sumer
10- Osmanli iskan Sîyasetî ve aşîretlerîn yerleştîrîlmesî- prof. . Halaçoglu