
Nivîskarê rojnameya herêmî ya wilayeta Giessenê ya bi navê Giessner Zeitung, Martin Wagner li şûna qunciknivîsa xwe, daxuyaniya lîsteya siyasî (ji bo hilbijartinên li eyaleta NRW) Internationalistische Liste (Listeya Înternasyonalîst) weşand. Divê daxuyaniyê de Lîste dibêje, şoreş sûc nîne, tavilê cezayê li dijî Yakuo Avci betal bikin û doza betalkirina qedexeya li dijî PKK´ê ya li Elmanyayê jî dike.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku “hevrêyê” wan Yakup Avci ji ber ku par di dema çalakiyeke protestoyî ya li bajarê Franse Strasbourgê de wêneyek girtiye û ev wêne li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiriye Dozgeriya Giessenê doz li Avci vekir û di encamê de 31´ê Çile cezayê pereyan ê bi mîqdara 1600,- euroyî lê hat birrîn.
Di daxuyaniyê de ev ceza wekî hewldana reşkirin û krîmînalîzekirina doza mafdar a azadiyê ya gelê Kurd tê bi navkirin.
Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku dozgerî qedexeya PKK´ê ya li Elmanyayê ji ceza re dike hincet û tê gotin, ev qedexeya evqasî ketî ber nîqaşan û rakirina wê di rojevê de ye nabe ku bibe sedema cazakirina mirovan.
Di daxuyaniyê de ev dozên li jêr eşkere tên kirin:
* Betalkirina cezayê li dijî Yakup Avci.
* Betalkirina qedexekirina PKK´ê.
* Qutkirina peywendiyên dîplomatîk bi rejîma Erdogan re.
* Rêzgirtina ji mafê penaberiyê re.
Civîna wan li NAV-DEM’ê
Lîsteya Înternasyonalîst ji 15 koman pêk tê û ji bilî hilbijartinên eyaletê yên Westfalya Bakurê Reinê wê di hilbijartinên federal de jî bi heman navî cihê xwe bigire. Li ser mijara hilbijartinê jî Lîste wê li avahiya komeleya NAV-DEM´ê ya li Eder Strasse 16 1´ê Adarê saet 18´an civîna xwe li dar bixe.
Nivîskar Martin Wagner dibêje, ji ber ku naverok û daxwazên di daxuyaniyê de bi temamî li gorî fikr û hizrên wî ne, wî di cih de dîtiye ku li şûna gotara xwe vê daxuyaniyê çap bike.
GIESSEN