
MUSTAFA MAMAY/ QAMIŞLO
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd pirsên têkildarî şerê li dijî DAIŞ’ê, êrîşên dewleta Tirk û pêwendiya wan bi DYA û Rûsya re bersivandin.
Nûrî Mehmûd li ser operasyone Bagera Cizîrê got ku DAIŞ ne rêxistineke wiha ye ku tenê di qada leşkerî de tevdigere û weke hişmendiyekê di nava 6 salan de bi derfetên mezin rêxistiniya xwe kiriye çekên pêşketî bi dest xistiye, teknîkeke pêşketî şerekî gemarî kiriye û wiha peyivî:“ Ji bo vê jî nikare were gotin ku DAIŞ tenê bi serketina Dêra Zorê têk çûye.” Mehmûd wiha dom kir: ‘’Berevajî vê, hê jî xakeke diyar li Sûriyê di dest DAIŞ’ê de ye, hem li rojhilat û hem li rojavayê Firatê. DAIŞ li Sûriyê hê neqediyaye. Wê ne rast be ku mirov bibêje DAIŞ li Sûriyê qediyaye. Heke mirov wiha bifikire ev ê xizmetê ji pêvajoyê re jî neke. Ji ber ku DAIŞ hê ji hêla leşkerî ve heye. Li dijî vê şerekî mezin hewce ye. Divê hêzên navdewletî vê bibînin. Divê dinya li dijî vê terora navnetewî xwedî helwest bin.’’
Desteka ku Rûsya bide pir girîng e
Mehmûd bal kişande ser hatina wan a cem hev a bi berpirsê leşkerî yê Rûsyayê re ku beriya bi çend rojan li Dêra Zorê û got, ‘’Di daxuyaniya hevpar de, li herêma ku ji bo ku em li dijî terora DAIŞ têbikoşe me bi Rûsan re li hev kirî, me ragihand ku DAIŞ qediyaye. Lê DAIŞ li Sûriyê hê jî heye û heta ku ev rewş berdewam be em ê li dijî wan şer bikin. Bi DYA û koalîsyona navnetewî re stratejiya me ya têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê didome. Niha bi DYA’yê û koalîsyona navnetewî re em di wê pêvajoyê de ne ku DAIŞ’ê li Sûriyê bi temamî xilas bikin. Her wiha di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de desteka ku Rûsya bide me ji bo me pir girîng e.’’
Federalî wê bibe çareserî
Her wiha Nûrî Mehmûd got ku bi rizgarkirina Reqayê re êdî DAIŞ hino hino tune dibe ji bo vê jî bi rêya diyalogê çareseriya krîza Sûriyê ketiye rojava civaka navnetewî û wiha peyivî: ‘’Sûriyeyeke çawa wê were avakirin. Bersiva vê pirsê girîng e. Li Bakurê Sûriyê pergaleke federal heye. Em bawer dikin ku Sûriyeyeke federal û yekbûyî wê çareseriyê ji hemû komên etnîk û baweriyê re bîne. Ji bo ku çareseriyeke wiha mirov derxîne holê divê bi taybetî li dijî hişmendiya ku DAIŞ’ê ava kiriye şerekî mezin were kirin û her wiha divê hevalbendiyek were avakirin. DAIŞ’ê li Sûriyê hêzên xwe ava kirine, civaka navnetewî divê vê rastiyê bibîne.“
Şoreşa li vir bûyî dixwazin rabe
Mehmûd da zanîn ku her çiqas DAIŞ ji hêla leşkerî ve were xilaskirin jî astengiyên li pêş çareseriya krîza Sûriyê ranabin û wiha pê de çû: ‘’Piştî ku DAIŞ qediya dixwazin ku li Sûriyê statûkoya berê vegere, şoreşa li vir bûyî dixwazin rabe. Divê hemû dinya vê rastiyê bibîne, şoreşa demokrasiyê û azadiyê didome. Çareserî jî ew e ku Sûriyeyeke federal, demokratîk û yekbûyî were avakirin.“
Dixwaze xaka welatekî dî qut bike
Mehmûd diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi tawîzan dixwaze zemîna ku êrîşê bi ser Efrînê, Bakurê Sûriyê de bîne çêdike û got: ‘’Bi dagirkirina Idlib, Bab, Ezaz û Cerablûsê, dixwaze Efrînê jî li vê zêde bike û bûyereke dî ya Skenderûnê an jî Qibrisê çêbike. Têkçûna xwe ya li Sûriyê dixwaze bi xemla lehengiyê veşêre. Vê jî dixwaze parçeyek xaka welatekî dî qut bike û li xaka Tirkiyê zêde bike. Bi vî rengî difikire ku têkçûna xwe kamûfle bike. Hem dixwaze ji Sûriyê parçeyek xak qut bike û hem jî bi tinekirina jiyana demokratîk a li Efrînê dixwaze temenê xwe dirêj bike.’’
Dixwazin statûkoya berê bînin
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got hevdîtinên Astana pûç derketine, li gorî peymanê diviya Tirkiye bi rengê ‘hêza çavdêr’ biçûya Idlibê lê bi tang û topan ew herêm dagir kiriye, Rûsya, Îran û Sûriye bi kar aniye û niha li Idlib, Ezazê pergala dewleta Tirk hatiye avakirin,alaya Tirk li ba dibe. Mehmûd wiha domad: ‘’Ew herêm ji hêla qeymeqamên Tirkan ve têne rêvebirin. Tiştên ku li Idlibê dibin li dijî daxwazên hemû hêzên herêmê ne. Lê statûkoyên herêmê; Îran, Tirkiye dixwazin serkeftina pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyê asteng bikin û statûkoya berê bînin.’
Têkoşîna me ya hevpar dewam dike
Mehmûd anî ziman ku têkoşîna wan a hevpar a li dijî DAÎŞ’ê dewam dike û got, “Heta ku DAIŞ biqede, têkiliya me ya bi hevkarên me re wê bidome. Ev yek pêvajoyeke ku eleqeya xwe bi ewlekariya navxweyî ya Sûriyeyê heye. Mînak; li Reqa, Hesekê, Kobanê û gelek herêmên din eniyeke şer a yekser li dijî DAÎŞ‘ê nemaye. Niha tenê li hin herêmên çolê yên li ser sînorê Iraqê eniya şer a li dijî DAÎŞ heye. Lê belê hucreyên DAÎŞ‘ê hene. Lewma Pentagonê, Qesra Spî ragihand ku ji bo ewlekariya navxweyî ya li Sûriyeyê alîkariya çekan a ji bo QSD’ê tê kirin. Hem li hin herêmên li ser sînorê Iraqê ku şerê li dijî DAÎŞ‘ê dewam dike, hem jî li dijî hêzên veşartî yên DAÎŞ’ê têkoşîna me ya hevpar a tevî DYA, dewam dike.”
Metnek amade kirine pê didin xwendin
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser mijara Telal Silo jî axivî. Mehmûd zanîn ku tiştên Telal Silo gotine berê jî dewleta Tirk ev îdîa dikirin loma jê li wir miorv fêhm dike ku dewleta Tirk metnek amede kiriye û bi wî daye xwendin. Mehmûd li ser vê mijarê wiha peyivî:“Telal Silo di dema dawî de mijarên madî û malbatî dikir pirsgirêk. Du zarokên wî li Tirkiyeyê dixwend. Bi qasî ku tê fêhmkirin, bûyer operasyoneke MÎT’ê ye. Bi rêya malbata wî zext li ser Telal Silo kirin û neçar hiştin ku biçe Tirkiyeyê. Ev bûyer di demeke welê de kirin ku doza Riza Zarrab a li DYA wê wextê dest pê kir. Îdîayên ku niha bi devê Telal Silo tînin rojevê, nû nînin. Dema ku çapemeniya Tirk baş bê şopandin wê were dîtin ku beriya Telal Silo jî ev îdîa dihatin kirin. Desthilatdariya Tirk bi salane van îdîayan dike. Ya ku niha dibe ev e; metnek amade kirine û bi Telal Silo dide xwendin.
Operasyonek li dijî DYA ye
Ji ber vê yekê, dewleta Tirk dixwaze şerê taybet ê li dijî şoreşa li Bakurê Sûriyeyê dimeşîne bi rêya Telal Silo ji nû ve bixin rojevê. Dixwaze DYA bixe nava rewşeke zehmet. Li dijî doza Riza Zarraf ku karên ne li rê yên desthilatdariya AKP’ê yek bi yek eşkere dibe, dixwaze Telal Silo bi kar bînin. Bi vî rengî hewl didin nîşan bidin ku desteka DYA ya ji bo QSD’ê ne rewa ye.
Ev yek di heman demê de operasyonek li dijî DYA ye. Du armanc hene. Ya yekê; îdîa dikin ku li Bakurê Sûriyeyê QSD, YPG nîne, lê PKK heye. Ya duyemîn jî; hewl didin nîşan bidin ku desteka çekan ji bo PKK’ê tê kirin. Serketina YPG/YPJ, QSD, DYA û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ‘ê tê wateya ewlekariya tevahiya cîhanê. Desthilatdariya li Tirkiyeyê dixwaze vê pûç bike. Ji ber vê yekê dixwazin Telal Silo li dijî doza Riza Zarraf a li DYA weke şantajekê bi kar bînin.”