
Belê, niha li rojavayê Kurdistanê, li Qamişlo, Kobanî, Amûdê, Efrîn û Dêrikê, şoreş û serhildan e. Axa Kurdistanê di bin qontrola hêzên netewî û niştimanperwer e. Bajar û gund ji aliyê Kurdan û hêzên Kurd ve tên rêvebirin. Lê mixabin, ev bala me, Kurdên perçeyên din kêm dikşîne. Piştgiriyek netewî, helwestek Kurdewarî li çar aliyê welat hên jî kêm e.
Li rojavayê Kurdistanê niha şoreşek wek ya rojhilata Kurdistanê di sala 1979’an pêk tê. Li Qamişlo û Efrînê rewşek wek salên 1991 û 1992’an ya Zaxo û Hewlêr, Sûleymanî û Dihokê heye. Lê yan em nabînin, an jî li gor rewşê naşewirin. Dû-sê milyon însanên xwe li beramberî gur û çeqelan tenê dihêlin.
Çend sed, çend hezar Kurdên Qamişlo û Efrîne çûn hawara nemir Mustefa Barzanî? Çend sed, çend hezar Kurdên Kobanî û Dêrikê çûn hawara xwişk û birayên xwe yên Bakûr û canê xwe li Amed û Dersîmê dan? Çend sed Kurdên Rojava li Rojhilat şehîd ketin? Ser da jî hemû partî û hêzên Kurdyên parçeyên din nanê gelê me yê Rojava xwarin, ava wan vexwarin, bi salan bûn mêvanê wan.
Çawên hemû dinyayê li ser Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê ye. Du cephe, du enî dijî hevûdu di nav şerek tûnd de ne. Cîhan bûye du cephe. Di nav Sûriyeyê de şerek germ û li derva jî şerek sar bi hemû tofana xwe berdewam e. Plan û bername tên çekirin û Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizayn kirin. Pêwist e, em Kurdjî hazirî û amadebûna xwe li gor hewcedariyan pêkbînin û bikin.
Ev jî li ser yekitiya hemû hêzên netewî ya Rojavayê Kurdistan derbaz dibe. Ger Kurd yek bin, ger Kurd li ser bername û programek hevpar bibin yek, statûyek nû bo rojavayê Kurdistanê pêkan e.
Di wî warî de destpêkek pîroz hat kirin. Di roja 11’ê Heziranê de li Hewlêrê civînek hevbeş di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdli Sûrî (ENKS) û Encûmena Gel a rojavayê Kurdistanê (EGRK) pêk hat. Di civînê de li ser heft xalan lihevhatinek hat îmze kirin. Li gor rêkeftinê pêwiste, komîteyek bilind ji her du encûmenan bê avakirin, hemû ragehandinên dijî hev û kiryarên çekdarî bên rawestandin.
Ev hevxebat ne bes e. Ev ne bere û eniyek e. Lê destpêkek e û hewcedarê piştivaniya hemû hêz û kesên welatparêz e. Ger her du alî li ser vê lihevhatinê kûr û hûr bifikirin û berjewandiya gelê xwe biparêzin, wê bigêhêjin encameke baş.
Serokatiya ENS a bi destûra Tirkiyeyê...
Di heman dem û wextê de li Stanbolê Kurdek bo Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) hat hilbijartin. Ebdulbasit Seyda bi vizeya Tirkiyê bû serokê Encûmena Niştimaniya Sûrî. Lê Kurdbûn ne bes e. Helwestek niştimanperwerî jî divê. Kurd daxûyaniyên Burhan Galyon û rêberên Birayê Misilman ku digotin ‘li Sûriyeyê Kurdistan nîn e û Kurdger hatin hilbijartin wek şaredar rê û kolanên Qamişlo pak bikin, çop û sergoyan top bikin’ ji bîr nekirine. ‘Em ne otonomî, ne jî federasyon qebûl dikin’, gotin û daxûyaniyên ENS ne. Ebdulbasit Seyda wan gotinan hên jî tekzîp nekir û di wî warî de zelaliyek dernexist holê. Li ser de jî behsa, qala navçe û erdên rizgarkirî dike ku hemû jî li ser xaka Kurdistanê ne.
Li gor malpêra Xandan plana Ebdulbasit Seyda ev e: „Ebdulbasit Seyda wê ji serkirdayetiya Kurdli Kurdistanê daxwaza guhaztina çekan bo bajarê Qamişlo û Hesekê bike. Her weha li gor rojnameyê (El-Siyase), hin jêderên siyasî yên Kurd ragehandine ku ENS plan kiriye ku navçeyên bakûrê Sûriyeyê ji Qamişlo û Hesekê û ta bajarê Helebê ji bin desthilata rêjîma Beşar Esed rizgar bike ji bo ku fermandariya Artêşa Sûrî ya Azad û hin serkirdeyên Encumena Niştimanî biguhazin nava Sûriyeyê. Li gor wan jêderan ev pêşketin wê du encaman bi dest bîne;
A yekem ew e ku Encumena Asayîşa Navnetewî iqna bibe ku parastina van navçeyên rizgarkirî bike.
A duyem jî dê hêzek leşkerî yê opozisyonê bê avakirin û bikare navçeyên din yên Sûriyeyê rizgar bikin.“
Li ser vê daxûyaniyê gelek pirs tên holê. Ger ENS hêzek e û bo rizgarkirina Sûriyeyê dixebite, çima li ser xaka Kurdistanê navçeyên rizgarkirî dixwaze? Çima li ser sînorê Ûrdûn û Iraqê, çima li qeraxên Lûbnan û Israêlê naxwaze? Çima Hama, Dera û Humis rizgar nake û baregeha xwe nabe wê? Çima çadi û qona xwe li Idlib û Hula wenade û ala ENS lı wan deweran hilnade? Çima dixwaze Kurdistan bibe meydana êriş û şer, agir û şewatê?
Kurdistan û hemû navçe û heremên Kurdistan ji salekê vir de rizgar in û di bin qontrola hêzên welatparêz in. ENS hem hêzên Kurdan wek partnerên, wek şirîkên hempar qebûl nake û napêjirîne, hem jî dixwaza li ser destkevtiyên wan xwe wek nûnerê gelên Kurd û Sûriyeyê bide nasîn.
Aliyê din de kî ne ew ên ku di bin siwana Artêşa Sûrî ya Azad komî ser hev bûne? Kî wan dihewîne, wan perwerde dike û bi çek û silehan teçîzad dike? Ne Tirkiyê û Siûdî ne? Ne Qatar û hêzên NATO ne? Ne çekdarên El Qaide û Salafist in? Çi garantiya Kurdan heye ku sibê nebin qurbaniyên Ixvanî Muslimîn, Artêşa Sûrî ya Azad û Tirkiyê?
Çima heta niha belgeyek ENS li ser daxwazên gelê Kurd nîne? Çima ENS nikare bêje, em ê statûyek nû bidin Kurdan, Kurddikarin di nav otonomî an jî federasyonêkê de xwe îdare bikin û mafê çarenûsîna xwe pêk bînin? ENS çima nabêje, zimanê Kurdî jî wek Erebî wê bibe zimanê fermî û li Kurdistanê perwerde bi zimanê Kurdî pêk were?
Ger niha de, di dema oposizyon û muxafeletê de wan daxwazên Kurdan qebûl nekin, ne pêkan e ku sibê bipêjirînin. Pêwiste Kurdji dîroka xwe dersan werbigrin û gotin û kiryarên Xûmeynî ji bîr nekin. Gotinên ku li Parîsê dikirin, li Tahranê jibîrkirin û cihad li ser Kurdistanê îlan kir. Ma ev ne bes e, bo ders wergitinê?
MEMO ŞAHİN