Rêveberên PYD’ê yên di 29’ê mijdara 2004’an de di kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan diyar kir ku yên di sala 2004’an de Şîlan Kobanê û hevalên wê qetil kirin îro jî êrîşî Şoreşa Rojava dikin.

Rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Hecî Cûma Alî) yên di 29’ê mijdara 2004’an de di encama kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan û gelek fermandarên HPG’ê amade bûn.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di axaftina xwe ya li merasîmê de 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir. Karayilan gelê Rojava û Şoreşa Rojava silav kir û wiha got: “Îro 29’ê mijdarê ye, roja şehadeta hevalên me Şîlan, Zekeriya, Fûat, Cemîl û Ciwan e. Ev pênc leheng, rêveberên PYD’ê bûn. Di sala 2004’an de di 29’ê mijdarê de li Mûsilê di encama kemîneke hovane de şehîd ketin. Yên ku Şîlan Kobanê û hevalên wê şehîd xistin, îro jî êrîşî Şoreşa Rojava dikin. Çeteyên El Qaîdeyê hingî tetîkkêşên rejîma Sûriyeyê bûn û bi biryar û rêveberina rejîma Sûriyeyê her pênc rêveberên PYD’ê şehîd xistin. Wê demê li ser hesabê dewleta Sûriyeyê êrîşî kurdan dikirin, niha jî li ser hesabê dewleta tirk êrîşî kurdan dikin. Heman kes niha tetîkkêşiya dewleta tirk a mêtinger dikin.”


'Tovê Şoreşê avêtin'
Karayilan diyar kir ku ligel van hemû êrîşan jî têkoşîna vînbûyîna gelê kurd roj bi roj bi pêş ve diçe û destnîşan kir ku yên dixwazin îro rastiya Şoreşa Rojava fêm bikin, divê li 2004’an vegerin û wiha got: “Di sala 2004’an de li Hesekê, yê ku nizanibe li zindan û îşkencexaneyên rejîmê Ebû Cûdiyan çawa li ber xwe dane û şehîd ketine, li zindana Helebê welatparêzên mîna Istaz (Mamoste) Osman nizanibe çawa li ber xwe dane û şehîd ketine, dê nikaribe Şoreşa Rojava fêm bike. Kî ked û têkoşîna berpirsyara Rojava Şîlan Kobanê ya ji bo rêxistinkirina kurdan a li dijî êrîşan nizanibe, dê nikaribe berxwedana mezin a îro fêm bike. Kî keda Xebat Dêrik a di şert û mercên giran de tovên şoreşê avêt nebîne, dê nikaribe şoreşê fêm bike.”
Karayilan bal kişand ser keda Şîlan Kobanê, Xebat Dêrik û Rustem Cûdî û got: “Îro berxwedan li ser vê bingehê dimeşe; Berxwedana bi pêşengiya Dilovan, Çekjîn û Warşînan dimeşe, xwe dispêre bingeheke bi vî rengî ya watedar. Yê ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im û xwedî wijdan im’ divê vê rastiyê bibîne. Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, berxwedana Rojava wekî sekna mirovahiyê ya şeref û rûmetê dibînin. Ji ber vê yekê jî heta dawiyê em ligel vê berxwedanê ne.”

 ANF / BEHDÎNAN