Bersiva lidij mêtîngeran e
KONGRA GEL di peyama xwe de hemû pêkhateyên di nava îlankirina Rêberiya Xweseriya Demokratîk de cih jî girtîn silav kir û got: “Di vê pêngava dîrokî de, pêkhateyên di Kantona Kobanê de cih girtine, em hemûyan bi dil û can silav dikin. Şehîdên ku bi berxwedana xwe em anîn van rojên pîroz, hemûyan bi hurmet û minnet bibîr tînin. Îlankirina Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobaniyê, bersiveke dîrokiye ku ew hêz û welatên naxwazin îrada şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibînin. Gelên Rojavayê Kurdistanê di govenda azadiyê de li ser piyaye. Herêm herêm, gav bi gav ber bi pergela xweseriya demokratîk ve dimeşin. Li hember vê îrada gelên Rojava, pêwîste hemû cîhan rêz bigre.”
Xwedîdketin erkeke pîroz e
Hevserokatiya KONGRA GEL balkişand li ser giringiya pêngavên li Rojavayê Kurdistanê tên avêtin û ev peyam da; “Pêwîste baş bê zanîn ku ev pêngavên li Rojava tê avêtin, dewreke stratejik li ser qedera 40 mîlyon Kurd de çêdike. Ji ber vê yeke jî, xwedî derketina şoreşa Rojava ji bo hemû gelên Kurdistanê erkeke herî pîroz e.”
Di dawiya payama Hevserokatiya KONGRA GEL jî wiha hate gotin: “Li ser vî esasî, em li ser navê KONGRA GEL, vîna gelên Kantona Kobanê silav dikin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê pîroz dikin û di avakirina civaka demokratik de, ji wan re serketinê dixwazin.”
BRUKSEL