
Kes nikare têk bibe
Ok destnîşan kir ku gelê Kurd wê bê şik û guman şoreşa Rojava biparêze û got, "Gelê Rojava wê nîşanî her hesî bide ku ti hêz nikare şoreşa Rojava tine bike. Eger gelek bi awayekî mafdar û yekvicûd li ber xwe dide; eger polîtîkayeke bi aqil û rast dişopîne, hêza kesî ji bo têkbirina wê nîne. Ji ber vê yekê em bi bawerin ku gelê Rojava wê şoreşa xwe her roj bêtir birêxistin bike û bi avakirina sîstema xwe re xweseriya demokratîk bi awayekî azad bijî."
Dîwar ne rewa ne
Ok mîtîngên "Bila Kurd bi statuya xwe ya demokratîk li Cenevreyê bên qebûlkirin" yên bi pêşengiya BDP'ê li Bakurê Kurdistanê tên lidarxistin nirxand û got, "Ev nerazîbûn girîng e. Divê tevahiya gelê Kurd şoreşa Rojava weke şoreşa xwe bibînin, bi coşeke mezin xwedî li şoreşê derkeve. Pêwîste dîwarên li ser sînor tên lêkirin, têlên tên rêsandin, derbasdar nebin. Ev dîwar û têl ne rewa ne. Eger mêtînger hînê difikirin ku bi lêkirina dîwaran wê karibin vîn, mejî û dilê gelê Kurd parçe bikin, hingî divê gelê me li Rojava û Bakûr nîşan bidin ku ev ne pêkane. Li her çar parçeyan û li derveyî welat divê di her firsendê de nerazîbûn bê nîşandan. Ji bo beşdariya li Cenevre, ev neazîbûn watedar in, girîng in."
Weşana Rûdawê
Ok weşanên Rûdaw ên li hemberî Rojava propaganda reş dike rexne kir û got, "Li Rojavayê Kurdistanê vê gavê rêxistinbûyîneke demokratîk serdest e. Gotin û daxuyaniyên ku îdîa dikin; PYD û TEV-DEM ji bilî xwe kesî qebûl nakin, bi qasî em dibînin gotin û propagandayên ne rast in. Manîdar e ku Rûdaw TV di nava propagandayeke dijber de ye. Ji bo şoreşa Rojava ya ku ewçend nirxên giranbuha yên demokratîk-welatparêz afirandiye Rûdaw TV heta roja îro gotineke bi tenê ya erênî ne gotiye. Bi tenê propaganda reşkirinê û heqaretê dike. Ev yek neheqiyeke li berjewendiyên gelê Kurd û şoreşa Rojava ye. Kanaleke Kurd divê vê neke. Yên ku êrîşî berjewendî û azadiya Kurdan dikin diyar in. Pêwîste Rûdaw li dijî dijminên diyar ên Kurdan têbikoşe û propaganda berjewendiyên Kurdan bike."
Banga parastina Efrînê
Ok ragihand ku hewl tê dayîn kantona Efrînê hem ji aliyê rejîmê hem jî ji aliyê çeteyên El Qaîdeyê ve bê îzolekirin û di vî warî de banga hestiyariyê kir. Ok got, "Polîtîkayên ku rê li ber giranbûna pirsgirêkên jiyanê yên gel vedikin, dişopînin. Pêwîste gelê me li Bakûr li pêşberî sînroê Efrînê nerazîbûna xwe nîşan bide û hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê madî ve piştgiriyeke xurt bidin Efrînê. Divê em zanibin; Rojavaya azad Kurdistana azad e! Azadbûna Bakûr jî azadbûna tevahiya Kurdistanê ye. Dîrokê firsendeke ewçend girîng daniye pêşiya gelê me. Ev firsend di heman demê de encama têkoşîna me ya çil salan e. "
Rêxistina El Qaîde-DAIŞ
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok der heqê koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a ser bi El Qaîdeyê ku di demên dawî de bi hêzên artêşa Iraqê re jî şer dike û hewl dide herêmên mîna Anbar û Fellûce kontrol bike nirxand û got, "Yên ku ev rêxistinn ava kirin, DYA bi xwe ye. DAIŞ rêxstina El Qaîdeyê ye. Yan jî El Qaîde bi xwe ye. DYA li Afganîstanê li dijî dagirkeriya Sowyetan ev rêxistin ava kir û fînanse kir. Ev rêxistin îro li Rojhilata Navîn dibêje di bin navê dîn de tevdigere û nirxên baweriyê yên herêmê bi awayekî nebaş bikar tîne. Heqareta herî mezin a li Îslamê ev kom dikin, ev El Qaîde-DAIŞ dike."
Siyaseta Tirkiyê xetimî
Sabrî Ok siyaseta AKP'ê ya derve û polîtîkaya wê ya der heqê Rojava de nirxand û got, "Eger AKP jiyana azad, demokratîk û mirovane ya gelan dixwaze, pêwîste PYD'ê weke gefekê nebîne. Hikûmeta AKP di siyaseta Rojhilata Navîn de xetimiye. Hem di polîtîkaya Sûriye, hem di siyaseta Misir û Iraqê de polîtîkayeke bê wateya dijberiya DYA şopand. Pevçûna niha ya bi Cemaeta Fethûllah Gulen re tê jiyîn, ji vê rewşê cihê nîne. Hikûmeta AKP'ê got, 'DYA û hêzên navneteweyî çi dibêjin bila bêjin; ezê li Sûriyeyê ya rast dibînim pêk bînim, ezê destekê bidim çeteyên mîna El Qaîde û El Nûsra."
ANF/BEHDÎNAN